Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Efrînê bang li saziyên navnetewî kir

Rêvberiya xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê 6. Salvegera dagîrkirina Efrînê şer mezar kir û da diyakirin ku heman zihniyeta ku çeteyên DAIŞ'ê pê Şengal dagirkir û kiriyarên der exlaqî li ser civaka Êzidî pêk anîn, li Efrînê jî dewam dike û bang li saziyên mafê mirovan û Neteweyên Yekbuyî hate kirin ku bi erk û berpirsiyariyên xwe rabe.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê 6. Salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kir. Daxuyanî li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên sazî û rêxstinên rêveberiya xweser a Şengalê ji aliyê hevseroka Desteya Rêvebera Şengalê Rîham Hesen ve hate xwendin.

‘Berxwedana hemberî dagirkeriyê didome’

Di despêka daxuyaniyê de îşaret bi pêkvejiyana gelê Efrînê hate kirin û hat gotin; “Beriya sala 2018’an Efrîn nimûneya jiyana demokratîk bû ku tê de bi hezar salan hemû neteweyên Kurd, Êzidî û Ereb bi hev re bi rengek azad û wekhev, bi çand û baweriya xwe jiyan dikirin. Di encama berjewendiyên hêzên hegomonîk de û bêdengiya hêzên navnetewî, Efrîn di dîroka 18.3.2018 an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagir kirin. Li hemberî êrişên hovane berxwedana gelê Efrînê heya dawî xwedî wate û dîrokî bû. Di berxwedana gel û şervanên azadiyê de YPG û YPJ ê bi sedan bedelên giran bûha hatin dayîn. Bi sedan leheng û Egîdan canê xwe ji bo ax û welatê xwe feda kirin. Em di kesayeta şehîd Avesta Xabûr de, tevahî şehîdên Efrînê, şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin”

‘Zihniyeta DAIŞ’ê li Efrînê tê jiyankirin’

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha dewam kir: “Ev 6 sal biser dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê re derbas bû. Şeş sal zilm, êşkence, guhertina demgrafîk ku di nav de guhertina ol û bawariyê, kuştin, talana xwezayê, revandin, tecawiz, xirakirina cihên pîroz hrw.. hemû kiryarên derveyî exlaqê mirovahiyê, heya vê kêliyê dewam dike. Di wateya tiştê ku DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk sala 2014’an li Şengal kir, îro li Efrîn heman kes û heman zihiniyet tê jiyan kirin. Cîhan vê rastiyê dizane ku şeş salin li Efrîna dagirkerî heye, ferman heye, duh Şengal bû, îro Efrîne.”

‘Gelê Efrînê bi hêviya vegerê li berxwe didin’

Her wiha bal hate kişandin liser bêdengiya raya giştî a cîhanê û hate gotin; “Taybet kesên xwe bi navê mafê mirovan bi nav dikin, saziyên ku xwe bi navê demokrasiyê bi nav dikin, çima vê rastiyê nabînin, ger dibînin çima li hemberî dewleta Tirk nabin xwedî helwest. Her wiha li kêleka dagirkeriya heyî gelê Efrînê ku ji mecburî koçberî Şehba bû, rûxmî hemû zehmetiyan bi hêviya vegera ser xwe, warê xwe bi salane li berxwe didin. Lê car din dewleta Tirk rojane êrişî gel dike ku di encamê de bi sedan şehîd û birîndar çêbûne.”

Efrîn û Şengal yekin

‘Em dixawzin bi bîr bixin ku çawa sala 2014’an zarokên Efrînê berê xwe dan Şengal, di heman wextê de sala 2018’an zarokên Şengalê jî berê xwe dan Efrînê. Em wek civaka Êzidî tu car van rojan ji bîr nakin, girêdana heyî bi xwînê hatiye ava kirin, ji ber vê rastiyê em dibêjin Şengal û Efrîn yeke. Em di wê baweriyê dene wê Efrîn bi berxwedana gelan di demek nêz de ji çeteyên hov bê rizgar kirin û gelê me wê vegere ser axa ejdadên xwe. Çawa di dîrokê de împaratoriya Osmaniyan hilweşiya û di roja îro de DAIŞ li Kobanê, Minbic, Dêrezor, Reqa û li Şengal şikest wê dawiya dewleta Tirk jî were.

Pêwîste saziyên mafê mirova bi erka xwe rabin

Di dawî de em carek din şehîdên berxwedana serdemê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Her wiha Berxwdana gelê Efrînê li Şehba silav dikin. Em 6. Salvegera dagirkirina Efrînê bi tundî şermezar dikin. Li ser vî esasî em wek Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li mafê mirovan, hêzên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derbikevin. Dawî li dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan bînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘ Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button