Xelkê me serdana navenda YBŞ’ê kir

Gefên dewleta Tirk ya dagirker ya li ser Şengalê dewam dike. Li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker xelkê me bi hemû pêkhateyên xwe ve di nava berxwedanê dene. Li hemberî van gefan bertekê xelkê me jî pir zelal derdikevi holê. Li ser îdeayên ku êrişek yê li ser Şengalê pêk bînin xelkê me berê xwe dan saziyên xwe û berteka xwe nîşan dan.

Xelkê me li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk ya dagirker îro berê xwe dan navenda navenda YBŞ’ê ya li Xanesorê û piştgiriya xwe ya ji bo şervanên YBŞ û YJŞ’ê anîn ziman.

Ji bo piştgirîdayîna şervanên YBŞ û YJŞ’ê xelkê me bi sazî û rêxistinên xwe serdana navendê kirin li ber deriyê navenda YBŞ’ê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Semîr Derwîş ve hate xwendin de serokkomarê Tirk Receb Tayîp Erdogan serokê çeteyan hate binavkirin û wiha hate gotin; “Carek din Erdoganê faşîst gefa dagirkirinê li Şengalê dike. Em weke xelkê Êzidî, ji êriş û gefên wan natirsîn û emê heya dawî piştgiriya hêzên xwe yên parastinê bikin. Erdogan dixwaze xewna Osmaniyan nû bike, lê emê rê nedin ev xewna wî li ser axa me pêkwere.”

Piştî daxuyaniyê yek ji fermandarê YBŞ’ê Dijwar Feqîr axivî û wiha got; “Gote goteyên êrişek li ser Şengalê hene, helwesta gelê me a hemberî gefan pîroze. Helwesta me wek hêzên parastinê, li hemberî her êrişa ku civaka me bike hedef, zelale. Şengal cihê berxwedanê ye, her kesê ku bixwaze axa me dagir bike, wê fedaiyên Êzidxanê li hemberî xwe bibîne.”

Dijwar Feqîr da zanîn ku civaka me êdî dizane, ger êrişek pêkwere, wê dagirker ferqê nexe nava hêzên leşkerî û sivîlan. Dijwar got ku ji ber vê yekê jî helwesta gel derdikeve pêş û got; “Serdana xelkê me ya ji bo hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşê kêyfxweşî û moralek mezine.”

Herî dawî girseya li ber derê navenda YBŞ’ê kombûyî, dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Bijî berxwedana YBŞ û YJŞ’ê’ qêriyan û dawî li çalakiya xwe ya piştgiriyê anîn.

ÇAVKANÎ; ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button