Li Şengalê civînên li ser danasîna Newrozê didomin

Komîteya Perwerdeya Şengalê ji bo danasîna dîroka cejna Newrozê, rêze civînan pêk tîne. Endamên sazî û rêxistinên Şengalê dan diyakirin ku Newroz ji bo wan rojek bi wateye û gotin: "Ji bo ev çanda Newrozê ji nava me derkeve gelek hewildan hene, pêwîste ji her kesekî zêdetir Êzidî li Newrozê xwedî derkevin."

Ji ber siyaseta qirkirina çandî ya liser civaka Êzidî heya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an civak ji pîrozbahiya cejna Newrozê hatibû mehrûm kirin û di encama hewildanên vê qikirinê de beşek ji Êzidiyan gehiştibûn wê baweriyê ku Newroz ne cejna wane û bi awayekî girseyî li nava Êzidiyan de ev cejin nedihate pîrozkirin. Lê piştî ku civaka Êzidî xwe bi rêxistin kir, bûn xwedî sazî û dezgehên xwe êdî civak ne tenê ji qikirina fizikî belku ji qirkirina çandî jî rizag bû. Ji bo civakê ji bin wî şerê taybet ku bi sedên salaye li ser Êzidiyan dihate meşandin derxin, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di nava hewildana de ne. Bi rêya dewreyên perwerdeyê, semîner û civîna wê hişmendiya ku ji aliyê dijmin ve di nava Êzidiyan de hatibû çandin, ji nûde seresat bikin û rastiya dîrokê ji bo gel raxin berçava.

Civaka Êzidî ne wek herêmên din belkû bi semîner û civînên ji bo gel pêşwaziya cejna Newrozê dikin. Li ser vî esasî Komîteya Perwerdeya Şengalê dest bi rêze civînan kiriye daku rastiya cejna Newrozê bi gel bide naskirin.

Duh li Meclisa Gel a Xanesorê bi amadebûna hemû endamên sazî û rêxistinên Xanesorê têkildarî mijarê civînek berfireh hate lidarxstin. Civînê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endamê Komîteya Perwerdeyê Qasim Xwedêda rastiya Newrozê şirovekir û got: “Di dîroka gelê Arî de cejna Newrozê xwedî wate û sembola berxwedaniyê ye. Di hemû pêvajoyan de gelê Kurd asta tekoşîna xwe ya ji azadiyê bi rasthatina Newrozê re bilind kiriye û bi ruhê Kawa derbeyên mezin li dijmin dane. Ji bo ku ev ruhê berxwedaniyê gur nebe jî çi ji destê dijmin hatiye kiriye û xwestine vê rojê di nava civakên Kurdistanê de nehêlin.”

Di nirxandinên ku di civînê de hatin kirin de hate destnîşan kirin ku ji her civakekê zêdetir pêwîste Êzidî li cejna Newrozê xwedî derkevin û agirê berxwedaniyê di vê rojê de gur bikin.

Di dawiyê de têkildarî Newrozê sinevizyonek hate pêşandan û civîn bidawî bû

Endamê Meclisa Xanesorê Yusuf Ciwan ji Rojnews’ê re axivî û got : “Ne tenê li nava civaka me de belkû li her derê hewildan hene ku gelê Kurd ji Newrozê dûr bikin. Pilan tên kirin û wisa didin diyarkirin ku ev cejin ne cejna gelê Kurde û bi gelek şêwazî liser pîroznekirina Newrozê kar tê kirin. Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin, li cejna Newrozê xwedî derkevin û vê cejnê bikin cejna azadiyê.”

Bi heman awayî li komalgeha Guhbel jî li Meclisa Gel civînek pêk hat. Di civînê de endamên sazî û rêxstinên Borik, Guhbel û Zorava amade bûn û wataya cejna Newrozê nirxandin.

Endamê Meclisa Guhbel Xêrî Şengalî liser mijarê axivî û got: “Dijmin her dem wisa kiriye ku em ji çand û rojên xwe yên pîroz dûr bibin û li ser vî esasî gelek hewildan kirine. Di dîrokê de eger em lêkolîn bikin, di nava civaka meya Êzidî de Newroz bi berdewam hatiya pîrozkirin û rojek pîroze. Lê dijmin di van salên dawî de wisa kir ku Êzidî xwe ji pîrozbahiya Newrozê dûr bixin.”

Welatiyê bi navê Bapîr Elî jî diyar kir: “Êzidî di fermanan de herdem ji ser warê xwe koçber bûne, zilim li me hatiye kirin û herdem wisa kirine ku em dest ji rojên xwe yên pîroz berdin. Newroz yek ji rojên herî pîroze di nava mede û lazime em li Newrozê xwedî derkevin.”

Hêjayî bi bîrxstinê ye ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve wê li geliyê Kersê yê çiyayê Şengalê bi amadebûna hunermendên ji derve û hundirê Şengalê di 21’ê Adarê de Cejna Newrozê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadiya Rêber Apo û Xweseriya Şengalê’ bê pîrozkirin û li ser vî esasî komîteya amadekar banga beşdariya şahiyê li tevahiya xelkê Şengalê kir.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button