Armanca PDK’ê ji karanîna çeteyên Roj çiye?

Çekdarên Roj li Başûrê Kurdistanê derqanûnî ne û ne ser bi Wezareta Pêşmerge û sîstema parastina Iraqê ne. Niha PDK’ê şandine herêma Behdînan û qadên gerîla û li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne. Lêkolînvanên siyasî weke ‘Paramilîter’ pênade dikin û dibêjin: “PDK bi vê rê tenê xizmetê ji armanc û stratejiya Tirkiyeyê re dike û ev jî sûcek mezine.”

Bi dijwarbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê re, ji meha Adara 2020’an ve Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dest bi liv û tevgera zêde ya leşkerî kiriye. Bi amûrên leşkerî, tank û wesayîtên zirxî û çekên giran ber bi Herêmên Parastina Medyayê ve; ango qadên gerîla ve diçin. Hinek ji wan hêzên PDK’ê, çekdarên Roj in ku piranî xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.

Di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê Tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûn. Piştî 16 rojan gerîlayekî xwe gihan hevrêyên xwe. Lê hîn çarenivîsa gerîlayekê nediyare. Dibe ku bi birîndarî dîl ketîbe destê hêzên PDK’ê de. Heta niha çend caran PKK’ê ji PDK’ê xwestiye aqûbeta gerîlayên ketine kemînê eşkere bike, lê hîn PDK’ê bi fermî ti bersiv nedaye û cenazeyan jî radest nake. Ev yek jî li gel gelê Kurd bûye cihê fikaran.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku di 13’yê Cotmehê weşand, fermana êrişa li ser gerîla, ji aliyê fermandarê hêzên taybet ên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsek pêşmergeyan ê bi navê Dilovan Rubarî ve hatiye dayîn.Di heman nûçeyê de tê gotin, Ezîz Weysî ê PDK’î, biryara kuştina gerîlayan daye û pêşmergeyên Roj ên ser bi PDK’ê jî ev biryar pêkanîne.

Piştî vê êrişa çekdarên Roj a li ser gerîla, dîsan hebûna çekdarên Roj di nava raya giştî ya gelê Kurd û medyayê de bû rojevek germ. Ev çekdarên Roj hêzek bi kirêkirîne û derqanûnî ne. Ne welatiyên Herêma Kurdistanê ne. Bi navê “Pêşmerge” PDK’ê şandin qadên gerîla û êriş dikin û gerîla şehîd dixin.

Di nava Kurdan de ti statûya vê çeteyên Roj nîne û Wezareta Peşmergeya jî ragihandiye ku ne girêdayî wane. Lê, mûçeyê wan ji bûdceya hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dayîn û xerca wan a her mehê nêzî 15 milyar dînare. Dema borî tevlî êrişên li ser Şengal, Rojavayê Kurdistanê û Lîbya bûne. Niha li herêma Behdînan li dijî gerîla şer dikin.

Hêzên Roj di 12’yê Nîsana 2012’yan de bi biryara Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî li ser navê zêrevanî hate avakirin. Piştî ku nekarîn li Rojavayê Kurdistanê bi cih bibin, revîn Başûrê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê li wargehan hatin bi cih kirin û MÎT’a Tirk perwerde da wan û ji bo wan çek û cebilxane peyda kir.

Di serî de navê wan kirin “Pêşmergeyên Rojava”, piştre bi navê “Pêşmergeyên Roj” hatin navkirin. Çekdarên wê ji koçberên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ku hejmara wan nêzî 8 hezarane, lê di van demê dawî de welatiyên Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî xistine di nava wan de.

Hinek kiryar û êrişên ku salên borî tevlîbûne wiha ye:

Rojavayê Kurdistanê

  • Van koman li taxên Kurdan ên li Helebê çalakiyên provokatîf kirin û di sala 2013’an de bi El Nusrayê re tevlî qetlîamên li Til Eran û Til Hasilê bûn.
  • Hin kesên ji nav koman tevlî civîna li Dîlokê ya piştî qetlîama Til Eran û Til Hasilê bûn. Li Efrînê di êrîşên Qastel Cindo de di nav refên OSO’yê de cih girtin.
  • Li Kobanê van koman li dijî Kurdan çek li endamên xwe belav kirin û hin komên wan ji bo OSO’yê bac kom kirin.
  • Li Cizîrê jî Tabûra Neviyên Barzanî, Tabûra Mîşel Temo û Tabûra Şêx Maşûq jî hatin avakirin û hedefa pêşîn a van koman Kurd bûn.
  • Di sala 2013’an de dema ku çeteyên El Nusrayê êrîşî Serêkaniyê kir beşeke endamên van koman çûn Serêkaniyê û beşek jê jî li bajêr li benda wan bû.
  • Lê piştî ku êrîşa li ser Serêkaniyê hate şikandin, reviyan Serêkaniyê ya li ser xetê û piştre jî çûn Hewlêrê.
  • Li Dêrik, Qamişlo û Tirbêspiyê li dijî bendên YPG’ê êrîşên bombeyî li dar xistin û hin endamên wan ên hatine girtin li xwe mikur hatin ku li Başûrê Kurdistanê hatine perwerdekirin.
  • Endamên wan li Başûrê Kurdistanê li kampên Bînaslawa, Xinis û Başîkayê ji aliyê artêşa Tirk û îstixbarata wê hatin perwerdekirin.

Şengal

Di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê êrîşî  Êzidiyan kirin.

2’yê Adara 2017’an de hin komên çekdar ên ku navê ‘Pêşmergeyên Roj’ lixwe kiribûn, ji aliyê bajaroka Sihêla û bajarê Dihokê ve hatin bajaroka Sinunê ya Şengalê û ji wir jî berê xwe dan bajaroka Xanesorê ya di bin kontrola şervanên YBŞ/YJŞ’ê de.

Di sibeha 3’yê Adarê de komên behsa mijarê bi çekên giran dest bi êrîşê kirin. Komên çekdar bi 30 Hammer û wesayîtên zirxî, her wiha bi hemû cureyên din ên çekan êrîş kirin. Li ser vê yekê şervanên YBŞ/YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê bersiv dan û şer derket.

Dema êrîşan destpêkir, 2 gerîlayên HPG’ê yên li qada Şengalê hatin herêmê û xwestin ku navbeynkariyê bikin, pêşiya êrîşan bigirin. Lewra di kêliya ku komên çeteyan êrîş kirin de, herdu gerîla bêyî ku dest bavêjin çekên xwe derketin pêşiya wesayîtên leşkerî û bi bedena xwe hewldan wan bidin sekinandin. Lê belê çeteyan ew jî kirin hedef û şehîd xistin. Dîmenên wan kêliyan ku ji aliyê çapemeniya azad ve hatin kişandin, li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bibûn sedema hêrsek mezin.

Di êrîşa destpêkê ya 3’yê Adarê de rojnamevan Nujiyan Erhan ku li wê deverê rewşê dişopand, birîndar bû. Nujiyan piştî 19 rojan di 22’yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû. Cenazeyê Nujiyan di 25’ê Adarê de li Şengalê hat definkirin

Lîbya

Di 12’yê Nîsana 2020’an de Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Libyayê Ahmed El-Mismarî diyar kir di nav çeteyên dewleta Tirk şandine Libyayê de komên ji xwe re dibêjin, “Pêşmergeyên Roj” jî hene. El Mîsmarî got, endamekî çeteyê bi navê “Şakir Ferman Salih Bonciq Hîrkefê” li Başûrê Kurdistanê Hewlêrê li gel Pêşmergeyên Roj perwerde ditiye. El Mîsmarî diyar kiribû ku, kesê navborî ji bajarê Tirbêspiyê yê Rojava ye, bi nasnavê xwe “Hesen Cizîrî ye, li Hewlêrê dewleta Tirk perwerde daye wan.

Lêkolînvan û Çavdêrê Siyasî ji derveyî vê hêzê li ser ewlehî û aramiya neteweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê metirsîdar dibînin, di heman demê de, armanca avakirina vê hêzê û ji aliyê PDK’ê ve bikaranîna wê di berjewendî û stratejiya dewleta Tirk a dagirker de dibînin. Li gorî wan ji bo peydakirina piştgiriya herêmî ya ji bo mayîna û berjewendiyên hizbî PDK bi kar tîne.

‘Hêzek Paramilîtere’

Hiqûqnas û Lêkolînvanê Siyasî Aram Hacî bersiva pirsa, “Çima PDK wê hêzê bi kar tîne ? wiha da: “Hêzek paramilîtere; ango kirêgirtî ne. Ji bo armancên wan hêzên derve yê ku bikarin parastina siyaset û stratejiya PDK’ê bikin xizmetê dikin. Beşek ji wê siyaset û stratejiyê hikûmeta Enqerê ye. Mîna komên milîs û paramilîter ên AKP’ê yên ji kesen Qafqas, Çeçen, Efganî, Sûrî û kesên din ên biyanî pêk têne. “

Aram Hacî eşkere kir ku çekdarên Roj ji derveyî asta peywendiyên PDK’ê yên di warê sîxûrî û îstixbaretî yên li gel artêşa Tirk ti destkeftiyek ji bo hikûmeta nîne û ti xizmet ji bo pirsa nîştimanî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê nake.

‘Hêzek ne destûrî û ne yasayî ye’

Aram Hacî bal kişans ser aliyên yasayî yên vê hêzê û wiha pênase dike: “Hêza Roj ji kesên biyanî pêk tê û bi îradeyek hizbî ji aliyê PDK’ê ve pêk hatiye. Di çarçoveya sîstema parastina hêza pêşmerge û sîstema asayîşa Herêma Kurdistanê de cih û pênaseya wan nîne. Ne girêdayî  wezaretên Hundirîn, Pêşmerge û Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ne. Hêzek ne destûrî û ne yasayî ye. Tenê destwerdana herêmî ne û stratejiya Tirkiyeyê li PDK’ê ev hêz daye ferzkirin. Avakirin û bikaranîna vê hêzên li şûna carekê çend caran di warê destûrî, yasa û serweriya Iraqê, yasaya nasname û yasaya karkirina partî û rêxistinên siyasî sûc kirine û binpêkirine. Di heman demê de bikaranîna wan ji bo armanc û stratejiya derve sûcek mezine û cezayê wê jî gelek mezine.”

‘Li ser vê mijarê em ê gilî bikin’

Parlamenterê Berê yê Herêma Kurdistanê û Parlamenterê Komela Dadgerî ya Kurdistanê yê niha yê Iraqê Soran Omer li ser mijarê got: “Hebûna wê hêzê neyasayî ye, ji ber ku endamên wê ne welatiyên Herêma Kurdistanê ne. Li ser vê mijarê em ê gilî bikin. Ji ber ku nexwedî ti nasnameyên fermî yên Iraqê ne û ger ji bo wan hatibe çêkirin jî ne yasayî ne.”

ROJNEWS-BOTAN GERMIYANİ

Show More
Back to top button