3 welatiyên me jiyana xwe ji dest da

Hate hînbûn ku li wargeha Bêrsiva 2 ya li Zaxo ya dihokê ye û têde welatiyên me diman vê sibehê şewat derketiye

Rojnews ragihand ku 3 Şengaliyên me di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dane û 5 kes birîndar bûne.

Hate hînbûn ku hemû qurbaniyên şewatê ji heman malbatê ne. Li gora agahiyên hatine dayîn şewat ji ber hevgirtina ceyranê derketiye.

Koçberên ji Şengalê li wargehê diman. Li gora agahiyên ketine ajansan qurbanî bav û 2 zarokên xwene. 5 brîndar jî ji heman malbatê ne.

Hate hînbûn ku Xalid Eliyas ku xelkê Komalgeha Sîba Şêxxidir a ser bi Şengalê ( 31) ye li gel keça xwe ya 11 salî û kurê xwe yê 10  salî jiyana xwe ji dest dane.

Xalid li gel malbata xwe di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji ber hovîtiya DAIŞ’ê koçberî başûrê Kurdistanê bibû û li Wargeha Bêrsivê di bin kon de dima.

Heman ajansê agahî parvekiriye ku birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.

Ne cara yekê ye ku li kampên welatiyên me dimînin şewat rû didin. Di destpêka sala 2020’î de jî li kampa Çemîşkoyê ya Zaxoyê şewat derketibû. Di encamê de 12 konên welatiyên me şewitî bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi deh hezaran koçberên me li zêdetirî 20 kampên başûrê Kurdistanê, ji ber xemsariya desthilatdariya herêmê, bi awayek dorpêçkirî, di nava şert û mercên giran de dijîn.

Em jî li ser navê Radyoya Çira Şengalê ji xelkê xwere û malbata Xalid Eliyas sersaxiyê dixwazin.

Show More
Back to top button