Li Helebê amadekariyên Çarşema Serê Salê

Civaka me amadekariya pîrozkirina Çarşema Serê Salê dike. Hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê piştrast kir ku siyasetên qirkirinê israra civaka me ji bo ku ola xwe biparêzin û ayînên xwe pêk bînin, naşikîne

https://www.youtube.com/watch?v=KIHdElp-M5E

Mala Êzidiyan a Helebê amadekariya pîrozkirina cejna Çarşema Serê Nîsanê dike. Li gorî salnameya rojhilatî, ev roj di çarşema yekemîn a salê de tê pîrozkirin ku îsal dikeve 14`ê Nîsanê.

Ev cejn ji bo civaka me tê wateya destpêka afirandina gerdûnê û destpêkirina jiyanê.  Di wê rojê de, civaka me hêkan dikelînin, qalikên hêkên kelandî sembola helîna qeşeya li ser rûyê erdê ye. Rengdana wan jî tê wateya rengên gul û kulîlkên ku bi hatina biharê re dibişkivin.

Her wiha qalikên hêkên kelandî di nava zeviyan de belav dikin, wek nîşaneya xêr û bereketê û di vê mehê de nabe tu kes erdê bikole yan jî biajo, ji ber ku piraniya cureyên kulîlk û gulan di vê mehê de dibişkuvin.

Di vê mehê de heta zewac jî qedexe ye, ji ber ku li gorî baweriya civaka me xweza di Nîsanê de xwe nû dike.

AMADEKARIYÊN ÎSAL

Ji bo pîrozkirina vê rojê Mala Êzidiyan a Helebê, du kom ava kirine, yek ji 8 jinên ciwan û ya din ji 13 zarokan pêk tê, da ku dua û gotinên olî yên girêdayî Çarşema Sor bibêjin.

Bi nêzîkbûna Çarşema Sor re zarok perwerdeyên xwe zêde dikin. Der barê vê mijarê de hevseroka Mala Êzidiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Gulê Xezalê ev roj li tevahiya êzidiyan bi taybet êzidiyên Efrînê pîroz kir.

Gulê wiha got: “Ev bû 3 sal em vê cejnê li derveyî Efrînê û dûrî cihên xwe yên pîroz, pîroz dikin.”

Gulê wiha domand: “Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, çeteyan bi zanabûn bi armanca tunekirina êzidiyan, cihên pîroz ên êzidiyan wêran kirin.”

Gulê piştrast kir ku ruxmî siyaseta qirkirinê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî civaka me, lê ew ji bo parastina ol û ayînên xwe bi israr in û bi wan kirinan, ev israr nayê şikandin.

Di dawiyê de Gulê got: “Em hêvî dikin ku aştî û ewlehî li her çar parçeyên Kurdistanê pêk were, Efrîn û tevahiya herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tik û çeteyên wê rizgar bibin.”

ÇAVKANÎ: HENAN MIHEMED-HELEB-ANHA

Show More
Back to top button