Şengalî li dijî planên dagirkeriya Tirk meşiyan û nameyek ji rayedarên Iraqê re şandin

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariya pêkhateyên Êzidî û Ereb li dijî pîlanên dagirkeriya Tirk meşeke girseyî ya bi dirûşmeya, ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ li Şengalê hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariya pêkhateyên Êzidî û Ereb li dijî pîlanên dagirkeriya Tirk meşeke girseyî ya bi dirûşmeya, ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ li Şengalê hate lidarxistin. Girseya gel, ji Iraqê xwest nebe şîrîkê dewleta Tirk a ji bo dagirkirina axa Iraqê û daxwazên ku di daxuyaniya çapemeniyê de eşkere kirin, weke nameyek jî radestê rayedarên Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê hate kirin, ji bo bigihînin hikûmeta Sûdanî.

Dewleta Tirk a dagirker û PDK ku li beramber berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê xetimîne û nikarin armancên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Şengalê pêkbînin, bi trafîkeke nû ya dîplomatîk a ji bo gurkirina şer hewl didin Iraqê jî bikin hevpar şerê qirkirinê. Herî dawî 14’ê Adarê li Bexdayê civîneke li ser pêşxistina şer hate lidarxistin. Li gorî encamên ku di medyaya Iraqê de derketiye, şereke nû ya qirkirinê dixwazin li Başûrê Kurdistanê pêşbixin. Yek ji qada ku herî zêde dibe mijara bazariyê jî Şengale.

Ji dema Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Şengalê kiriye heya niha jî liv û tevgera balafirên Tirk yên li ser Şengalê û êrîşên wan jî zêde bûye. Di nava hefteyekî de du pêşengên din ên Êzidî şehîdbbûn. Li hember van pîlanên nû yên dagirkeriyê û êrişên muhtemel ku dixwazin Iraqê jî bikişînin nava van planên dewleta Tirk û PDK’ê, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li navenda Şengalê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Meşa bi dirûşmeya ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’, îro saet 14.00’ê nîvro li navenda Şengalê li ber Mekteba Sor destpê kir, heya ber avahiya Navenda Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê dewam kir.

Hemû sazî û rêxistinên Şengalê û pêkhateya Erebên Şengalê jî tevlî meşa protestokirina dagirkeriya Tirk û PDK’ê û bêdengiya Irakê bûn.

Di meşê de dirûşmên wekî, ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Bimre xiyanet’ hatin gotin.

Girseya gel a li ber navenda Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê kombû, daxuyaniya çapemeniyê dan û ji vir bangên girîng li hikûmeta federal a Iraqê kirin. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm ve hate xwendin.

‘Piştî têkbirina DAIŞ’ê li Şengalê êrişên dewleta Tirk destpê kir’

Dexîl Îbrahîm destpêkê êrişên dewleta Tirk ên ji sala 2017’an ve li dijî Şengalê destpê kiriye bibîr xist û wiha got: “Piştî têkbirina DAIŞ’ê li Şengalê û vegera xelk destpêkir, bi taybet ji meha Nîsana 2017’an ve dewleta Tirk bi hincetên cûda êrîşê Şengalê dike û gelê me hedef digire. Di nava van salan de bi balefirên keşfê û ên şer bi dehan car êrîş li dijî Şengalê pêk hatine. Di van êrîşan de şervan, xelkê medenî, di nav de zarok hatine hedefgirtin û şehîd bûne. Her ku diçe metirsiya van êrîşan li ser Şengalê zêde dibe. Sedema zêdebûna van êrîşan jî bêdengiya hikûmeta federal a Iraqê ye. Mixabin di serîde Neteweyên yekbûyî, dewleta Iraqê û saziyên parastina mafê mirovan li beramber van êrîşan bêdeng dimînin. Ev êrîşên pêktên tevî ku ji aliyê saziyên peywendîdar yên dewleta Iraqê ve tên lêkolînkirin û bixwe dibin şahid jî, bi ti awayî dengê xwe nakin. Ev bêdengiya hikûmeta Iraqê ya beramber van êrişan me nijeran dike û cihê gûmanê ye.”

“Hem koçberan vedigerînin, hem jî rê li ber dagirkeriya Tirk vedike’

Li ser daxuyaniyên bi nakok ên dewleta Iraqê jî Dexîl Îbrahîm balkêşa li ser van xalan: “Rayedarên Iraqê hem behsa vegrandina koçberên Şengalê û valakirina kampan dikin, hem jî rê li ber êrişên dewleta Tirk vedike! Eger Iraq dixwaze bi rastî gelê Şengalê vegerin ser malên xwe û jiyan careke din li Şengalê geş bibe, bila rê li ber êrişan bigire. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê bi navê hemû pêkhateyên herêmê dewleta Îraqê hişyar dikin. Hedefa dewleta Tirk diyar û berçave. Hevdîtin û lihevkirinên navbera Iraq û dewleta Tirk de dibin navê, ‘Ewlekarî û parastina sînor’ hewldaneke ji bo bêdengkirina Iraqê û raya giştî ya cîhanî ye. Lê di rastiyê de Iraq dixwaze biqasî 40 km axa Iraqê kontrol bike. Eger ev li hevkirin pêk were, dê dewleta Tirk projeya ‘Mîsaqî Millî’ pêk bîne. Pêwîste Iraq van armancên dewleta Tirk bizane û nebe şirîkê wê ku bibe sedama ji destdana axa Iraqê. Em bang li tevahiya hêzên siyasî, civakî û aliyên niştîmanî yên îraqê dikin, li hember van êrişan bêdeng nemînin û çavê xwe ji vê dagirkeriyê re negirin.”

‘Pêwîste gelê Başûr xiyaneta PDK’ê ya li gelê Kurd qebûl nekin’ 

Di beşeke din a daxuyaniya ku Dexîl Îbrahîm xwend de, li ser hevkariya PDK’ê a bi dagirkeran re jî civaka Êzidî û Ereb bangeke girîng li gelê Başûrê Kurdistanê jî kirin û wiha hate gotin: “Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê, hêz û aliyên wê yên siyasî bi baldarî nêzî van lihevkirinên navbera Iraq û Tirkiyeyê bibin. Ji ber ev lihevkirin statûya Başûrê Kurdistanê jî dixin nava metirsiyê. Pêwîste hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê meydanê ji PDK’ê re vala nehêlin û ev xiyaneta wê ya li gelê Kurd qebûl nekin.”

‘Eger Iraq dixwaze gel veger ser malên xwe, bila pêşî li êrişan bigire’

Piştî Dexîl Îbrahîm li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Endama Koordînasyona TAJÊ dayê Şemê Remo axivî. Dayê Şemê dazanîn civaka Êzidî ya di fermanê re derbasbûye, niha dibe hedefa dewleta Tirk û zarokên wan ji aliyê dewleta Tirk ve tên şehîd xistin. Dayê Şemê di dewama axaftina xwede got: “Rojane balafir li ser serê me digerin. Eger Iraq ne şirîkê van plan û êrişan be wê bêdeng nemîne û pêşî li êrişan bigirtiba. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê naxwaze ku xelkê me vegere ser malên xwe, lewma di dema vegera gel de êrişan pêktîne. Divê dijminê me bizane, wê gel heya dawiyê li ber xwe bide û emê serî li ber ti kesî jî ne tewînin.”

Daxuyanî weke nameyek vekirî radestê rayedarên Iraqê hate kirin

Paşê daxuyaniya bi navê girseyê hate xwendin, Radestê Rayedarên Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê kirin, ji bo bigihînin ber destê hikûmetê. Piştî radestkirinê meş bi dawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button