Li Şengalê semînera 8’ê Adarê  

Li Şengalê yekem semînera li ser 8’ê Adarê hate dayîn. Di semînerê de behsa têkoşîna jina azad ya li hemberî zihniyeta zayendperest hate kirin. Hate gotin; “Ger em ji pêşketina jinê hêz negrin, wê civaka me jî pêşnekeve.”

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê li Şengalê semînerek hate dayîn. Bi dehan jin û zilamên Şengalê tevlî semînera li avahiya Meclîsa Gel ya Duhola bûn.

Di semînerê de Hevseroka Partiya Demokratîk ya Şengalê PADÊ Zehra Silêman û endama Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Jinên Êzidî Suham Şengalî axivîn.

Zehra Silêman behsa wate û girîngiya têkoşîna jina Êzidî ya dîrokê de kir û got; “Li tevahiya cîhanê berxwedana jinan xwe îspatkiriye. Tenê roja 8’ê Adarê têrê nake, kar, xwendin û aboriya hatî bi destxistin, hemû bi têkoşîna jinê pêkhatiye. Li ser jinên Êzidî zilmek zêde hebû, hîn jî dewam dike. Ya girîng em ji zarokên xwe re bibin alîkar, dîrok û çanda xwe fêrî wan bikin. Ya girîng em çawa 8’ê Adarê di nava civaka xwe de jî bikin bingeha têkoşînê. Divê em tenê bi 8’ê Adarê ve sînordar nemînin, rojane jin bi zoriyan re rû bi rû dimînin. Tenê weke zewac li jinê temaşekirin, ne raste. Encama fermanê jî ev zihniyet bû, em tenê hiştin û bê parastin hiştin. Ji ber wê jî bi hezaran jin ketin destê çeteyên DAIŞ’ê.

Întenet û telefonana civakê mehkûmî xwe kiriye, danûstandin û hev dû guhdarkirin nehêlaye. Hertişt bûye teknîk. Zoriya ku jinên koçber jiyan dikin, di nava civaka xwe de jiyan nakin. Ya herî rast berê xwe dayîna welat, civak û baweriya xwe ye. Ger em ji pêşketina jinê hêz negrin, wê civaka me jî pêşnekeve. Welat jî aramî û aştiyê nabîne.”

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî jî bi berfirehî behsa dîrok û rastiya 8’ê Adarê kir. Sûham Şengalî di axaftina xwe de cih da zihniyeta zayendparêz û got; “Ya girîng dijî vê zihniyetê têkoşînek bê hempaye. Divê dijî zihniyeta zererê dide civakê, têkoşîn hebe.”

 

Şengal

Show More
Back to top button