YJŞ: Em soz didin hemû rojan bikin rojên pêşengtiya jinê

Fermandariya YJŞ’ê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê pîroz kir û wiha got: “Em weke jinên Êzîdî, jinên li ser erka xwe ya parastina cewherî soz didin ku hemu rojan bikin rojên pêşengtiya jin û bi hêvîya ji bo em bi Rêbertî re bi hevre jiyan bikin, bi hemu hêza xwe emê tekoşîn bikin.”

Fermandarîya Yekîneyên Jin ên Şengalê (YJŞ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar Cîhanê daxuyaniyek belav kir. YJŞ got: “Em weke jinên Êzîdî, jinên li ser erka xwe ya parastina cewherî soz didin ku hemu rojan bikin rojên pêşengtiya jin û bi hêvîya ji bo em bi Rêbertî re bi hevre jiyan bikin, bi hemu hêza xwe emê tekoşîn bikin.”

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:

“Despekê em 8’ê Adarê li yên ku me ji fermana mezin xilas kir, rêka azadiyê ji bo me nîşan da û rihê berxwedaniyê bi me da qezenç kirin li rêberê mirovahiyê Rêber APO pîroz dikin. Em yên ku ji bo pêşengtiya jin bi ser bikeve, bi rihê jina azad şer kirin di şexsê  Leyla, Doğa, Axin, Sorxwîn, Amargi, Faraşin, Berivan’an de  hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîrtînin. Dîsa li tevahî cîhanê de jinên ku ji bo azadîyê têdikoşin, taybet ew dayikên me yên berxwedêr, rêhevalên me yên di çeperan de bi rihê Apogerî şer dikin li hemu hevalên xwe yên jin pîroz dikin. Tekoşîna bi Clara Zetkîn’an de pêşket, îro bi partîbuna jin û artêşbuna jin ve xwe didomîne ew tevgerên jin yên azadixwaz em hemuya silav dikin û vê rojê li wan jî pîroz dikin.

8’ê Adarê, li beramberî pelçiqandin, hemû cureyên şîddet, kuştin, talan, firoştin û hemu muameleyên xirab re ji bo jîn dibe roja serhildêrî. Ji bo azadî rojekî bi watedar e. Roja ku îlan bu heya niha buye roja berxwedanê. Rêber Apo bi lêpirsîna ‘çima ji bo jina tenê rojek tê dayîn, çima hemu roj di rengê jin û pêşengtiya jin nebe?’ bî vê awayî ruyê vê rojê guhertiye û li vê rojê wateyek cuda bar kiriye. Taybet bi pêşxistina tevgerê jin ve her rojan bi rengê jin ve xemiland û hemu rojan bi çanda berxwedanî ve tije kir e.

Gava mirov roja îro meyze dike tevgerên jin yên bi vîn, bi rêxistinkirî, yên parastina xwe dizane û şêwazê têkoşînek xurt û domdar derketiye holê. Rastiya jina ku dîroka deshilatdaran guhertiye û dîroka jina azad nivîsandiye derxiste holê. Bi van pêşketinan ve zanistiya jin, vîna wê, hestê wê, fikrê wê, xweşikbun û exlaqa wê ji nuve hate destgirtin û avakirin. Jin bi zanistiya ku pê digihêje ve bi hestên xwe yên wîjdanî, bi ziravtiya aqlê xwe, bi civakbuna xwe, bi têkoşîna xwe ya bê hempa ewê pêşeroja azad bihunîne. Piçek be jî jinên ku çavê wê azadiyê vebuye êdî li beramberî hemu cureyên wahşetê bê çare nîne. Ew jinên ku tenê digrî, loma dike, tenê hawara xwe digihîne hinekan, bendeware û hemu nehaqiyê weke qederekî dipejirane ji holê radibe. Ev jî hêvî û bawerî dide me.

Îro li kîjan alîyê cîhanê be jî, jinên ku ji azadiyê re hevpeyman çêkiriye digihîjin hev du. Ev pêşketin hêz û moral dide me hemuyan. Taybet ji ber ku  8’ê Adarê nasnameya berxwedaniya jin e, hemu jinên azadixwaz di vê rojê de li hevdu dicivin. Ji bo wê îro hemu dengê jinan bi hevre bilind dibe û ji bo azadiyê bi yek dengî diqîr e. Ji bona wê em hemu jinên azadixwaz bi biryardariya têkoşînek hîn bi xurtir 8’ê Adara îsal pêşwazî dikin.

Weke jinên Êzîdî taybet ev salên dawî em gihiştin wateya vê rojê û îro bi çanda zanistiya cins û çanda berxwedaniyê vê rojê pîroz dikin. Êdî ji bona me wateya azadiyê pir mezin e. Ji ber ku kesên ji bo azadiyê canê xwe dan wateya azadiyê yekcar bilind kirî ye. Di vê esasî de carek din kesên ku di oxira azadiyê de şehît ketine li beramberî wê bi hurmet bejna xwe ditewînin. Kesên ku zîndanan de, lutkeyên çîyan de, di zevîyan de, cîhê kargehan de, kuçeyan de û her wiha hemu qada zivirand qadên berxwedanê, çalakiyên wan yên giranbiha, egîdîya wan silav dikin. Em weke jinên Êzîdî, jinên li ser erka xwe ya parastina cewherî soz didin ku hemu rojan bikin rojên pêşengtiya jin û bi hêvîya ji bo em bi Rêbertî bi hevre jiyan bikin bi hemu hêza xwe emê tekoşîn bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

07/03/2024 Demjimêr 13:15

Show More
Back to top button