Parlamenterê Iraqê bang li Hikumetê kir: Çekên ji bo pêşmergeyan tên li kuderê ne?

Parlamenterê Kurd ê parlamentoya Iraqê Soran Umer piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê got; “Emerîka û 17 welat 8 salin çek û pere bi navê pêşmergeyan dide Hikumeta Herêmê. Ev çek, teqemenî û pêdawîstiyên leşkerî li kuderê ne? Ma ne li çeperên pêşîne? Ji bo çi di bazara çek firoşan de hene? Ji bo çi ew çek li gel berpirsên hizbî hene?

Çeteyên DAIŞ’ê şeva 3 Mijdarê li gundê Xidirce ya dikeve ser Herêma Mexmûrê, êrişî xelkê gund kirin. Di êrişa ser gund de 3 birayan jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê pêşmerge ber bi gund dikevin rê. Çeteyan li ser rêya gund kemîn danî ber pêşmergeyên bi hewara xelkê gund ve diçûn. Lê pêşmerge dikevin kemîna çeteyan, di encam de 10 pêşmerge jiyana xwe ji dest didin. Piştî êrişê pirsyara ‘Gelo çima pêşmerge bê çekên giranin? di nava raya giştî de belav bû.

Soran Umer di hilbijartinên dawî yên Iraqê de bi serket û piştî li parlamentoya Iraqê sond hate xwarin, wê bi fermî bibe parlamenterê Iraqê.

Soran Umer li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser malpera xwe ya facebookê peyamek belavkir.  Soran di peyama xwe de qala çekên ji bo Hikumeta Herêmê tên şandin dike.

Soran di destpêka peyama xwe de dibêje; “Emerîka û 17 welatên din 8 salin çek û pere bi navê pêşmergeyan ji bo Hikumeta Herêmê dişîne. Di sala 2014’an de Emerîka bi bihayê 100 milyon dolar kel û pelên leşkerî, 12 hezar çek, hezar muşek, 50 wesayîtên zirxê û 5 milyon kel û pelên leşkerî ji Herêma Kurdistanê şand.

Heman salê Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê ragihand, ji çek û teqemeniyên ji bo Iraqê hatine şandin, 300 ton pêdawîstiyên leşkerî ji bo Herêma Kurdistanê hatine şandin.

Ji wê demê heya niha Emerîka çek ji bo pêşmergeyan dişîne. Di sla 2016’an de Emerîkayê daxuyakirin ku wana bi bihayê 415 milyon dolar kel û pelên leşkerî daye pêşmergeyan. Herwiha 17 welatên din ên Hevpeymana Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê, bi heman awayî alîkariya pêşmerge kirine. Emerîkayê bi bihayê 600 milyon dolar ji bo perwerdekirina hêzên Iraq û Pêşmerge xerc kiriye. Bi heman armancê sala borî bi bihayê 250 milyon dolar çek û wesayîtên zirxê radestî pêşmergeyan kiriye.”

Soran Umer di dawiya peyama xwe de ji Hikumeta Herêmê çend pirsyaran dike û dibêje; “Çek, wesayîtên leşkerî û pêdawîstiyên leşkerî li kuderê ne? Ji bo çi ev çek di bazara çek firoşan de heye? Ji bo çi li gel berpirsên hizban heye? Pêşmerge hîn jî qurbaniyek zêde dide, ji bo çi çekên pêşketî di kolan û bajaran de dijî miletê me tên bikaranîn?.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button