Bernameya çalakiyên ji bo fermana 3’yê Tebaxê hate eşkerekirin
Desteya Rêvebr a Şengalê ji bo çalakiyên ji bo 7’emîn salvegera êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê komîteyek ava kir û bernameya çalakiyên ji bo fermana 3’yê Tebaxê eşkere kir
Li avahiya Desteya Rêveber a Şengalê bi tevlîbûna endamên desteyê civînek pêk hat. Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê şehîdan destpê kir. Di civînê de amadekariyên 4. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û çalakiyên ji bo fermana 3’yê Tebaxê werin kirin hate destgirtin. Ji bo kongre di demek nêzik de pêk were komîsyonek hate diyarkirin.
Herwiha mijara hilbijartina Iraqê û tevlîbûna Êzidiyan hate nîqaşkirin.
Di civînê de ji bo çalakiyên ji bo 7’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an Komîteya Amadekar a Çalakiyan hate avakirin.
Li gorî bernameya hatî diyarkirin çalakiyên werin kirin wihane:
Wê di 16’ê Tîrmehê de li tevahiya Şengalê pankar werin daleqandin.
Wê di 18’ê Tîrmehê de korîdora mirovahiyê were bîranîn.
Wê di 19’ê Tîrmehê de Dayê Erzan a ku di navbera Sinûnê û Komelgeha Digurê de ji aliyê çeteyan ve hatî qetilkirin were bîranîn.
25’ê Tîrmehê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve meşek were lidarxistin.
Wê rojên 27, 28 û 29’ê Tîrmehê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ve şano were pêşkêşkirin.
30’ê Tîrmehê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwanên Êzidî ve meşek were lidarxistin.
1’ê Tebaxê komcivînek ji aliyê TAJÊ ve tê lidarxistin.
Di 1 û 2’yê Tebaxê de Saziya Malbatên Şehîdan û PADÊ serdana gorên şehîdan bike.
Wê di 3’yê Tebaxê de di saet 09.00’an de li Sinûn û Şengalê ji aliyê PADÊ çalakî were lidarxistin.
Di 3’yê Tebaxê de di saet 10.00’an de 5 deqeyan jiyan were rawesandin.
Di 3’yê Tebaxê de wê di saet 15.00’an de meşa giştî pêk were.
ROJNEWS-ŞENGAL