Hevseroka Desteya Rêveber a Şengal: Konferansa li Kolnê dewama Peymana 9’ê Cotmehê ye!

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen konferansa 18’ê Çileyê tê plankirin li Kolnê were lidarxistin, weke dewama Peymana 9’ê Cotmehê binav kir û got: “Çi peyman û karek ne di berjewendiya civaka Êzidî de be em red dikin. Elmanya bihevkariya PDK’ê vê konferansê dibin navê ‘Bihevre jiyankirinê’ de lidardixe. Em li dijî ti bawerî û neteweyê nînin, lê dijî yên para xwe di fermanê de hebûne û malbata Barzanî jî sedema sereke ya fermanê bû.”

Dewleta Elmanya, bi hevkariya PDK’ê dibin navê ‘Bihevre jiyankirinê’ û qaşo li hevanîna Êzidî û misilmanan de sibe (18’ê Çile) li bajarê Kolnê ya Elmanyayê dixwazin konferansek lidarbixin. Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tifaqa Hêz û Pêkhateyên Şengalê, Desteya Eşayîrî û Desteya Oldaran diyar kirin, jixwe ti pirsgirêk navbera Êzidiyan û misilmanan de nîne, pirsgirêk bi DAIŞ’ê û alîgirên DAIŞ’ê re heye. Lewma dibin navê pêkvejiyanê de dixwazin bi DAIŞ’yan re aşitî çêbikin. Her wiha diyarkirin, divê yên destê wan di xwîna Êzidiyan de hene, beriya her tiştî werin dadgehkirin, hesab bidin Êzidiyan paşê, bihevre rûnin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê ya derbarê mijarê de eşkere kir.

‘Konferansa Kolnê wê bi hemahengiya li gel PDK’ê çêbibe’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen diyar kir, konferansa Kolnê bi hemahengiya li gel PDK’ê dibe û got: “Konferansa tê plankirin li Kolna Elmanyayê bê lidarxistin, bi pêşengiya Elmanya û hemahengiya li gel hinek saziyên girêdayî PDK’ê çêdibe. Peymana 9’ê Cotmehê ya 2020’an bi beşdariya Iraq, PDK û NY hate îmzekirin, nekarîn li Iraqê pêkbînin, ji ber rastî nerazîbûnên gel hat û gel li dijî rawestiya. Lê Elmanya jenosîda Êzidiyan qebûlkir, li beramberê wê jî dixwaze vê tifaqa 9’ê Cotmehê pêkbîne. Deriyek vedikin, liberamberê wê derî ji fermaneke din re vedikin. Bi van hewldanan dixwazin berdewamî bi fermanê bidin.”

‘Nimûneya bihevrejiyankirinê li Şengalê pêkhatiye’

Riham Hesen diyar kir jixwe, ti pirgirêkeke civaka Êzidî bi gel û baweriyên din re nîne û li ser mijarê wiha peyîvî: “Ji vê konferansê re dibêjin, ‘Biratiya gelan’. Jixwe civaka Êzidî ti carî li dijî pêkvejiyanê nebûye. Nimûneya neteweya demokratîk li Rêveberiya Xweser de pêkhatiye. Her bawerî û pêkhateyek dikarin di nava Rêveberiya Xweser de cih bigirin. Gelên li Şengalê bihevre dijîn. Konferansa ku çêdikin, li ser esasê ku wek di navbera Êzidiyan û misilmanan de pirgirêk heye, ji hev ne hezkirin heye, ewê aşitiyê bikin çêdikin! Di rastiyê de ti carî pirsgirêkeke me ya wisa çênebûye. Jixwe di qewlên me yên Êzidiyan de jî heye, destpêkê ji 72 milletan re dûa dikin, paşê jixwere dûa dikin. Êzidî jî li ser van qewlan dimeşin.”

‘Lihevkirin ji aliyê gelek saziyên Şengalê ve hate redkirin’

Riham Hesen da zanîn ew weke Rêveberiya Xweser vê konferansê û lihevkirinê qebûl nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev lihevkirina ku çêbûye, ji aliyê gelek saziyên Şengalê yên weke Desteya Oldaran, Desteya Eşayîrî û tensîqê ve jî hate redkirin. Em jî weke Rêveberiya Xweser vê konferansê qebûl nakin. Her konferansek çêbibe, ne di berjewendiya Êzidiyan de be, emê tevî hemû hêza xwe ya civakî, wê red bikin û qebûl nekin. Em dibêjin, divê hesap ji wan mirovan yanî yên DAIŞ’î were xwestin. Em pir zelal dibêjin, sedema pêkhatina fermanê malbata Barzaniye. Yên destê wan di xwîna Êzidiyan de hebin, ti carî wê ji aliyê malbatên şehîdan ve neyên qebûlkirin. Ev nayê wê wateyê wê Êzidî bi gelên din re jiyan nekin. Berovajiyê wê em bihevre jiyankirina gelan diparêzin. Nimûneya li Şengalê bersiva herî mezine ji yên tiştên berovajî îdîa dikin re.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ŞENGAL

17/01/2024 

Show More
Back to top button