Li Şengalê meşa jinên Êzidî û Ereb ya ‘Jin Jiyan Azadî’

Jinê Êzidî û Ereb bi boneya Roja Jinên Kedkar a Cîhanî 8’ê Adarê, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên meşeke girseyî li Sinûnê lidarxistin. Bi sedan jinên Êzidî û Ereb yên ji temenên cûda beşdarê meşê bûn. Gelek jin bi zarokên xwe beşdarê meşêbûn.

Di meşê de alên TAJÊ û YJŞ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Tevgera Azadiya Jinên Kurd û Êzidî, hatin rakirin. Pankartên bi nivîsa, ‘Emê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, hilînin tola 74 fermanan’ bi zimanê Kurdî û Erebî hatin rakirin. Her wiha pankartek wêneyê dema fermanê ku li ser, ‘Ji bîr kirin xiyanet e’ hatiye nivîsîn jî hatin rakirin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen, Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo û Berdevka TAJÊ Riham Hico û hemû rêveberên jin tevlî meşêbûn.

Meşa ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpêkir, heya çerxerêya şehîd Mam Zekî Şengalî bi dirûşmeyên, ‘Jin Jiyan Azadî’ dewam dikir. Jinên Êzidî û Ereb ku azadiya xwe di fikrê Rêber Apo de dibînin, dirûşmên ji bo azadiya wî jî timî di meşê de avêtin.

Piştî girse gihişt çerxerêya Mam Zekî, daxuyaniyê çapemeniyê bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen û Berdevka Meclîsa Jinên Ereb Fatime Mistefa ve hate dayîn.

‘Felsefeya Rêber Apo pêşiya me ronî kir’

Di daxuyaniya TAJÊ ya ji aliyê Riham Hesen ve hate xwendin de, destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û ev peyam da:”8 Adarê bi dirûşmeya ‘ Jin jiyan Azadî, ber bi Şoreşa jinê ve dimeşin’ bi coş û hezkirin û  têkoşîn li  hemû jinên cîhanê pîroz  dikin.   Vê rojê di serî de li şehîdên têkoşîna azadiyê, li Rêber Apo ku bi felsefeya xwe rêya jinan ronî kir pîroz dikin. Em li jinên Êzidî yên 10 salin di destê DAIŞ’ê de rûberûyê her cûre êşkenceyên fizîkî û çandî tên pîroz dikin. Em vê rojê li hêzên xwe yên parastina rewa YJŞ, YPJ û YJA-Starê pîroz dikin.”

Şehîd Nazê û Nûjiyan hatin bîranîn

Riham Hesen her wiha şehîd Nazê û Nujiyan Erhan ku di êrîşên çeteyê ser bi PDK’ê de şehîdbûbûn jî bibîranî û got: “Dijmin jî dizane, ev roj çiqas ji bo me girîng e. Lewma di meheke wisa de jinên berxwedêr yên weke Nazê û Nûjiyan hedef girtin. Dijmin wê nekare jinên berxwedêr yên wekî, Nûjiyan, Nazê û Bêrîvanan di nava me de tine bike. Ewê nekarin rê li ber têkoşîna van dayîk û xwişkên me yên bûne şahidên fermana 2014’an bigirin ku bi hezaran jin hîn jî aqûbeta wan nayê zanîn.”

‘Di fermanê de îradeya jin hate hedef girtin’

Riham Hesen di dewama daxuyaniyê de dazanîn ku, ew roja 8’ê Adarê weke roja xwe parastina ji fermanan dibînin û wiha pêde çû: “Di fermana 2014’an de ku bi fikrê zilamê desthildar pêk hat,  bi awayekî vekirî îradeya jin hate  hedef girtin. Roja 8’ê Adarê ji bo me wek jinên Êzidî, roja berxwedaniyê û xwe parastina ji femanane.”

‘Emê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û jinên dîl girtî mezin bikin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen diyar kir, ewê têkoşîna xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ne mezin bikin û got: “Em soz û israra xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û jinên di destê DAIŞ’ê de ne dûbare dikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Wê azadî para me be’

Riham Hesen, di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî jinan kir, têkoşîna azadiyê mezin bikin û wiha got: “Bi wesîleya vê rojê em  hemû jinan  vedixwînin vê  tekoşînê. Bawerî û ola wê çi dibe bila bibe, tevlî vê têkoşînê bibin û wê azadî bibe para me hemû jinan. Bijî 8’ê Adarê, Bijî têkoşîn û berxwedana jinan.”

‘Ji saya Rêber Apo em daxwaza mafê xwe yê rewa dikin’

Li ser navê  Meclisa Jinên Ereb jî Fatima Mistefa axivî û got:”Em vê roja cîhanî ya jinê, li tevahî jinan pîroz dikin. Em vê rojê ne weke cejin, weke roja berxwedan û tolhildanê dibînin.Pêwîste em jinên Ereb  li ser fikir û felsefeya Rêber Apo daxwaza mafê xwe yê rewa bikin.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘ Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button