Xelkê Şengalê: Divê Iraq piştgiriyê nede siyaseta faşîst ya Erdoğan!

Xelkê Şengalê yê tevlî meşa dijî pîlanên nû yên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê bûn, bang li Iraqê kirin ku nebin hevkarê siyaseta faşîst a dewleta Tirk a dagirker û gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi vegera koçberan re careke din êrişên xwe yên dijî Şengalê zêdekir. Dixwazin em warê xwe terk bikin, lê emê Şengalê terk nekin. Divê Iraq jî piştgiriyê nede siyaseta faşîst a Erdogan."

16’ê Adarê li Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê, meşek girseyî li dijî pîlanên nû yên dagirkeriyê hate lidarxistin. Hemû pêkhateyên Şengalê tevlî meşê bûn. Piştî meşê nameya ji girseyê re hate xwendin ji bo bigihije Hiikûmeta Federal a Iraqê radestê rayedarên Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê hate kirin. Welatiyên ku beşdarê meşêbûn, li ser mijarê ji ajansa me re axivîn.

‘PKK partiyeke cîhaniye’

Endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam, li ser dijwarbûna êrişên dewleta Tirk, dazanîn ewê axa xwe terk nekin û wiha axivî: “Wezîrê karên Derve yê dewleta Tirk hate Iraqê û serdana Hewlêrê jî kir, ji bo êrişê çiyayên Kurdistanê û Şengalê bike, piştgiriyê bidin wan. Dewleta Tirk êrişê axa me dike û ti sedemeke din nîne. Eger dibêje, bi hinceta PKK’ê jî êriş dike, em bi PKK’ê serbilind in, ji ber PKK partiyeke cîhaniye û ji her devera cîhanê mirov têde hene.”

‘Em ti biryareke li ser Şengalê were girtin qebûl nakin’

Dayê Neam di dewama axaftina xwede, dazanîn ewê ti biryar û lihevkirineke nû ya dijî Şengalê qebûl nekin û wiha dirêjê bi axaftina xwe da: “Em weke pêkhateyên Şengalê, biryarên li ser Şengalê têne girtin, qebûl nakin. Em ê li dijî wan biryaran derbikevin. Em ê axa xwe terk nekin. Em weke xelkê Şengalê, daxwaza mafê xwe dikin û dixwazin bi aramî li ser axa xwe bijîn. Pêwîste Iraq li beramber êrişên dagirkeriyê serweriya xwe biparêze û teslîmê dewleta Tirk neke. Eger îro êrişê Şengal û çiyayên azad bike, divê Iraq bizane wê sibe ev dewlet êrişê Bexda’yê jî bike.”

‘Piştgiriyê nedin Erdoğan’

Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Neam Bedel ji hikûmeta Iraqê xwest, piştgiriyê nedin Erdogan û banga: “Divê gelê mejî rabin ser piyan û li ber êrişan rabin. Pêwîste ji 7 salî heya 70’ê salî em li dijî van pîlanan derkevin kolan û li ber siyaseta şaş rabin.”

‘Ji ber em xwe rêxistin dikin, êrişan pêktînin’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê Ala Şengalî jî, ji ciwanan xwest li dijî êrişên dagirkeriyê xwe rêxistin bikin û got: “Em ciwanên Êzidî xwe birêxistin û perwerde dikin. Ji ber dizanin em xwe birêxistin dikin, lewma êrişê me dikin. Banga min li civaka Êzidî û bi taybet jî li ciwanan ew e ku xwe perwerde bikin, nas bikin da ku carek din neyên xapandin.”

‘Dema dîtin gelê me vedigere ser warê xwe dest bi êrişan kirin’

Endamê Meclîsa giştî ya Şengalê Celal Şengalî jî dazanîn tifaqek navbera dewleta Tirk û Iraqê de çêdibe û wiha axiviî: “Dema dîtin, gelê me vedigerin ser warê xwe, dest bi êrişan kirin. Şengal, Şengala me ye û em terka warê xwe nadin. Ji bo em êrişên dagirkeriyê şermezar bikin, tevlî meşêbûn.”

‘Ji bo êrişên li ser me bên şikandin, divê gel rabe ser piyan’

Hevseroka Meclîsa Gel a Sîba Şêx Xidir Gulê Elî jî diyar kir, balafirên Erdogan li zarokên wan bide jî, ew ê gav bi paş ve ne avêjin û wiha axivî: “Bes balafiran bi ser me de rakin û zarokên me bikujin. Hun çiqasî êriş bikin jî em ê hîn bêhtir li ber xwe bidin. Bila gel jî rabin ser piyan da ku êrişên li ser me bên şikandin.”

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Show More
Back to top button