Şaredariya Gel beriya Newroz û Çarşema Serê Nîsanê dest bi pêngava paqijiyê kir
Bi hatina baharê re Şengalî derdikevin seyranê, ji bo demeke xweş derbas bikin, lê ji ber bermahiyên xwe li paş xwe dihêlin, Şaredariya Gel a Şengalê jî pêşiya Newrozê û Çarşema Serê Nîsanê, pêngaveke paqijiyê da destpêkirin û bi vê boneyê bang li gel kir ku, herêmên ku serdana wê dikin paqij bihêlin, ji ber qirêjî ne hêjayî gele û got: "Divê xelkê Şengalê jîngeha xwe wisa paqij bigirin ku herkes bêje axa xwe diparêzin."
Şaredariya Gel a Şengalê ji bo pêşwazîkirina Newrozê û Çarşema Serê Nîsanê, dest bi pêngava paqijiya seyrangehan û cihên ku herî zêde xelk serdanê dikin, kir.
300 endamên şaredariya Gel a Şengalê li seranserê Şengalê xebatên xizmetgûzariyê dimeşînin, yek ji karê ku herî zêde pê radibin jî, paqijkirina Şengalê ye.
Şaredariya Navenda Şengalê û ya Til Qesebê bi hatina baharê re dest bi xebatên hevpar yên paqijgirtina jîngeha Şengalê kirin û amadekarî ji pêşwazîkirina Newrozê û Çarşema Serê Nîsanê re dikin.
Herdu şaredariyên gel bi awayeke hevbeş, ji bo paqijkirina seyrangeha Solaxê dest bi pêngaveke nû kirin. Her wiha hate gotin, wê xebatên paqijiyê hem li gundan hem jî li nava bajêr jî werin meşandin.
Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a bajarê Şengalê Cindo Emer di derbarê xebatên paqijiyê ên şaredariyê de axivî û banga paqijgirtina jîngeha Şengalê li hemû welatiyan kir.
‘Divê gelê me qirêjiya jîngeha Şengalê hêjayî xwe nebîne’
Cindo Emer var; “Îro me dest bi hemleya paqijiyê kir, cejna Newroz û cejna Çarşema Serê Nîsanê jî nêzin. Em van herdu cejnan ji niha ve li xelkê xwe pîroz dikin. Ji bo me cihê xemginiyê ye ku seyrangehên Şengalê qirêj werin hiştin. Hêviya me ji xelkê me ew e ku dema diçin seyranê li pey xwe paqij bihêlin. Dikarin kîsên gelaşê, bi xwe re bibin, ji bo gelaşê li pişt xwe nehêlin. Qirêjî ne hêjayî Şengalê ye. Li lofên Şengalê, Solax, Til Qeseb, Sîba û Til Ezerê em plan dikin ku hemleya xwe ya paqijiyê bidomînin.”
‘Şaredariya dewletê li gorî derfetên di destê wan de xizmetê ji gel re nake’
Cindo Emer dazanîn tevî ku derfetên şaredariya dewletê heye jî, heya niha xizmeteke baş ji bo xelkê Şengalê nekiriye û wiha pêde çû: “Peywendiya me bi şaredariya dewletê re qelse, ew bixwe zêde ne rehetin, lê hêviyên me ji wan jî hebûn. Eger beriya fermanê û piştî wê paqijî hatiba kirin, wê gel jî fêrî paqijkirina jîngehê bibana. Me çiqas xwest wan bixin tevgerê jî, kêmbûna derfetan dan pêş. Lê eger ew derfetên di destê wan heye, di destê me de heba, me dikarî gelek karên mezintir bikin. Heta dikarî bibe sedema guhertineke mezin li Şengalê. Şaredariya dewletê em dibînin tenê diçe paqijiya ber hinek malan dike û karê wan yê paqijiyê bi karê rojek an du rojan re sînordar dimîne.”
‘Bila xelk bibîne, Şengal xwedî li axa xwe derdikeve’
Cindo Emer ji bo paqij girtina jîngeha Şengalê jî hişyariyên girîng kir û got: “Xelkê me layîqî xizmetek mezine, hêviya me jî ji xelkê me ewe ku mijara paqijiyê cidî bigirin. Ne bi şaredariyê bana wê xelkê me zehmetiyek mezin kişandiba. Em wek şaredariya Rêveberiya Xweser, destê me bigihije kuderê diçin wir. Lê dîsa hîn jî karê ku em têde kêm dimînin hene. Lê emê bi hevkariya gelê xwe wan kêmasiyan jî derbas bikin. Di şaredariyên Rêveberiya Xweser de bi giştî nêzî 300 endam hene. Heta roja me ya îro me Şengal li hêviya kesî nehişt, dibe ku hinek kêmasî hebin jî lê em hewl didin pediviyên xelkê xwe hemû dabîn bikin. Hêviya me ji gelê me berpirsyarî ye, bila kesên ku Şengalê dibînin, bibînin ku xelkê Şengalê xwedî li axa xwe derdikeve.”