MXDŞ: Şehîd Dilşêr bû Derwêşê serdemê

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) gerîlayê HPG’ê Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) ku di berxwedana Şengalê ya li dijî DAIŞ’ê de yêk ji gerilayên destpêkê gihêştîbû hawara xelkê me ye bibîr anî

Gerîlayê HPG’ê Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) di 18’ê Cotmeha 2020’an  li qontarê Çiyayê Amanos a navçeya Dortyolê ya Hatayê şehîd bûbû, herî dawî piştî 5 mehan dewleta Tirk nû cenaze radestî malbatê kir û cenaze hate veşartin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) gerîlayê HPG’ê Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) ku di sala 2014’an de, di berxwedana Şengalê ya li dijî DAIŞ’ê de cih girtîbû bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji malbata Herekol re sersaxî xwest û wiha got; “Dema xeterî li ser Şengalê çêbû Fermandar Dilşêr bi 12 siwarên xwe ve berê xwe da wargeha Miqedest Şengalê. Beriya êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê de, Fermandarê nemir Dilşêr gelek hewildan kir ku rê li pêşiya êrişan bigire. Lê, ji ber hebûna zêde ya pêşmergeyan ti kesî bawer nekir ku wê Şengal were firotin û bi hêsanî ji DAIŞ’ê re were valakirin. Di dema fermana 3’yê Tebaxê de Şehîd Dilşêr bi 12 siwariyên xwe re erka xwe ya dîrokî ji bo civaka Êzidî pêk anî. Bi berxwendan û parastina çiyayê Şengalê û parastina civaka Êzidî ya ji çeteyên hov ên DAIŞ’ê Şehîd Dilşêr bû Derwêşê serdemê.”

Di berdewamiya daxwuyaniya MXDŞ’ê wiha hate gotin; “Ked û têkoşîna Şehîd Dilşêr û hevalên wî nehişt çeteyên DAIŞ’ê bigihîn armanca xwe ya tinekirina ola Êzidiyan. Di dema ku di 3’yê Tebaxê de berê hovitiya xwe dan Şengalê, hêzên ku xwe xwediyê Şengalê didîtin, ji nişka ve jin, zarok, kal û tevahiya civaka me di nava pencên çeteyan de hiştin. Gerîla li ser biryara Rêber Apo ji bo parastina Êzidiyan, xwedî li civaka Êzidî derketin. Şehîd Dilşêr ji wan re pêşengî kir. Her kesî, heta kevir û darên çiyayê Şengalê ked û rola gerîla ya ji bo parastina Şengalê dîtin û ev yek nayê înkarkirin. Piştî  rê li ber fermanê hate girtin, Şehîd Dilşêr Herekol  yekemin kes bû dest bi perwerdekirina ciwanên Êzidî kir û bi saya wan şehîdan YBŞ’ê û YJŞ’ê hatin avakirin  ku bûn hêzên  parastina Êzidayan ên ebedî.”

Daxwuyaniya Meclîsê wiha bi dawî dibe; “Şengala ji ber çeteyan hatî  valakirin, niha gel pêl bi pêl divegerî û bi azad jiyan dikin. Civaka Êzidî sazî û rêxistinên xwe dane avakirin û xwe bi rêve dibin. Weke gelê Êzidî em ê qet van destkeftiyan ji bîr nekin ku bi keda şehîdan û Dilşêran hatine bidestxistin. Em soz didin ku xewn û xeyalên şehîdan xwedî derkevin. Heta dawî ji bo Şengalek xweser  em ê têkoşînê bikin. Em ê li hemberî her êrişek li ser destkeftiyên şehîdan li ber xwe bidin.”

Show More
Back to top button