Desteya Eşayîrî û Oldaran ên Şengalê: Em konferansa Elmanyayê qebûl nakin!

Desteya Oldaran ya Şengalê û Desteya Eşayîrî ya Şengalê helwesta xwe derbarê konferansa bi piştgiriya PDK’ê û Elmanyayê hewl tê dayîn dibin navê ‘Pêkvejiyanê’ de li Elmanyayê were lidarxistin de eşkerekirin û gotin: “Civaka Êzidî ne dijî ti bîr û baweriyane, li dijî kesên rola wan di fermanê de heye ye. Heya ew hesab nedin û neyên dadgehkirin, nabe li gel wan ti lihevkirin were çêkirin, Êzidiyên li gel wan rûnin jî tenê bi navê xwe dirûnin, nûnertiya civak Êzidî nakin.”

Tê plankirin 18’yê Çileyê li Elmanyayê konferansek dibin navê, ‘Bihevrejiyankirinê’ de were lidarxistin. Têgotin, konferans ji aliyê Elmanyayê ve were organîzekirin jî, bi hemahengiya li gel saziyên girêdayî PDK’ê tê kirin. Weke ku pirsgirêk navbera Êzidî û misilmanan de heye, divê wan li hev bînin, têgihiştinek çêdikin. Êzidiyên Şengalê, tevî sazî û rêxistinên xwe li dijî lidarxistina vê konferansê derdikevin û helwest nîşan didin. Li gorî agahiyan kesên behsa wan têkirin lihevkirin li gel wan çêbibe, kesên para wan di fermana dijî Êzidiyan de hebûye, lewma civaka Êzidî dibêjin, bila destpêkê hesabê xwe bidin û werin dadgehîkirin, paşê ew dikarin li gel wan rûnin.

Bi navê Desteya Oldaran ku qewilbêj û çilger jî di navê de hene, li navenda Desteya Oldaran ya li Kersê Mam Şiwêyş Sîno û çend oldaran daxuyaniyek dan. Mam Şiwêyş têkildarî mijarê wiha axivî û got: “Me dît hinek tiştên nû rû didin. Lewma me li ser xwe weke erkekî dît, bêdeng nemînin. Hinek kesayetên Êzidî bi hinek rêxistinên Kurd yên Ewropa re li ser hinek berjewendiyan lihevkirine. Hîn mafê Êzidiyan ne hatiye dayîn û xelk li malên xwe venegeriyane, keç û jinên Êzidî hîn jî dîl girtîne, hestiyên Êzidiyan hîn li ser sînoranin, behsa hinek lihevkirinên li ser berjewendiyan dikin. Lê ev kesên ku behsa lihevkirinê dikin, destûrê ji ti Êzidiyekî negirtine. Ev mirovane tenê temsîla xwe û kûrsiya xwe dikin. Yên zilmê li me kirin DAIŞ’e, lê me fêm nekir dê kî bi navê DAIŞ’ê li gel wan rûnin! Ev mûnazemeya Kurdî ya Ewropa jî temsîla hemû Kurdan nake. Nêrîna van mirovan ji aliyê Êzidiyan ve nayê qebûlkirin.’

‘Bêyî nêrîna çiyayê Şengalê ti xebatek nayê qebûlkirin’

Pişt Mam Şiwêyş, Faxir Xelef jî rexneyên tund li mûnazemeyên dixwazin konferansek bi navê Êzidiyan lidarbixin girt û got: “Em bi Ezdayetiyê digihijin hev û li kuderê zilm li Êzidiyek were kirin, weke li me hemûyan hatibe kirin dibînin. Çi neheqiyek û zilmek li Êzidiyan were kirin, em li hember wê disekinin. Hinek mûnazemeyên Kurdî yên li Ewropayê bi hevkariya hinek Êzidiyan hinek tişt dikin. Ti pirsgirêkek navbera Êzidî û Kurdan, Êzidî û misilmanan de nîne, em birayê hevin. Pirsgirêka me bi yên zilm li me, li ol, qub û mezargehên me kirine re heye. Çiyayê Şengalê paytexta Êzidiyane. Kes nikare bêy nêrîna çiyayê Şengalê hinek li hevkirinan li ser navê Êzidiyan bike, ji ber çiyayê Şengalê hestûyê piştê yê Êzidiyaye. Çi karek li Hewlêr, Dihok anjî Elmanya û Ewropayê bi navê Êzidiyan were kirin û nêrîna çiyayê Şengalê têde nebe, nayê qebûlkirin. Eger bikin jî wê tenê ji bo xwe bikin, ya girîng biryarên ji Şengalê derbikevine.”

‘Yên beşdarê konferansê dibin bi navê xwe tenê tevlî dibin’

Faxir Xelef her wiha ji hemû Êzidiyan jî xwest rêz li hemû bîr û baweriyan bigirin û wiha dom kir: “Em ji hemû xelkê xwe yê Êzidî yên derveyî welat dixwazin rêz li hemû ol û baweriyan bigirin. Em li dijî ti baweriyek nasekinin, lê emê li beramber yên li ser baweriya me de werin jî rawestin û bêbersiv nemînin. Em qebûl nakin ti kes destdirêjî li bawerî, ax û zimanê me bike. Dibe hinek ciwanên misilman tiştek bo Êzidiyan bêjin û yanjî Êzidiyek ji misilmanan re bêje, ev ti aliyek girênade, nabê ne bi navê hemû misilmanan anjî Êzidiyan.”

‘Divê zanîn ka lihevkirin li gel kê têkirin’

Oldarê bi navê Reşo Sîno jî li ser lihevkirinê wiha axivî: ‘Tifaq başe, lê eger li ser esasek rastbe. Ti pirsgirêka me bi kesê re nîne û bi sûneyan re jî nîne. DAIŞ hat êrîşê me kir, dest avêt kerameta me. Emê aşitiyê bi kî re bikin? Eger yên ji aliyê DAIŞ’ê werin, bixwazin lihevbên kîne divê bên eşkerkirin, ji bo bizanin aşitî li gel kî têkirin. Li wê derê kî çi bêje, bi navê xwe dibêje, nêrîna Êzidiyan nîne. Em ji Kurd û misilmanan re jî dibêjin, ji ber hinek gotinên ku carna tên kirin divê civaka Êzidî tohmetbar nekin.’

Desteya Eşayîrî ya Şengalê jî li navenda xwe ya li Şengalê têkildarî mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê da û çend xal eşkerekirin. Bi navê Desteya Eşayîrî Emer Salih daxuyaniyê bi zimanê Erebî xwend û got: ‘Yên tevlî vê konferansêr dibin, tenê temsîla xwe dikin, ne nûnerên tu kesîne. Fermana ku çêbû, li ser Êzidiyan çêbû, ne li ser ti neteweyek din çêbû.

Gel û neteweyên li Herêma Kurdistanê dijîn, bi tifaqên siyasî bihevre dimînin, ne di çarçoveyeke demokratîk de bihevre dijîn. Misilmanên li Herêma Kurdistanê ku daxwaza lêborînê ji Êzidiyan dikin û dibêjin, ‘tişta hatiye serê we hatiye sere me jî,  em qebûl nakin. Ev daxwaza lêborînê nayê qebûlkirin. Heya yên bûne sedema fermanê, hesa nedin û neyên dadgehîkirin wê neyên qebûlkirin. Her mirovek Êzidî yê normal anjî oldarbe, beşdarê vê konferansê bibe, em bi navê xelkê Êzidî wana qebûl nakin. Ew kesên bi navê beşdarbûne, kesek olî têde nîne û bi navê mûnazemeyên qaşo mafê mirovan beşdar dibin. Em destûr nadin we hun daxwazên xwe pêkbînin û emê li dijî vê yeke rawestin.’

Nerazîbên têkildarî konferansê her diçe li Şengalê zêde dibe û rastî bertekên tund tê.

ŞENGAL/ROJNEWS

17/01/2024 

Show More
Back to top button