‘Em êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin’

Jinên Şengalê bal kişandin ser gef û êrîşên dewleta tirk ya dagirker bertek nişandan û gotin:"Em êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin. Em ê her palpiştên gerîlayê xwe bin

Jinên Şengalê ji jinnews re axivîn û bal kişandin ser gef û êrîşên dewleta tirk ya dagirker axivîn û bertek nişandan û gotin:”Em êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin. Em ê her palpiştên gerîlayê xwe bin. Em weke jinên Êzidî heta dawiyê li pişt şervanên azadiyê ne ji ber ew bûn sedem ku em ji fermanan rizgar bibin. Ew ê hevkarên dewleta tirk jî bi bin bikevin.”

Jina bi navê Nefiya Mêşo diyar kir ku ew êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin û wiha domand:”Em di serî de silavên xwe ji Şengalê heta Garê ji gerîlayên azadîxwaz re dişînin û berxwedana wan ji dil û can silav dikin. Em baş dizanin ku ger ne ji hevkariya PDK’ê be ew ê dewleta tirk nikaribin êriş bike. Em êriş û hevkariya qirêj şermezar dikin.”

Jina bi navê Cîhan Celo jî bi lêv kir ku êrişên tên kirin li ser tevahiya Gelê Kurd e û wiha pêde çu:”Ew dixwazin mirovên li dora fikrê Rêber Apo û mirovên ku ji bo azadiya civakan şer dikin nehêlin lê em ê her palpiştên gerîlayê xwe bin. Em weke jinên Êzidî heta dawiyê li pişt şervanên azadiyê ne ji ber ew bûn sedem ku em ji fermanan rizgar bibin. Ew ê hevkarên dewleta tirk jî bi bin bikevin.”

ALMAZ NAYİF-EVİN ZİNDE-ŞENGAL-JİNNEWS

Show More
Back to top button