Şengal bi berfê spî bû

Li Şengalê piştî duh bi şev bayek sar û bihêz, danê siharê barîna berfê destpê kir.

Bi derketina rojê re çavê xelkê Şengalê bi berfê ket, hema bêje Şengal hemû spî bûye.

Herî dawî di 22’ê Kanuna 2021’an de bi şev çiyayê Şengalê bi berfê spî bibû. Wê demê bi taybet herêmên Çilmêra, Serdeşt û Kolika berf barî bû.

Piştî wê îro yekemîn berfa salê ku tevahiya Şengalê spî kiriye. Barîna berfê dewam dike.

Hêjayî gotinê ye hîn jî 3 hezar û 200 malbat li Serdeşta Çiyayê Şengalê jiyan dikin. Piraniya malbatan di bin çadiran de jiyan dikin.

ŞENGAL

Show More
Back to top button