TAJÊ: Dixwazin senaryoya Efrînê li ser Şengalê jî pêkbînin!

TAJÊ di salvegera 5’an a dagirkirina Efrinê de daxuyaniyeke çapemeniyê da û diyar kir, pîlanên li ser Efrînê pêkanîn, niha dixwazin li ser Şengalê jî pêkbînin û got: “Em ti biryarek ji derve li ser xwe qebûl nakin. Ancax yên Şengalê parastine bikarin biryarê li ser Şengalê bidin. Her kî bixwaze axa me dagir bike, emê li ber rabin. Divê Iraq jî nekeve xefka dewleta Tirk a dagirker.”

5 sal li ser dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê re derbas dibe. Di nava salan de bi sedan welatiyên Efrînê hatin revandin, qetilkirin û destdirêjî li jinan hate kirin. Her wiha rojane demografya Efrînê tê guhertin û li cihê wan malbatên çeteyan tên bicîhkirin. Li gel guhertina demografyaya Efrînê jîngeha wê tê qirkirin û destdirêjî li pîroziyên gelên li Efrînê dijîn tê kirin. Yek ji qurbaniyê êrîşên dagirkeriyê jî Êzidiyên Efrînê bûn. Êzidî li Şengalê ji aliyê DAIŞ û PDK’ê ve, li Efrînê jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin koçberkirin û di fermanê re derbasbûn. Di salvegera dagirkirina Efrinê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê hemû şehîdên berxwedana serdemê jî hatin bîranîn û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Kordînasyona TAJÊ Ehram Îsmaîl ve hate xwendin. Ehram Îsmaîl daxuyaniyê bi bîranîna şehîd Barîn û Avesta û hemû cangoriyên berxwedana serdemê destpêkir û got: “Êrîşên dijî Efrînê êrîşên tirsonek û na merdanebûn. Em weke gelê Şengalê berxwedana Efrîniyan ji dil û can silav dikin.”

‘Divê Iraq nekeve xefka dewleta Tirk a dagirker’

Di dewama daxuyaniyê de Ehram Îsmaîl dazanîn, dewleta Tirk a dagirker li gel dagirkirina Efrînê, hem xwezaya wê talan kir û hem jî demografyaya wê guhert û wiha pêde çû: “Îro dewleta Tirk dixwaze li Iraqê jî vê pîlanê li ser Şengalê pêkbîne. Hewl dide vêya jî bi hevkariya Iraqê pêkbîne. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku nekeve xefka dewleta Tirk a dagirker.”

‘Kî bixwaze axa me dagir bike, emê li dijî rabin’

Ehram Îsmaîl bi vê boneyê îşaret bi pilanên nû yên dewleta Tirk ên dijî Şengalê jî kir û vê hişyariyê li hikûmeta Sûdanî kir: “Kes nikare biryaran li ser civaka Êzidî bide. Ancax yên Şengalê parastine dikarin biryarê bidin. Divê ji bo çareseriya her pirsgirêkek ewlekariyê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê esas werin girtin. Lê her kî bixwaze axa me dagir bike, emê ji wan re qebûl nekin.”

Daxuyaniya TAJÊ bi, dirûşmeya, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button