Dixtor Muhlîse Sîdar li Şengalê hat bîranîn

Dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Tebaxê de li dijî nexweşxaneya Sikêniyê êrîşên hewayî pêk anî bû. Di encama bomberdûmanêde 4 xebatkarên tendirûstiyê û 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn. Ji xebatkarên tendirustiyê Muhlise Sîdar(Amargî) îro li Şengalê bi merasimekê hate bibîranîn.

Dixtor Muhlîse Sîdar li Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê xizmeta tenduristiyê ji bo gelên Êzidî û Ereb dida. Di 17’ê Tebaxa 2021’an li gel 12 hevalên xwe yên li avahiya nexweşxaneyê bûn hedefa bombeyên balafirên dewleta Tirk a dagirker. Di bombebaranê de Dixtor Muhlîse Sîdar, li gel 3 endamên din ên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê ku dihatin dermankirin, şehîd bû.

Îro li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Şengalê bi merasîmek Dr. Muhlîse Sîdar hat bibîranîn. Di merasîma ku gelek welatî tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê amadebûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir.

Di merasimê de liser navê sazî û rêxistinên civaka Êzidî axaftin hatine kirin û şehîdên Sikêniyê hatin bibîranîn.

Destpêkê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Pakîze Celal axivî û got, “salane dijmin dixwaze divê meha Tebaxê de me tine bike. Ji bo tevahiya gelê xwe û cîhanê em didin diyarkirin ku em ê bi van êrîşan tine nebin.”

Li ser navê YBŞ’ê û YJŞ’ê Axîn Entîqam jî axaftinek kir û got : “Di şexsê heval Amargî de em tevahiya şehîdên fermanê bibîrtînin. Ji bo ol, bawerî û dîroka Êzidiyan were tinekirin, dijmin pêşengên civaka Êzidî dike hedef. Di serîde bi rêya çeteyên DAIŞ’ê xwestin vê pêk bînin. Piştî tekoşîn û berxwedana li hemberî çeteyan bi serket, niha bi riya NATO û destê Tirkiyeyê dixwazin wê pilanê bibin serî. Bi saya keda şehîdan, gelê me xwe rêxistinkir û tenê xurtkirina tifaqa me dikare rê liber qirkirinê bigire. Êrîşa li ser nexweşxaneya Sikêniyê pêkhat, êrîşek tirsonek bû.

Hevalên me ku li 17’ ê Tebaxê de şehîd ketine keda wan em ê qet ji bîr nekin û em keda wan pîroz di nirxînin û em ê heya dawî li pey tolhildana wan bin. Ev dijminê ji dema DAIŞ’ê û heya nihe pilan û êrîşa li ser me pêk tîne, ev dijminê me yê dîrokî ye. Em ê heya dawî li himberî hemû dijminan liber xwe bidin. Herî dawî em sersaxî ji malbata şehîd Amargî re dixwazin û em didin diyarkirin ku şehîd hêza me ya tolhildanê ne û di dilê me de saxin.”

Piştre Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jî got : “Ji malbatên şehîdan û gelê xwere em sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin. Di şexsê Şehîd Seîd de êrîşî ser îradeya civaka Êzidî kirin. Bi van êrîşan dixwazin Êzidiyan belav bikin. Ev berdelên me heya niha li ser vê rêyê dane, ne berdêlên wisanin ku em gav bi paşde bavêjin. Peymana 9’ê Cotmehê beşek ji pilana tunekirina Êzdiyan bû. Xwestin  di serîde hêzên parastinê yên vê civakê tine bikin. Diyare destê hinek ji îxanetçiyên Îraqê jî di van pilana de heye. Li şûna sersaxî û daxuyaniyê di ser şehîdên me û berpirsekî wek heval Seîd bidin, ew bi xwe diçin bi Tirka re hevdîtin dikin. Keda heya niha hatiye dayîn ji bo rê li ber fermana bigreye, em ê li ser vê şopê berdewam bin. Bila her kes bizane ji nehe û şûnde Şengal ne ya firotinê ye, Şengal a şehîda ye.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Cindî axivî û  da diyarkirin ku ew ê heya dawiyê li ser şopa Şehîd Amargî û tevayî şehîdan bi meşin.

Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser şehîdên Sikêniyê hat nîşandan û bi dirûşmên “Şehîd namirin” merasîm bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button