‘Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin’

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm, diyar kir ku ew li dijî her cure êrişan amade ne û ev hişyarî kir: “Eger Êzîdxan tune bibe, wê demê dê Kurd jî tune bibin"

Nêrazîbûna civaka me ya li dijî “Peymana Şengalê” ya di navbera hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ya li ser Şengalê di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatîbû îmzekirin dewam dike. Berxwedana ku xelkê me dest pê kirin di roja 94’an de dewam dike. Şengaliyên me ku li dijî êrîşan peyama “berxwedanê” didin, diyar dikin ku hêza tekane ya jê bawer dikin zarokên Êzîdxanê bi xwene.

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm jî ji ajansa Mezopotamya re axivî û diyar kir ku ew li dijî êrîşek îhtîmal amade ne û dest nîşan kir ku ew ê heya dawiyê axa xwe biparêzin.

Heso Îbrahîm wiha axivî: “Em ê destûr nedin ku fermaneke din pêk bê. Di her pêvajoyê de amadekariyên êrişên li dijî Êzidiyan hene. Hedef û armanca wan tunekirina civaka Êzidiye. Dijmin û ne xêr xwazên vê civakê pir in. Bi taybetî jî Tirkiye ji dîrokê heta roja me ya îro dijminê me ye. Ji bo ku êrîş bike, berê de weke hincet PKK nîşan didan. Heta niha li Şengalê gelek ferman pêk hatin. Li ku derê Êzidiyek hebe Tirkiyeyê êrişî wir dike. Bakur hemû Êzidî bûn, lê hemû tune kirin. Amadekariyên dijmin wê her tim hebin. Lê di aliyê me de jî, amadekarî her tim hene. Êriş li ku derê hebe, em ji bo parastina axa xwe amade ne.”

Îbrahîm, da zanîn ku piştî hevdîtinên Tirkiyeyê yên li herêmê, çalakiyên DAIŞ’ê jî zêde bûne. Cîgirê Hevserokê MXDŞ wiha pêde çu: “Hevdîtinên wezîrên Tirkiyêyê li vir çêbûn. Hatina wan a Iraqê ne rasthatinek bû. Plan û armancên wan hebûn. Iraq jî, niha Iraqeke perçeye. Iraqê nekarî her daxwaza wan erê bike û ji ber wê jî bersiv neda. Ne ji hêla helwest ve û ne jî bi gotin helwestek nîşan nedan. Lê piştî wan hevdîtinan li herêmê êrişên DAIŞ’ê zêde bûn. Bi vê yekê gef li Iraqê xwarin. Bi gefa ‘Heke hûn gotina me bi cih neyînin em dikarin her derê teqînê pêk bînin’ xwar. Ji xwe herkes dizane ku Tirkiye DAIŞ’ê perwerde kir. Tirkiyeyê piştevaniya DAIŞ’ê kir, ew birêxistin kir. Cîhan hemû jî vê dizane. Dibe ku ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî û dewletî nayinîn ziman. Lê bêgûman ev teqîn beyî Tirkiyeyê pêk nehat û hemû girêdayî dewleta Tirkiyeyê ne. Tirkiye ne tenê li Iraqê, kîjan welat dijberî wê tevbigere roja paştir teqînekî pêk tîne. Ev êrîş pir zêde bûne. Bi taybetî jî li dijî Haşdî Şabî êrişên DAIŞ’ê zêde bûn.”

Îbrahîm, bal kişand ser peymana di 9’ê Cotmehê de, di navbera Bexda û Hewlerê de hatibû îmzekirin û wiha domand: “Iraq dixwaze bi rêbazeke cuda xwe rûspî bike. Ji ber ku di sala 2014’an de li dijî vê civakê rûreş derketibû. Ji ber wê jî dixwazin rûyê xwe spî bikin. Dizanin ku civaka Êzidî ger rêxistinbûyîna xwe mezin bikin, wê hesaba Şengalê ji wan bipirse. Fermaneke bi navê qanûnê pêk tînin. Peymana 9’ê Cotmehê navê fermanê bû. Ev jî bi destê Tirkiyeyê û PDK’ê hat îmzekirin. Êdî dengê Êzidiyan digihîje cîhanê û Êzidî mafê xwe dixwazin. Ji ber vê jî dixwazin bi navê qanûnê vê pêk bînin. Li Iraqê pîsîk û mişk hene. Rojhilata navîn gişt wisa bûye. Bûye pêşbirga nava hêzan. Kî dest vala dibe, berê xwe dide vê derê. PDK mînaka herî berbiçave.”

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm, dest nîşan kir ku êrîşek gengaz a li dijî Şengalê pêk were dê pêşiya texrîbatên mezin veke û wiha axivî: “Em mafê xwe dixwazin. Yên ku bûne sedema qetilkirina Êzidiyan divê bên darizandin. Êdî Êzidî xweseriya xwe dixwazin. Êzidî naxwazin di bin desthilatdariya hêzekê de bimînin. Ji ber ku baweriya Êzidiyan bi tu hêzan nemaye. Em rêzê didin hêzên ku dixwazin Şengalê biparêzin. Lê em vê tiştê jî baş dizanin ger zarokên Êzidiyan Êzidxanê neparezin, wê tu hezeke din nekare biparêze. Naveroka hemû hevdîtinên me li ser vî esasiye. Xala me ya esasî xwe bi rê ve birine û xweserî ye. Li Kurdistanê, sê çar partiyên xwedî hêz hene. Ev hêz bila xwe nexapînin. Ev êriş li dijî me hemûyan e. Tirkiye bi hinceta PKK’ê dixwaze Kurdistanê tune bike. Ger PKK tune bibe, wê partiyên heyî jî têk biçin.”

Îbrahîm bi van gotinan dawî li nêrînên xwe anî: “Dewleta Tirk hebûna Kurd naxwaze. Beriya niha gotibû, ‘Li ku derê kurdek hebe, ez ê êrîş bikim.’ Em ji vir carek din bang li gelê Kurd dikin. Ev gef tunekirina Kurdistanê ye. Bila Kurd êdî xwe bes bixapînin. Îro ji bo gelê Kurd derfetek zêrîn heye. Divê ku vê firsedê baş binirxînin. Kesek nikare me tune bike. Ji ber ku em xwedî bawerî û hêvî ne. Dijmin dixwazin ku em li dijî hev derkevin, lê divê em bibin tifaq. Bila ciwanên me jî bi hêzeke xurt dengê we derbixin. Li ku derê Êzidiyek hebe, em bang dikin ku xwedî li Şengalê derkevin. Ger Êzidxan nebe, Şengal jî tune ye. Heger Êzîdxan nemîne wê Kurd jî, nemînin. Kurd nemînin wê cîhan jî têk biçe.”

ÇAVKANÎ: AJANSA MEZOPOTAMYA

Show More
Back to top button