TAJÊ: Êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê berdewama fermanê ye

Komîteya Diplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya sala nû nameyek ji bo Hikumeta Iraqê ya nû, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) re şand û têde daxweza girtina qada hewayî ya Şengalê ji balfirên dewleta Tirk re hate kirin. her wiha di nameyê de bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal ya salekî ragihand.

Bi boneya hatina sala 2023’yan Komîteya Diplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya sala nû nameyek ji bo Hikumeta Iraqê ya nû, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) re şand. Di nameyê de daxwez hate kirin ku di sala nû de hikumeta Iraqê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest be û qada hewayî ji balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker re bê girtin.

Adı wiha ye;

“Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) di serî de sala 2023’yan li we pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku sala 2023’yan bibe salek aştî, aramî û kêfxweşî ji hemû cîhanê re.

Civaka Êzidî xwedî dîrokek kevnar e, bi çand û bawariya xwe a demokratîk û aştîxwaz her dem ji mirovahiyê re melevantî kiriye. Girêdan û hezkirina xwezayê her tim parçeyek jixwe û ji jiyana xwe dîtine. Bêguman ê ku pêşentiya vê rastiyê kiriye jina Êzidî ye.

Ji hemû milan ve civaka Êzidî xwedî têkoşîn û berxwedan e

Di roja îro de hemû cîhan dizane ku yek ji civakên herî zêde rastî fermanan hatiye civaka Êzidî ye. Di dirokê de heya roja îro civaka Êzidî rû bi rû yî 74 fermana hatiye. Fermanên herî zêde ku li serê civaka Êzidî pêk hatine bi destê Osmaniyan bûne. Wek tê zanîn femana 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, qurbaniyên wê herî zêde jin û zarok bûn. Em diwazim bi bîr bixin ku birînên me civak û jinên Êzidî hîna nehatine pêçandin, bi hezaran jin, zarok û mirovên me hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Bi dehan gorên komî hene û hîn nehatine vekirn. Her wiha bi hezaran civaka Êzidî li koçberiyê jiyan dike. Bêguman ji bo em xwe ji fermanan biparêzin û xwedî li hebûna xwe derkevin ji hemû milan ve civaka Êzidî xwedî têîn koşû berxwedan e.

Li ser civaka Êzidî ferman û êriş berdewam e

Li ser civaka Êzidî ferman û êriş berdewam e. Piştî fermana 2014’an heya roja îro bi sedan cara dewleta Tirk bi balafirên dronê û balafirên şer Şengal bombebaran kirine. Sala 2022’yan jî bi dehan cara dewleta Tirk bi balafirên xwe êrişî civaka Êzidî li Şengalê kirine. Di van êrişan de sivîl, zarok jî di nav de, her wiha hêzên me yên parastinê bûne qûrbanî. Her wiha cihên me yên pîroz hatin hedef girtin. Di encamê van êrişan de zerarên madî û menewî hatine jiyan kirin.

Dewleta Tirk di sala 2022’yan de 10 cara bi balafirên bê mirov ên keşfê Şengal bombabaran kirine. Her wiha bi balafirên şer 21 dever ji çiyayê Şingal di yek rojê de bombabaran kiriye. Di encamê de 5 kes di nav de zarok jiyana xwe ji dest dana û 11 kes jî birîndar bûne. Êrişên dewleta Tirk kiryarek derveyî exlaqê mirovahiyê ye.

Piştî fermnana 3’yê Tebaxa 2014’an, civaka Êzidî baweriya xwe nikare bide hêzên derve ku wan biparêz e. Civaka Êzidî hêza xwe a parastinê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ava kirine. Ev hêz hemû keç û xortên Êzidî ne, parastina gel û herêma xwe dikin. Hêza me ya parastinê dibe hedefa êrişên dewleta Tirk.

Êrişên dewleta Tirk sedemê ne arambûna Şengalê ye

Bandora van êrişan di warê derûnî de ji bo jin û zarokan zererek mezine. Di derûniya zarokan de tirsek mezin dide ava kirin. Ji ber bambebaran di nav sivîlan de tê kirin. Bi qasî ku derûnî bandor dike, ewqas jî tendirustî bandor dike. Dîsa di encama fermana 2014’an hîna gelek jin ew tiravmeya ku jiyan kirine derbas nekirine, bi nexweşiya derûnî ketine. Ev êriş dibe sedem ku ev nexweşî kûrtir bibe. Êrişên dewleta Tirk sedemê ne arambûna Şengalê ye. Blafirên şer û dronê bê navber 24 setan li esmanê Şengalê li ser sivîlan digerin. Ev êriş dewleta Tirk li ser civaka me bi çi sedemê dibin bila bibin, em rast nabînin û qebûl nakin. Ev êrişên heyî ku mirovên bê suc dike hedef dervayî mafê miroan e.

Em Tevgera Jinên Êzîdî ( TAJÊ ) êrişên dewleta Tirk li ser civaka xwe ya Êzidî metirsiyek cidî dibînin. Ji ber vê sedemê em daxwaz ji we dikin ku li gor rewşa insanî û qanûnî qada hewayî a Şengal, ji bo dewleta Tirk bê girtin.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button