TAJÊ Roja Zimanê Dayîkê pîroz kir

Dûh Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bû. Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê TAJÊ roja Zimanê Dayîkê bi daxuyaniyekê pîroz kir

Di daxuyaniya TAJÊ de wateya ziman hate rave kirin û wiha hate gotin: “Ziman amûreke sereke ye ji bo dan û stendin, xweîfadekirin û jihevfêmkirina mirovan. Her wiha ziman parçeyekî esasîn a ji çanda mirovahiyê ye. Mirov bi ziman dibin xwedî nasname. Rengê nasnameya mirovan zimanê wan e. Dîsa her netew bi çanda xwe, bi zimanê xwe ji hev cuda dibin, dibin xwedî nasname. Ya ku vê nasnameyê ji esas ve ava dike, pêş ve dibe û diparêze jî dayîk e. Lewma jî ji bo zimanê her kesê zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê hebûna mirov ava dike. Zimanê dayîkê bi qasî şîrê dayîkê şîrîn û helal e; nasname ye, rûmet e û di heman demê de hebûn e.”

Di daxwuyaniya TAJÊ de qala rola ziman ya di Êzdiyatiyê de jî hate kirin û wiha hate domandin: “Di Êzdiyatiyê de jî ziman xwedî roleke sereke ye. Êzdî bi hezarê salane bi çanda xwe, bi zimanê xwe yê resen jiyane. Heta roja me ya îro çanda xwe, nasnameya xwe, hebûna xwe bi zimanê xwe parastine. Bi hezarê salan in Qewlên me, bê guhertin, çanda me ya ku yek ji çanda herî qedîm a mirovahiyê ye, gihandine van rojan. Ya ku di vê de rola pêşeng hilgirtiye ser milên xwe jî dayîkên me ne. Dayîkên me li beramber hemû fermanan çand û zimanê me parastine û pêş ve birine.”

Di dawiya daxuyaniyê de banga xwedî derketina li ziman hate kirin û wiha hate bidawî kirin: “Di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de em bang li hemû civaka xwe û dayîkan dikin ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Bi zimanê dayîkê bipeyivin, bi zimanê dayîkê bixwînin û binvîsînin. Em Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê di serî de li dayîkên kedkar û fedakar, li tevahî civaka xwe pîroz dikin û em dibêjin li zimanê dayîkê xwedîderketin, li çand, nasname û hebûna xwe xwedî derketin e. Li rûmeta mirovahiyê xwedî derketine.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button