Em ê li her qezayek Şingalê Trafîka Êzîdxanê ava bikin

Endamê Trafîka Êzîdxanê Nêçirvan Elî Elo diyar kir ku ev çar sale Tirafîka Êzîdxanê hatiye avakirin û tevî derftên kêm jî em dixwazin xizmeteke baş ji gelê xwe re bikin.

Piştî Fermana 3.8.2014’an ku xelkê me yê Êzîdî di her warî de xwe rêxistin dike û parastina xwe bi xwe dike. Gelek Sazî û dezgehên girêdayê Rêveberiya Xweser a Şingalê niha bi awayek rêk û pêk di nav pergalek wekhev de xebatên xwe didin meşandin û xizmeta civaka xwe dikin.

Yek ji wan saziyan jî Trafîtka Êzîdîxanê ye ku piştî fermanê hate avakirin. Trafîtka Êzîdxanê ku ev çar sale hatiye avakirin xebatên xwe li Tir Îzêr, Xanesor û Sinunê yên Girêdayî Şingalê didin meşandin.

Li ser kar û xabatên Trafîka Êzîdxanê Endamê Tirafîka Êzîdxanê Nêçîrvan Elî Elo ku cihê xwe di saziya tirafîtkê de digire ji Radyo me ya Dengê Çira Şingalê re axivî û diyar kir ku piştî fermanê ev Tirafîka Êzîdxanê hatiye avakirin û niha li Tır İzêr û Xanêsorê jî xebatên xwe dide meşandin. Nêcirvan wiha dom da axavtinên xwe û got: “Em weke Trafîka Êzîdxanê armanca me ew e ku em xizmetek baş ji civaka xwe re bikin. Berî farmanê Tirafîk nebû. Em li Nehya Sinûnê dimînin û karê xwe didin meşandin. Armanca me de heye ku em li her qazayek Şingalê jî Tirafîka Êzîdxanê ava bikin.”

Elî di berdewamiya gotinên xwe de ji me re qala danûstandinên bi milet re kir û wiha pêde çû: “ Danustandên me ji bo miltê me gelek baş e. Ji ber zêdebûna seyaran bi taybet li Sinûnê gelek xepse çêdibe. Bi taybet roja yekşemê gelek hatin û çûyîn çêdibe. Ev jî dibe sedem ku westandinek ji jî aliyê me ve çêbe. Ji ber em dizanin wateya kare me çiye lewma em pir bi westandinê nahesin û em xizmeta gelê xwe dikin. Em ti carî nebêjin em diwestin, ji ber ku em erkek pîroz didin meşandin. Çi erk bikev ser milê me jî em ê bikin.”

Nêçîrvan Elî ji ber nebûna îcaza seyara û seyarên bê reqem jî dibêje; gelek seyareyên xelkê me hene ku bê reqemin û got: “ gelek sayiqên me jî hene ku bê îcaze ne. Ev jî nebaş e, ji ber ku gelek caran seyarên ku qeza dikin em diçin gel wan nivî wan îcaza wan a seyarê nine.  Divê miletê me jî xwedî li biryarên trafîkê derkevin. Piştî avakirina Trafîka Êzîdxanê pergalek hatiye avakirin. Hêviya me ew e ku miletê me jî pabendî biryarên Trafîta Êzîdxanê bibin. Gelek sayiq seyarê ji hêl dajon û bi hişyarî na-ajon. Lewam gelek caran em rastî qezayên nexweş tên.

Nêçîvan Elî bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî: “ em weke Tirafîka Êzîdxanê di bist û çar seetan de xizmeta xelkê xwe de ne. Em ferq û cudahiyê naxin navbera xwe gelê xwe û em dibêjin bila xelkê me jî rêz ji Trafika xwe re biger.”

RADYO DENGÊ ÇIRA ŞINGAL

Show More
Back to top button