Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî plan û êrişan biryara bilindkirina têkoşînê da  

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ((MXDŞ) bi amedebûna hemû endamên meclisê  civîna xweya asayî lidarxit. Di civînê de çêkirina  dîwarê navbera Şengalê û rojava mijaras ereke bû.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ((MXDŞ) îro li komelgeha Dugurê  bi amadebûna  hemû endmên meclisê civîna xwe li darxist û di civînê de, gelek mijarên giring ên rêxistinî, civakî û siyasî hatin destgirtin. Her  wiha di civînê de hat gotin ku di nava dû mehên derbas bûyî de hikûmeta Iraqê li ser hewildanên  xwe yê ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê berdewam bû.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo ruhê şehîdan destpê kir. Piştre rapora kar û xebatê ya Desteya Rêveber  pêşkêşî dîwanê hate kirin û hat xwendin.

Her wiha rewşa siyasî û geşedanên li herêmê hatin nirxandin. Di rewşa siyasî de avakirina  dîwarê  di navbera  Şengal û Rojavayê Kuridistanê de ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê çêkirin mijara sereke bû.

Di rewşa siyasî de ev nirxandin hate kirin: “Piştî peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a li ser Şengalê ku bi saya berxwedanî û têkoşîna gelê me, rê li ber hate girtin, aliyên ku tevlî vê peymanê  bûne, careke din heman alî  lîstikên din li ser herêmê didin meşandin. Hewildan hene  bi destê PDK’ê gelê Êzidî ji Şengalê bê derxistin û  ji bo pêkanîna van pilanên qirêj ji niha ve dixwazin bidin meşandin.  Ji bo vê jî PDK’ê dixwaze bi rêya Babe Şêx û Meclisa Ruhanî  vê pêngavê bide kirin.”

Di civînê de bi taybet bal kişandin li ser kiryarên hikûmeta Kazimî yên li ser civaka Êzidî û wiha hate nirxandin: “Me wek  Rêveberiya Xweser a Şengalê dû mehên têr û tijî derbaskirin, di nava van mehan de ji aliyê Iraqê û hevkarên wan ve gelek hewildan kirin,  ji bo  xalên peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin û li ser vî esasî gelek zextên hikûmeta Iraqê li ser gelê  me û hêzên me yên asayîşê çêbûne. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirin û belavkirina rêxistina me, êrişên xweyên tirsonek li ser pêşengên vê civakê  berdewam dikin.”

Di civînê de lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de jî  hate destgirtin. Ev diwar weke berdewamiya peymana 9’ê Cotmehê hate şîrovekirin û  pêkhateyên civînê gotin ku bi lêkirina vî dîwarî dixwazin yekitî û vîna gelê herêmê ya ku ev 7 sala avabûye tine bikin û her wiha ji bo ku ewlehiya  pêkhateyên Şengalê bêxin bin metirsiyê ew dîwar hatiye danîn. Herî dawî jî gotin, ji bo ku li bermberî van êriş û pilanan rawestin divê rêxistin û xebatên xwe bihêztir bikin û divê berxwedan û têkoşîna xwe bigihînin lutkeyê.

Di berdewamiya civînê de xebatên nava 2 mehan de li tavahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser yên ku hatin kirin hatin nirxadin.

Ji bo bihêzkirina  sazî û dezgehên Şengalê, li dijî pilanên tên kirin, her wiha  zextên li ser civaka Êzidî, şerê taybet yê PDK’ê dide meşandin û hewildanên valakirina Şengalê, biryara  xurtkitina têkoşînê hate dan.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button