PADÊ: Dixwazin peymana 9’ê Cotmehê bi şerê taybet pêkbînin

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi tevlîbûna hemû berpirsên şaxên PADÊ û endamên partiyê civînek lidarxist. Di civînê de têkildarî rewşa Şengalê û duwemîn salvegera peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê û hewildanên pêkanîna vê peymanê bi şêwazên cûda nirxandin hatin kirin.

PADÊ li navenda xwe ya li Sinunê bi amadebûna hemû endamên polîtbûroya partiyê, berpirsên şaxan û endamên partiyê civînek lidarxist. Civînê bi deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre  rewşa PADÊ a rêxistinî hate nirxandin û ji bo bi hêzkirina PADÊ li himberî pilanên bê îradekirina Êzdiyan nirxandin hatin kirin. Di civînê de rewşa siyasî ya li Herêmê ,salvegera Peymana 9’ê Cotmehê a liser Şengalê her wiha komploya  navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1999’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate destgiritn.

Kompiloya li ser Rêber Ocalan û Peymana 9’ê Cotmehê wek dû mijarên ji hev ne qut hatin binavkirin û wiha hate gotin: “Gelê Êzidî ji bo karibe xwe  birêve bibe û  bibe xwedî îrade, ji sala 2014’an û şûnde xwe liser fikir û ramanên Rêber Ocalan rêxistin kir, saziyên xwe dane avakirin û bi vî fikrî  xwedî li çand, ziman, ax û hebûna xwe derket.

Ev rêxistinbûna Êzdiyan hin aliyên weka PDK’ê ji xwere metrsî dîtin û ne li gor berjewendiyên wan bû. Ji ber wê jî bi hevkariya dewleta Tirk li 2020’an peymana 9’ê Cotmehê liser îradeya Êzidiyan û rêxistina wan îmze kirin. Gelê me  nehişt ev  pilana tinekirinê biserbikeve û di serîde jin û ciwan hemû gelê me bi pêkhateyên din ê Şengalê re ev peyman redkirin û xwedî li destkeftiyên xwe derketin.

Niha PDK dixwaze bi şêwazekî din vê peymanê pêk bîne ew jî bi rêya şerê taybet û valakirina Şengalê ji Êzdiyane.  Armanc ewe di vê rojê de ew tovê azadiyê ê fikrê Rêber Ocalan ku li Şengalê hatiya çandin hişk bikin.”

Di civînê de gelek mijarên di rojeva gelê Şengalê û Êzdiyan de ne jî hatine destgirtin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button