Gerîlayê HPG’ê Delîl Botan li Şengalê hate bibîranîn

Gerîlayê HPG'ê Delîl Botan ku di şerê li hemberî dewleta Tirk a dagirker de li Metîna Şehîd bibû li Şengalê bi merasîmekê hate bibîranin û soza pêkanîna xeyalên şehîdan hate dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xelkê Şengalê yê bi navê Delîl Botan ( Xalid Naîf) ku ji neteweya Erebe eşkere kir.

Li ber mala malbata gerîlayê HPG’ê Delîl Botan li gundê Medîban ê Şengalê konê sersaxiyê hate vedan.

Bi sedan gelê Êzidî û Ereb serdana kon kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Şehîd Delîl Botan bi merasîmekê li bin konê sersaxiyê de hate bibîranîn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Her wiha piştî rêzgiritnê ji bo şehîd mûm ji aliyê dayîkên şehîdan ve hatin pêxistin û axaftin hatin kirin.

Di serî de bavê şehîd Delîl Botan Naif Eltayî axivî û da diyar kirin ku ew bi şahadeta kurê xwe serbilindin û got: “Em spasiya tevahiya gelê xwe dikin, ji pêkhateyên Ereb û Êzidî ku li şehîd xwedî derketine. Şehîd Delîl ne tenê şehîdê me ye, ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kiriye.”

Her wiha ji aliyê Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Şengalê Hemde Bişar ve Şahadetnameya Şehîd radestî malbatê nefret kirin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Hisên Şengalî, Hevserokê Meclisa Gundên Ereb Ebû Seqer û ji fermandariya YBŞ’ê ya herêmê Xelîl Ereb axivîn û soza pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan dan.

Herî dawî li ser kesayetiya Şehîd Delîl Botan sînevizyonek hate pêşandan.

Bi dirûşmeya, “Bi can bi xwîn em tere ne ey şehîd” merasîm bidawî bû.

Rojnews-Şingal

Show More
Back to top button