Namzetê PADÊ Semîr Dewrêş: Ezê ji bo mafê xwerêvebirinê ya Êzidiyan kar bikim

Namzetê PADÊ ya hilbijartinê Semîr Dewrêş ku bi salan e li Şengalê di qada perwerdehiyê de xizmeta civaka Êzidî dike dibêje: “Ji bo gelê me carekî din rastî fermanan neyê, ezê di Parlamentoya Iraqê de ji bo mafê xwe rêvebirinê kar bikin.”

Ji bo hilbijartina pêşwext, li seranserê Iraqê hemû partiyên siyasî û namzetên serbixwe lez dane xebatên xwe. Li Şengalê jî ev hilbijartin ji hilbijartinên dema borî cûda tê nirxandin. Bi taybet ji bo îradeya civaka Êzidî di qada Iraqê de were naskirin û qebûl kirin, PADÊ jî vê hilbijartinê wekî zemîneke girîng dibîne û li gor vê armancê xebatên xwe dimeşîne.

Namzetê PADÊ ya ji bo Parlamentoya Iraqê Semîr Derwêş e. Derwêş di sala 1969’an de li Şengalê ji dayik dibe, di temenê xwe yê piçûk de dest bi xwendina zimanê Erebî dike û di encama perwerdehiya xwe ya salên dirêj de Zanîngeha Mûsilê quta dike. Piştî xwendina zanîngehê, vedigere nav civaka Êzidî û ev 12 sal in ku wekî berpirsê Dibistana Komelgeha Borik li Şengalê xizmeta civakê dike. Ango Semîr Derwêş ji xebatên civakî ne dûr e û dibêje ewê vê xizmetê di Parlamentoya Iraqê de ji bo mafên civaka Êzidî mîsoger bike, berdewam bike.

Derwêş, di hilbijartina Iraqê ya 2018’an de jî ji bo kota Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê, li ser navê PADÊ wekî namzet tê ragihandin. Lê ji ber ku di wan salan de vegera Şengalê hê nû destpê kiribû û piraniya Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê di bin zextên PDK’ê de bûn, PADÊ nekarî namzetê xwe derbasî Parlamentoyê bike.

Ji bo hilbijartinên 10’ê Cotmeha îsal, PADÊ’ê carekî din Semîr Derwêş ji bo Parlamentoya Iraqê wekî namzet diyar kiriye. Li ser namzetiya xwe û projeyên PADÊ’ê yên ji bo Şengalê, Semîr Derwêş ji ajansa Rojnewsê re axivî.

‘Gel bi dengdanê ez wekî namzet hilbijartim’

Di serî de Derwêş balkişand ser pêvajoya namzetbûna wî ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û got: “Em 3 namzet bûn, di hemû komelgehên Şengalê de gel amade bû û beşdariya gel dengdan çêbû. 2 merheleyên dengdanê bûn, di her du merheleyan de jî gel ez hilbijartim. Bi bi dengdanê, li ser daxwaza gel em hatin qebûlkirin. Spasiya gelê xwe dikim û ew sozê min berî ji were dayîn dîsa az wan soza didim.”

‘Li ser encamên hilbijartina 2018’an sextekarî çêbûn’

Derwêş, encamên hilbijartina 2018’an jî diyar dike ku li ser wan encaman destwerdanên cûda çêbûne û van agahiyan da: “Di sala 2018’an de hilbijartin çêbû, em biser neketin. Di wê hilbijartinê de di nav hemû namzetên din de dengê min yê herî bilind bû lê belê tehrîfat çêbûn. Ew hilbijartin hate sextekirin û şewitandin.”

‘Em ne ji kota ji giştî bûne namzet’

Semîr Derwêş di nirxandinên xwe de balê kişand ser ferq û cûdahiyên di navbera hilbijartina 2018’an û hilbijartina îsal û derbarê şêwazê dengdanê jî agahiyên bingehîn dan: “Bazinê hilbijartinê hatiye çêkirin. Her deverekê bazinek e. Em wekî Şengal bazinê 3’emîn in û vê carê em neçûne kota jî, em çûne giştî.”

‘Pêwîst bû kesek ji bo kota bibûya namzet’

Di hilbijartina îsal de 7 namzet li ser navê Êzidiyan serî li kotaya Êzidiyan dane. Derwêş vê rewşê jî nirxand û got ji bo kotayek serlêdana 7 kesan dengên Êzidiyan parçe dike û wiha berdewam kir: “Pêwîst bû ji bo kota tenê kesek ji nava Êzdiyan bête hilbijartin û aliyên siyasî dest ji kota berdin. Lê em dibînin her partîyekê dixwaze kota bidest bixe.”

‘Aliyên siyasî naxwazin tifaqa Êzidiyan çêbe’

Semîr Derwêş dibêje ku ew ji bo vê parçebûnê derbas bikin ketina nav hewldanan da ku hevpeymanek di navbera partiyan de ava bibe lê di encama van hevdîtinan de ev daxwaz û pêşniyara PADÊ nehatiye qebûlkirin. Derwêş sedema vê encamê jî wiha şîrove dike: “Ji ber her partiyekî Êzidiyan di bin bandora aliyekî an jî derekî de ye, ev alî rê nadin ku tifaqa Êzdiyan çêbibe.”

‘Emê ji bo rêveberiya cewherî kar bikin’

Semîr Derwêş anî ziman ku prosesa hilbijartina 10’ê Cotmehê wekî hatiye plankirin berdewam e û tu nîşaneyên cûda nîne ku hilbijartin di dema xwe de pêk neyê. Derwêş behsa esasên bernameya siyasî ya PADÊ jî kir û van xalên bingehîn destnîşan kirin: “Wekî PADÊ di bernameya me de ye ku em di serî de  li ser fermanê kar bikin ku wekî jenosîd were qebûl kirin û her wiha kesên bûne sedema fermanê bên darizanîn. Ji bo gelê me carekî din rastî fermanan neyê, hêza wan a cewherî di Iraqê de bê fermîkirin.

Her wiha ji bo gelê me karibe xwe bi xwe birêve bibe, di bin navê parêzgeha ne navendî de, Êzidî karibin xwe bi xwe birêve bibin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button