Ciwanên Êzidî bi rihê tolhildanê meşiyan 

Di pêşengtiya Jinên Ciwanên Êzidî de ji bo salvegera fermanê meş hate lidarxistin û daxuyanî hate dayin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de gotin: “Bila dijmin bizanibe ew êdî nikare me ji ol û baweriya me qut bike. Sedem û hêza vê jî fikirê Rêber Apo û berxedaniya şervanên azadiyê ye.”

Di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê de ji bo salvegera fermanê îro li navenda Şengalê bi diruşmaya ‘Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan emê bibin bersiva fermanan’ meşek hate lidarxistin. Meş ji Sûka Kevin cihê ku gerîlayên azadiyê 11 mehan li dijî çetêyen DAIŞ’ê berxweda bûn despêkir û heta Medreseya Sor dewam kir.

Di meşê de Yekîtiya Ciwanên Êzidî jî amedebûn. Ciwan di meşê de wêneyên şehîdên fermana 2014’an, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Yekîtiya Ciwanên Êzidî rakirin. Ciwan li ber avahiya Medreseya Sor daxuyanî dan.

‘Sedema fermanê PDK ye’

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Jinên Ciwanên Êzidî Xalya Şengalî ve hate xwendin de hate gotin: “Em di pevajoyek hessas û girîng de derbas dibin. Dewleta Tirk û hevalbendên wan wekî PDK’ê civaka Êzidî hedef girtin. Civaka Êzidî heta niha çand û nirxên xwe parastiye. Herkes dizane ku di sala 2014’an de çi li serê civaka Êzidî hat. Di fermana 2014’an de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, firotin û revandin. Bi taybet jî jin û zarok hatin revandin. Civaka Êzidî di vê fermanê de berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Di van çiyayan de bi hezaran dayîk, xwişk û zarokên me ji tîhna û ji birçîbuyîna jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya herî mezin dîsa li ser gelê Êzidî di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêkhat. Yên ku bûne sedema vê fermanê peşmerge bûn. Peşmergeyên PDK’ê çekên xwe berdan û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.”

‘Em deyndarê Rêbertî ne’

Li ser rizgarkirina Şengalê jî wiha hate gotin: “Roja fermanê me dît kî me firot û kî li me xwedî derket, ji destê xayînan gelê me û axa me rizgar kir. HPG- YJA-Star û şervanên YPG- YPJ gelê Êzidî ji hovîtiye DAIŞ’ê xelas kir. Bi sedan kesî taybat jî jin ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin û radestî malbatên wan kirin. Bila dijmin bizanibe ew êdî nikare me ji ol û baweriya me qut bike. Sedem û hêza vê jî fikrê Rêber Apo û berxedaniya şervanên azadiyê ye. Em fedakarî û berxwedaniya gerîla ji bîr nakin. Em heta dawî deyndarê fikrê Rêbertî ne.”

‘Ji bo xwesertî emê rexistina xwe mezintir bikin’

Ciwanên Êzidî wiha soza tolhildanê dan: “Em wekî Jinên Ciwanên Êzidî û Ciwanên Êzidî pêşengên civakê ne. Em soz didin tolhildana şehîdên xwe hilînin û xwîna wan li erdê nahêlin. Em soza tolhildanê ji bo xwişk, dayîk û birayên xwe jî didin. Emê pêşengtî ji bo civaka xwe bikin. Emê tekoşîna xwe li ser xeta şehîdan bilindtir bikin û bibin şopdarê Bêrîvan, Mam Zekî û Zerdeştan. Em wekî Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê soza azad kirina hemû jinan didin. Em hemû îxanetkar û dijminên xwînxwar ji axa Şengalê derxînin û bi fikrê Rêber Apo xwe bi rexistin bikin, ji bo xwesertî û parastina Şengal û gelê xwe. Bila herkes bizanibe emê heta dawî bêjin Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe, Jin jiyan azadî û bijî berxwedana Şengalê.”

Meş bi diruşmaya “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, Jin Jiyan Azadî û Bijî Berxwedana Şengalê re dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button