KNK: Divê Şengal bibe xwedî statu û xweser be

KNK di heştemîn salvegera jenosida Şengalê de, daxuyaniyek belavkir û hate gotin; “Digel ku Şengal îro ji DAIŞ’ê hatiye paqij kirin û hejmarek mezin xelkê me yê Êzidî li cih û warê xwe yê bav û bapîran bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndariya 3ê Tebaxa 2014ê di giyanê wan da dewam dike. Hejmareke bilind a jinên Êzidî yên ku hatine êxsîr kirin hêj jî bêserûçûnin in û aqîbeta wan ne diyar e. Divê Şengal xweser be.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 8’an a Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Rojeke reş, tarî û hind jî xembar: 3’ê Tebaxa 2014’ê. Roja ku careke din fermana qirkirinê li ser xelkê me yê Êzidî hatiye rakirin û di pratîkê da jî hatiye bi cih anîn. Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestiya îslamî di perspektîva dijî Kurd û Kurdistanê da gihiştin hev û di bin kirasê DAIŞ’ê de ji dergehê Şengalê ve êrişî Kurdistanê kirin.

Bi êrişê xwestin deskeftiyan têk bibin

Şengal, warê qedîm ê xelkê me yê Êzidî, bi plan bû hedefa êrişa DAIŞ’ê. Ji vê êrişa DAIŞ’ê hemû dagirkerên li Kurdistanê memnûn bûn. Îran, Tirkiye û hetta rêvebiriya Bexdayê, rejima şovenîst ya Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAIŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî Kurd û antî Kurdistan yên van navendên dagirkeriyê. DAIŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst yên li Kurdistanê. Bi vê êrişê ve esasen xwastin hem destketên Kurdan li başûr û rojavayê Kurdistanê têk bibin û careke din nîrê kolonyalîzmê danine ser stuyê Kurdan, hem jî ji aliyê teessubiya îslamî ve baweriya Êzidîtiyê binbir bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê Êzidî dan.

Gerîla pêşî li êrişan girtin

Revdeya DAIŞ’ê Şengal dagir kir û dest bi komkujiya xelkê me yê Êzidî kir. Ji yên dorpêç kirî mêr pêkve kuştin, jin jî êxsîr kirin û ber bi dinyaya xwe ya reş ya kevneperestiya îslamî ve birin. Bi hezaran jinên ji xelkê me yê Êzidî di bazara xwe ya qirêj da kirine dîl û firotin. Tecawuzkariyeke bêtixûb li ser jinan kirin. Yên ku ji ber vê xezeba DAIŞ’ê revî bi sefaleteke mezin xwe gihandin cih û warên dî yên Kurdistanê. Çiyayê Şengalê dîsa ve bilindahiya xwe kire stargeha xelkê xwe yê Êzidî. Ev kiryara encam trajîk ya jenosîda li ser xelkê me yê Êzidî, Kurdistan û dinya hejand. Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG’ê, hêzên YPG û YPJ’ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşan dan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşiya êrîşan girtin. Çi ji cepheyê sivîl ve, ji cepheyê leşkerî ve Kurd, Kurdistanî seferber bûn û ji milekê ve dijî DAIŞ’ê şer kirin, ji milê dî ve xelkê derbederbûyî xwudan kirin. Dinyaya humanîter jî di vî warî da aktîv bû û hem ji aliyê leşkerî ve, hem jî ji aliyê hewcehiyên mirovî ve piştevaniyeke mezin û fireh digel Kurdan hate kirin. Hêzên neteweyî yên Kurdistanê, parastina xelkê me yê Êzidî da, berxwedaneke mezin ya parastinê kirin. DAIŞ bi seferberî û hevratiya hêza navxweyî û ya derveyî hate sekinandin û di serî da Şengal û cihên din ên Kurdistanê ji DAIŞ’ê hatin rizgar kirin.

Divê pirsa jinên Êzidî di rojevê de be

Digel ku Şengal îro ji DAIŞ’ê hatiye paqij kirin û hejmarek mezin xelkê me yê Êzidî li cih û warê xwe yê bav û bapîran bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndariya 3ê Tebaxa 2014ê di giyanê wan da dewam dike. Hejmareke bilind a jinên Êzidî yên ku hatine êxsîr kirin hêj jî bêserûçûnin in û aqîbeta wan ne diyar e. Ji ber hindê jî vê bûyera xembar jina Êzidî kiriye sembola xebat û têkoşîna dijî kevneperestî, fanatîzm û zihniyeta reş ya îslamî û divê ev pirsa jinên Êzidî bi hemû giranahiya xwe ve daîm di rojevê da bê ragirtin. Her wisa hejmareke zêde ya xelkê me yê Êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar da belav dibe, heta niha gelek Şengalî di qempan de ne û ne zivîrîne Şengalê. Divê rê li ber zivirandina Şengaliyan bêne vekirin û ji bo başkirina jiyana wan jî divê xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurt kirin.

Peyman 9’ê Cotmehê nayê qebûlkirin

Mixabin hêzên ku lazim bû Şengal biparastina, hêzên wê demê li Şengalê bûn û ji parastina Şengalê berpirs bûn, wan hêzan Şengal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê Êzidî hat. Ew hêzên Şengal neparastîn, Şengal û gelê Şengalê teslîmê DAIŞ’ê kirîn, bê ku hesabê xwe bidin, niha planan li ser Şengalê çêdikin. Van hêzan ku yek jê rêveberiya Başûr beşê PDK’ê ye, yek jê jî hukumeta Bexdayê ye, 09.10.2020’an de bê ku pirs li gelê Şengalê bikin, peymanek çêkirin û dixwazin carek din Şengal û gelê Şengalê bê parastin bihêlin û bê îrade bikin. Balkêşe ji vê peymanê herî zêde dewleta Tirk dilşa bû. Çawa di dagirkirina Şengalê de dewleta Tirk hevkariya DAIŞ’ê kir, di peymana 9ê Cotmehê de jî destê dewleta Tirk heye. Gelê Şengalê û hêzên parastina Şengalê vê peymanê qebûl nakin û dijê wê radiwestin. Pêwîste îradeya gelê Şengalê bingeh bê girtin û planên cuda li ser wan neyên ferzkirin.

Statû

Li aliyê din dewleta Tirk, di her firsetê de êrîşê Şengalê dike, rêvebir, parazvan û gelê Şengalê hedef digre. Her weha tehdîd û tehlîkeya hêzên selefî  jî derbas nebûye û berdewame. Gelê Şengalê ji ber nasnameya xwe ya Êzidî, serê sedan salane bi êrîşên hovane re rû bi rû dimînin. Ev rewş rastiyekî derdixe holê ku pêwîste Şengalî hem xwe biparêzên û hem jî xwe rêvebibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şengal xwedî statûteyek taybet û xweser be.

Di salvegera vê bûyera dilsoj a bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn da, dilê Kurdan hêj jî şkestiye û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtineke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.

KNK di heştemîn salvegera jenosida Şengalê de, carek din qatil û êrîşkaran mehkum dike, bi hemî awayî cihê xwe li gel bawermendên Êzidî û gelê Şengalê digre.”

ROJNEWS-

Show More
Back to top button