‘Dewleta Tirk hewil dide bi rêya Şengalê xaka Iraqê dagir bike’

Siyasetmedar û Çavdêrên Siyasî yên Iraqê diyar dikin hinek alî rê li ber dewleta Tirk xweş dikin daku Şengalê dagir bike û bi rêya Şengalê dagirkeriya xwe bigihîna kûrahiya xaka Iraqê.

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê didomin. Derbarê êrişan de Siyasetmedar Weid Qidwe û Pisporê Karûbarên siyasî Dr. Ela Neşwe ji Rojnews re axivîn û balkişandin ser armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê.

Di destpêkê de Siyasetmedar Weid Qidwe balkişand ser armanca êrişên dewleta Tirk ên ser Şengalê û got: “Artêşa Tirk a dagirker bi behaneyên cûda cûda hewil dide bi rêya Şengalê xwe bi gihîne nava kûrahiya xaka Iraqê. “

‘Xelkê Şengalê naxwaze PDK vegere Şengalê’

Qidwe got ku berjewendiyên hevbeş di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de hene daku vegerin Şengalê. Lê xelkê Şengalê naxwaze carek din PDK vegere Şengalê û li dijî êrişên dewleta Tirk bi hêrsin.

‘Hinek alî asankariyê ji dewleta Tirk re dikin’

Siyasetmedar Weid Qidwe da zanîn hikûmeta Iraqê nikare li dijî dewleta Tirk rabe û got: “Ji dervey bikaranîna rêyên dîplomasî nikare tiştek din bike. Her wiha li nava Iraqê de jî çend aliyek hene ku asankariyê ji dewleta Tirk re dikin daku artêşa Tirk derbasî nava xaka Şengalê bibe.”

‘Dewleta Tirk dixwaze cihê xwe qayîm bike’

Pisporê Karûbarên siyasî Dr. Ela Neşwe jî îşaret bi aloziya li Şengalê heyî kir û got: “Aloziya li Şengalê pilaneke navdewletî û herêmî ye. Dewleta Tirk bi niyete cihê xwe li bakurê Iraqê qayîm bike.”

Dr. Ela Neşwe destnîşankir ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çareserkirin û biryardana mijarên giring de lewaze û ew ji bûyerên ku rû didin berpirsyare.

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button