Gora komî ya gundê Hemedan- 2

Gora komî ya li gundê Hemedanê, li ber derê mala Dayîka Sakîne ye ku her roj li dora wê digere û dibêje: “Ev 8 sal in em ji zarokên xwe tiştek nizanin. Lijneya ji Bexdayê hatî gorê komî venekir, min got, eger hun venakin ezê vekim. Beriya mirinê, dixwazim xêra wan bidim.’’

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de hemû civaka Êzidî rastî tofaneke mezin hatin ku jê re gotin, “Heya dinya heye, Êzidî fermanek wisa nedîtine.’’ Nav li ser e, tofan. Çeteyên DAIŞ’ê wekî tofanekê li Şengalê dan, çi hat ber destê wan kuştin, talan kirin, revandin… Tu kes ji vê tofanê bêpar nema lê derd, kul û êşa herî mezin dîsa bû para dayikan.

Dayika Sakîne Mirad a ji gundê Hemedanê jî ev 8 sal in roja fermanê dijî. 5 zarok û hevserê wê ji roja fermanê ve ye tu xeber ji wan nîne. Dayika Sakîne ev 8 sal in çav li rê û deriyan e ku derbarê xizmên xwe yên wenda de xebereke xêrê bibihîse, û eger ne xebera xêrê jî be, çarenûsa xizmên xwe zanibe. Gorê komî ya li gundê Hemedanê hê nehatiye vekirin ku ji mal û konên gund 100 mt. ne dûr e. Dayika Sakîne jî çav li gorê komî, dest li ser dil li benda vekirina gorê ye.

DAIŞ’ê 85 jin û zarok dibe Telaferê

Di roja fermanê de, çeteyên DAIŞ’ê tevî hemû jin û zarokan ew jî dibin Telaferê. Dayika Sakîne dibêje: “DAIŞ hat, gotin em ji bo teftîşê hatine, bi fenê hatin. Jin û zilaman ji hev cûda kirin, zilam li gund bûn dema em birin Telaferê. Me nedixwest em biçin lê malbatên me dest ji me re bilind kirin û gotin biçin. Ji wê deme ve ye em tiştek ji wan nizanin.’’

Li gor agahiyên Dayîka sakîne teqrîben 85 kes dibin Telaferê, li wir li gelek medreseyan wan digerînin û 11 rojan jî li Girtîgeha Bedûşê têne girtin. Piştî biryara revê û çûyîna Başûrê Kurdistanê, vedigerin gundê xwe; “Piştî em hatine vir, wekî ku xwedê min ji nû ve dayî.’’

Gorê komî li ber dere mala wê ye

Gorê komî ya li gundê Hemedanê, hema li ber derê mala Dayîka Sakîne ye ku her roj li dora wê digere; got: “Çav û guhê me li nûçeyek e, li peyvek e, serî rêya ye. Ev 8 sal in em ji zarokên xwe tiştek nizanin. Em her carê diçin ber gora komî, her yek ji me komek zar û zilam tê de ne. Em nizanin yên me ne an na. Hemû Êzidî ne, zarok û birayên me ne.’’

‘Em tenê dixwazin ev gor werin vekirin’

Tevî ku cihê wê tê zanîn, ev 8 sal in ku gorê komî ji aliyê saziyên Iraqê ve nehatiye vekirin. Gundî jî nikarin vekin ji ber ku lazim e testa DNA’yê were kirin û nasnameyên şehîdan were zelalkirin. Dayîka Sakîne ji bo vê rewşa giran wiha dibêje: “Em tenê dixwazin van gorên komî rakin. Nû dora wê sîm kirine, em nizanin radikin an ranakin. Me divê niha rakirana, me tiştek ji xwe zaniya. Yên me tê de ne, ne tê de ne. Sax in an mirî ne, em nizanin.’’

‘Eger Bexda venake ezê vekim’

 Roj nîne ku dayîka Sakîne û hemû gundî neçin ser gorê komî, çavê wan lê ye ku were vekirin lê lijneya ku ji Bexdayê tê, tenê dora gorê komî sîm dike û vedigere. Dayika Sakîne wiha behsa hevdîtina xwe ya bi lijneyê re dike: “Em çûn ba lijneyê, me got vekin, gotin wextê me nîne. Min got eger hun venakin ezê vekim. Gotin me xistiye dorê, em li gor wê vedikin, eger dem têr neke dibe em venekin.’’

‘Beriya bimirim min xêrek wan bidana’

Sakîne Mirad wekî dayikeke Êzidî ya dilgiran got: “Carna qehrê min tê, ez dibêjim ezê herim vekim’’ û daxwaza xwe ya beriya mirinê wiha tîne ser ziman: ‘’Beriya ez bimirim xwezî min tiştek jê zanîba. Eger ne sax bin, min hestûyan bidîta, min xêrek wan bida. Kula di dilê min de ye ku ez zanibim sax in an mirî ne. Bila vê gora komî rakin û dile me rehet bibe.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button