‘Bi kedê re mezin bûm’

Şengala ku piştî Fermanê êdî hêdî hêdî birînên xwe derman dike her roja diçe bi ked û hêza xwe jiyana xwe ya berî dubare nûjen dike û xelkê Êzîdî di nav aramiyê de jiyana xwe derbas dike. Mamê Newaf ê ku li seranserî Şengalê bi hunera xwe ve tê naskirinê da diyaririn ku ew bi keda desta xwe ve jiyana xwe ji nu de ava dike.

Mamê Newaf Necafî ku eslê xwe ji eşîra Heskanî ye, niha li Nehya Sinûnê ya Şingalê jiyan dike. Di derbarê kar û xebatên xwe yên necariyê de ji Radyo me ya Dengê Çira Şingalê re peyîvî. Nawaf Necarî ku di sala 2007’an de dest bi vî karî kiriye û ev 14 sale bi tena serê xwe ji bo debara mala xwe bi rê ve bibe vê karî dike, lê ruxmî zor û zehmetiyên ku di nava kar û xebatê wî de derdikeve dîsa jî eşqê wê yê kar her roj ji beriya wê zêdetir dibe.

Mamê newaf ê ku di temenê xwe de karekî ji bilî vî karî nekiriye û temenê wî jî mezine bi tempoyekî bê hempa kare xwe dike. Her sibe  seet 8 ji mala xwe derdikeve,  berê xwe dide karê xwe û heta êvarê kar û xebatê xwe yê necariyê dide meşandin û li gel viya jî bi cîranên xwe yên sukê re dan û standin dike û wiha roja xwe bi kêfxweşî û tujî hêvî derbas dike. Mamê Newaf bi rukeniyekê lê wate barkirî ji me re qala serpêhatiya kare xwe kir: “ Di temenekî pir biçûk de fêrî vî karî bûm û li ber destê birayê xwe yê ku ew bi xwe jî necar bû fêr bûm. Piştî mezin bûm ew fêrbûna ku min ji birayê xwe girtiye êdî min ji xwe re pêwîstî dît ku ez jî weke wî dest bi vî karî bikim û gavekê din jî xwe nêzî jiyana ked û keyfxweşiyê bikim.”

Mamê Nawaf ku ji aliyê xelkê Sinûnê ve tê naskirin wiha qala kar û xebatên xwe dike: “ di sala 2007’an de min dest bi vî karî kiriye û ev 14 sal e ez vî karî dikim. Berî Fermanê jî min ev kar dikir û dikana min li Mifriqa Sinûnê bû. Di vî karî de tişta herî hêsan ew zehmet e. Ji ber ku şuxlê dolabên biçûk ji yên mezin zêde û zehmetire e. Ji bajarokên weke Borik, Xanesor û gundên din ên Şingalê jî tên ba min.”

Necar di berdewamiya axaftinên xwe  de li ser bihayên kirina darên ku dikire jî wiha got: “ Em darên xwe ji Misûl tînin, berî dolar rabe bihayê van darên ku em dikin dolab 354 hezar bû lê piştî dolar rabû niha bihayê wê bûye 700 û 750 î. Ango bihayê wê bûye du qat. Ez bi zorê heqê xwarina xwe derdixim û gelek zehmetiyê pê ve dibim. Çi şûxlê daran hebe ez dikarim çêbikim. Ev karek fikrî ye, yê ku fikrê wî li ser nebe û zanebûna wî nebe li ser vî karî nikare bike. Karek hostatî dixweze.”

Sena Qîranî-Radyo Çira Şingalêê

Show More
Back to top button