Jinên Ciwanên Şengalê amadekariya kongerayê dikin

Yekitiya Jinên Ciwan yên Şengalê amadekariyên yekemîn Kongireya xwe ya ku wê di meha Hezîranê de lidarbixin dikin û di çarçoveya amadekariyan de komcivînek lidarxistin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê amadekariya kongreya xwe ya ku dê di meha Hezîrana pêş me de lidarbixin dikin. Di çarçoveya amadekariyan de jinên ciwan bi şiara “Jiyan bi jinê wate dibe, jin jî bi rêxistinbûna jinên ciwan xurtir dibe” komcivîna xwe ya despêkê li dar xistin. Komcivîna jinên ciwan li navçeya Sinunê ya girêdayî Şengalê hat li darxistin. Di komcivîna ku bi dehan jinên ciwan lê amadebûn de bi berfirehî li ser aqilyeta zilamsalarî ya ku vîna jinê tune dihesibîne, ked û hêza wê nasnake, herwiha texrîbatên vê zihniyeta serdest di tevahiya civakê de çêkiriye bi berfirehî hat gotubêj kirin. Jinê ciwan ên di komcivînê de amadebûn dan diyar kirin ku li bermberî paşverutiyên pergalê yên ku bi taybet li ser jinên ciwan xwe ferz dike enceq bi hêz kirina yekitya jinên ciwan dikarin li beramberî wê rawestin.

“Emê bi rêxistinbûnê dawiya paşverutiyan bînin”

Di komcivînê de bi taybet jin li ser zewaca temenê biçuk û kuştina jinê rawestiyan. Jinan di nirxandinên xwe de dan diyar kirin ku di pergaleke ku jin têde were çewisandin, mafê wê yê biryar dayinê nebe, nasname û gotina wê nebe bêgoman wê têde zewaca  temenê biçuk pêre jî kuştin û xwekuştina jin zêde bibe. Jinên Ciwan rêya careseriya ji van pirsgirêkên ku jin ru bi ruyê wan tên jî weke xelasî xwe rêxistin û perwerde kirin ditin û dan zanîn ku wê bi kongireya xwe ya yekem ji herdemê bêtir Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê bihêz bikin.

“Em jinên ciwan bi xwe rêxistinkirinê dikarin dawî li paşverutiyan bînin”

Ciwana bi navê Înas Elyas a bi xwe jî di komcivînê de amadebû têkildarî xebatên wan ên ji bo lidarxistina kongereyê ev tişt got:  “Weke jinên ciwan pêdiviya me bi kongireyekê heye ku tê de tevahî jinên ciwan cih bigirin. Hewce dike em yek bi yek pirsgirêkên ku di pergalê de jin ru bi ruyê wan tên niqaş bikin û rêyên çareseriyê deyînin. Heta em li hev nerunin û pirsgirêkan nîqaş nekin emê di çareseriyê de jî pir afirkîner nebin. Jilewra pêdivî bi nîqaşkirinek berfiher heye.”

Înas bal kişand li ser komcivîna amadekariyên kongreyê ku li darxisitine û wiha berdewam kir: “Ji niha ve ji bo ku em kongireyek bi hêz derbaz bikin me xebatên xwe dane despêkirin. Divê komcivînê de jî me dît ku hevalên me yên ciwan ji bo ku xwe bi hêz bikin û xwe bi xwe bi keda xwe li ser lingan bigirin ji herdemê bêtir amadene. Ev yek jî di me de hêviya serkeftinê dide avakirin. Wek jinên ciwan enceq em bi rêxistinkirina xwe dikarin dawiya paşverutiyan bînin.”

Ciwana bi navê Şîlan Şengalî jî bag li tevahî jinên ciwan kir ku beşdarî kar û xebatên jinên ciwan bibin û ji bo bihêz kirina Yekiriya Jinên Ciwan bi erka xwe rabin.

NÎSAN JÎNDA- Şengal

Show More
Back to top button