YBŞ: Dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze gelê me bê îrade û bê nasname bihêle

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di êrişa îro ya bi riya balafira biçek a bêmiron de ti ziyan negihîştiye hêzên wan û got: ”Bi van êrişan jî dixwaze di nav gelê me yê Êzidî yê de ku di van rojan de vedigere ser xaka xwe tirs bide ava kirin, bê îrade û bê nasname bihêle.”

Balafireke biçek û bêmirov ya dewleta Tirk li ber baregeha artêşa Iraqê ya gundê Behreva ya Xanesorê îro bombe li wesayîteke YBŞ’ê barandîbû . Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişê daxuyanî da.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye: Dewleta Tirk a dagirker û qirker ev du hefteye li ser qada me tevgera balafirên xwe yên bi çek û bê mirov zêdekiribû. Îro di navbera saet 9.30-10.00’an de bi heman awayî wesayîtek me du caran bi balafirê bê mirov û bi çek hate hedef girtin.

Di encama vê êrîşa hewayî de ti zirar negihiştiye hevreyên me.

Dewleta Tirk ya dagirker û qirker li ser herêmê û gelên Rojhilata Navîn êrîşên xwe yên hovane berdewam dike.  Bi taybetî li hemberî cîvaka me ya Êzidî û gelên herêmê bê navber di pozîsyonekê êrîşkar de ye û bi şêwazên cûda êrîşê me dike. Piştî Şengal a qedîm ji çeteyên hovane hate rizgar kirin şûn ve dewleta qirker a Tirk rêbazên xwe yên êrîşê guhert û bi balafirên bê mirov û bi çek her tim li hemberî gelê me şixûland. Diyar e ku dewleta dagirker a Tirk bi van êrîşan dixwaze cihê ku çeteyên DAIŞ’ê nîv hiştiye temam bike. Bi vê helwesta xwe ve ji roja fermanê heyanî roja îro bi rêbazên tirsonek, bê exlaqî û dijî mirovahiyê gelê me hedef digre. Bi van êrîşan jî dixwaze di nav gelê me yê Êzidî yê de ku di van rojan de vedigere ser xaka xwe tirs bide ava kirin, bê îrade û bê nasname bihêle.

Ji ber ku dewleta dagirker a Tirk plana xwe yê qirêj daye pêşiya xwe bi awayek heya jê tê hemû deskeftiyên gelê me û gelê heremê dide ber xwe. Ji bona wê jî divê di serî de civaka me û tevahiya gelên herêmê bi çalak bin helwestên xwe bi hêrseke mezin raber bikin. Divê gelê me ji bo dagirkerî û qirkeriyê re her tim bi rêxistin bin.

Em car din soza xwe ya parastin û tolgirtinê di şexsê hemû şehîdên xwe û şehîdên komkujiyan de bi mezintirîn dûbare dikin. Emê heya kêliya dawî ya jiyana xwe li hemberî her cûre êrîşên dagirkeriyê berxwe bidin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di oxira wê de çî dibe bila bibe ji bo tekoşin dayînê em ji doh amadetir û bihêztir in.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN ŞENGAL

Show More
Back to top button