Di dema ku Kazimî serdana Şengalê dike de Tirkiye bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, seyareyek li navenda Şengalê bombebaran kir. Balkêş e ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî wê îro serdana navenda Şengalê bike.

https://www.youtube.com/watch?v=S0eEMTvVySw

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro saet derdora 12.00’an li sûka sereke ya navenda Şengalê seyareyek bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê di bombebaranê de şehîd û birîndar hene.

Di dîmenên ku li cihê bûyerê hatine kişandin de, seyareya ku bûye hedefa êrîşan û xwîna li erdê belav bûye heye.

Piştî êrîşê hêzên ewlekariya Iraqê çûn cihê êrîşê û lêkolîn dan destpêkirin. Welatî jî li herêmê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan, hêrsa xwe anîn ziman.

Balkêş e ku ev êrîş demek pir kurt beriya serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Şengalê pêk hat. Kazimî îro beriya nîvro derbasî Musilê bû û bendava Musilê ziyaret kiribû. Hatibû gotin ku dê Kazimî serdana Şengalê jî bike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button