‘PADÊ di berxwedanê de xizmet kir, wê di parlamentoyê de jî xizmet bike’
Mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdehiyê ya Şengalê ji PADÊ û namzeta wê hêvîdar in û sedema baweriya xwe wiha dibêjin: “Piştî fermanê hizbê ku makara wê li Çiyayê Şengalê mabû PADÊ bû. Gelek endamên PADÊ di şerê Şengalê de şehîd ketin. Baweriya me bi PADÊ heye ku di parlamentoyê de jî xizmeta Êzidiyan bike.”
Li Şengalê amadekariyên hilbijartina pêşwext a Iraqê ku wê di 10.10.2021’an de were lidarxistin, roj bi roj geştir dibe. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û her wiha civaka Êzidî jî piştevaniya xwe ya ji bo Partiya Demokrasî û Azadiya Êzidiyan (PADÊ) nîşan didin. PADÊ her çiqas wekî partiyeke fermî di 2017’an de hatibe avakirin jî, koka wê digihe destpêka salên 2000’î.
Piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên, di 20’ê Nîsana 2004’an de Tevgera Êzidiyan a Demokratîk (TEVDA) wekî yekem rêxistina civaka demokratîk a Êzidiyan tê rêxistinkirin ku fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen ê di êrîşa dewleta Tirk a 16’ê Tebaxa de şehîd ket, yek ji avakarên wê bû.
PADÊ li ser koka TEVDA hate damezrandin
Piştî fermana 2014’an êdî pêdiviyên rêxistinkirina civaka Êzidî tê wê astê ku partiyeke siyasî ya li ser navê Êzidiyan ava bibe. Di dîroka Êzidiyan de cara yekem e ku partiyeke siyasî bi navê Êziriyan tê damezrandin. Di rastiyê de PADÊ di 25’ê Hezîrana 2016’an de li Şengalê bi kongreyek tê avakirin. Lê encax di 19’ê Nîsana 2017’an de wekî partiyeke siyasî ya fermî tê naskirin û tê damezrandin.
Civaka Ezidî yê berxwedêr vê dîrokê baş zanin, ji ber vê jî dema piştgiriya xwe ya ji bo PADÊ tînin ser ziman, destpêkê balê dikşînin koka berxwedêr a PADÊ. Saziya Ziman û Perwerdehiyê ya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê ji piştî fermanê heya niha bi hezaran zarok û ciwanên Êzidî perwerde kirine û hê jî xebatên wan berdewam e. Wan jî nêrîn û nirxandinên xwe yên derbarê hilbijartinê û piştgiriya xwe ya ji bo PADÊ anîn ser ziman.
‘Hemû hizb û rêxistin reviyan, PADÊ ma’
Berdevkê Saziya Ziman û Perwerdehiyê Nayif Şengalî destpêkê balê dikşîne ser cûdahiya di navbera PADÊ û hizbên din ên siyasî û Nayîf Şengalî bibîr dixe ku di fermana 2014’an de hemû partî, aliyên siyasî û leşkerî dest ji Şengalê berdanê û dibêje ji wê demê ve rêxistin û partiya ku li Şengalê maye PADÊ ye.
‘Endamên PADÊ li hemberî DAIŞ’ê şer kirin’
PADÊ ku di dema fermanê de bi navê TEVDA xebat dimeşand, ji milekî ve hewl daye pêdiviyên civakî çareser bike ji milekî ve jî tevî Êzidiyan berxwedana li dijî DAIŞ’ê birêxistin kiriye. Nayîf Şengalê bi van gotinan behsa wan rojan dike: “Endamên PADÊ bi xwe di nav berxwedanê de li hemberî DAIŞ’ê şer kirin. Ev cûdahiya PADÊ ye. PADÊ temsiliyeta berxwedana Şengalê kir. PADÊ temsîla siyasî ya meclîsa me ye, temsîla siyasî ya YBŞ-YJŞ ye. PADÊ temsila siyasî ya hemû saziyên ku piştî 2014’an ava bûne dike. “
‘Li ser navê Êzidiyan diçin lê tiştek ji bo Êzidiyan nakin’
Yek ji mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdehiyê Heyder Şengalî balê dikşîne li ser kesên ku bi navê Êzidiyan ev bi salan e li Parlamena Iraqê ne lê ji bo Êzidiyan tu kar û xebat nemeşandine. Mamoste Heyder dibêje kesên ku bi dengê Êzidiyan, li ser navê Êzidiyan çûne parlamentoyê soz û peymanên ku bi dane cîbicî nedikirine û bi van gotinan rexne dike: “Beriya hilbijartinê di nav civakê de digerin, sozan didin, milet dixapînin da ku dengê wan bigirin. Piştî diçin parlamentoyê jî tiştek ji bo civakê nakin.”
‘PADÊ wê ji Êzidiyan re bibe bersiv’
Mamoste Heyder bibîr dixe ku di hilbijartinan de kotayek Êzidiyan heye û ji bo PADÊ hêviya xwe wiha tîne ser ziman: “Niha PADÊ hatiye avakirin, em hêvî dikin ku ji wan hizb û kesên ku çûne parlamentoyê û tiştek nekirine re bibin bersiv. PADÊ ruxmê ku ev demekî dirêj nîne hatiye avakirin jî di nav milet de gelek kar û xebat meşandiye. Milet ji PADÊ bi hêvî ye heke biserkeve û di Parlamentoya Iraqê de ji Êzidiyan re bibe bersiv.”
‘Di fermanê de tenê makara PADÊ li Çiyayê Şengalê mabû’
Mamoste Hecî Semo jî balê dikşîne ser girîngiya nûnertiya gel û wiha diaxive: “Gelek namzet hene. Hinek ji van namzetan 8 sal, hinek ji wan nêzî 4 sal in di parlamentoyê de ne. 8 sal in tiştek nekirine carekî din dibêjin dengê xwe bidin me. Em hêvî ji milet dikin dengê xwe nedin ew kesên ku çûne parlamantoyê û tiştek ji bo gelê xwe nekirine.
Mamoste Hecî jî ji hebûna PADÊ hêvîdar e û sedema baweriya xwe ya ji PADÊ wiha tîne ser ziman: “PADÊ yek ji wan hizbê Êzidiyan bû ku beriya fermanê bi navê TEVDA dihate nas kirin. Piştî fermanê hizbê ku makara wê li Çiyayê Şengalê mabû PADÊ bû. Gelek endamên PADÊ di şerê Şengalê de şehîd ketin. Ji ber vê baweriya me bi PADÊ û namzetê wê heye ku di parlamenê de jî xizmeta Êzidiyan bike.”
ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS