TAJÊ û SMJE peyama 8’ê ragihand

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî bi daxuyaniyek nivîskî 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê her kes bi ruhê serkeftina Gare tevbigere û wê jin bi têkoşînek hevpar dijî hemû erişan rawestin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî derbarê 8’ê Adarê roja Jinan a Cîhanê peyamek belavkir. Di peyama TAJÊ û SMJE’yê de ev tişt hatin gotin:

“Têkoşîna jinan a hezar salan buye bingeh ji bo mîsogerkirina jiyaneke azad û civakeke azad. Berdêlên giranbuha ku jin di nav dîrokê de dane bûne mirasek bingehîn ji bo hemû tevger û şoreşgerên jin. Bi saya felsefe û ideolojiya Rêber Apo, di roja me a îro de, jin buye hêza guhertin û veguhertinê. Bi vî hişmendiyê em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî, roja 8 Adarê, roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li Rêber Apo, hemû Jinên Şoreşger û Jinên li sernaserê cîhanê pîroz dikin.

Di civaka Êzîdî de Jina Êzîdî di encama tekoşîna salan de buye xwedî îrade û hêz. Jina Êzîdî zincîrên koletiyê di astekî herî jor de şkandiye û ji bo gelê xwe buyê pêşeng. Bi taybet şerê li dijî çeteyên hov wek DAIŞ vîn û hêza xwe naskir. Ne tenê di fermana borî de, dema em dîrokê dinêrin jina Êzidî bi hebûn û îradeya xwe rûxmî ku tim bûya qurbanî jî, lê civaka xwe, çanda xwe hertim parastiye.

Em wek civaka Êzîdî, Jinên Êzîdî di pêvajoyekî dîrokî de derbas dibin. Ev demeke ku metirsiyên li ser Şengalê di şexsê dewleta faşîst a Tirk de zêdetir dibin. Ne tenê li Şengalê. Li seranserê Kurdistanê û bi taybet alanên rizgarkirî wek Rojava û Şengal, di heman demê de li ser pergala demokratîk û azadiya jin, gef û tehdîtên dewleta Tirk rojane zêdetir dibin. Lê çawa ku jina Kurd û jina Êzîdî li dijî DAIŞ serketin ewê li beramberî gefên dewleta Tirk jî stuyê xwe netewînin û bi ruhê 8 Adarê, bi ruhê hemû têkoşer û şoreşgerên jin ku di nav dîrokê de ji bo azadiyê û wekheviyê canê xwe feda kirin, ber xwe bidin û têkoşîna azadiyê bilindtir bikin. Bi vî awayî serkeftinê mîsoger bikin.

Li ser vê esasê em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî, erka xwe dibînin ku her roj bi ruhê 8’ê Adarê û bi taybet bi ruhê serkeftina Gare tevbigerin. Şkandina pergala desthiladar tenê bi vîn û hêza jinan pêkane. Ji bo vê jî em dibêjin ‘Jin jiyane û jiyan jî azadiye.”

Show More
Back to top button