Şandeya ji Hevserokên Desteya Rêveber Riham Hesen û Xwedêda Ilyas û cîgirê hevserokan Dexîl Îbrahîm pêkdihat, ji aliyê Berdevka Kordînasyona TAJÊ Riham Hico û endamên rêveberiyê ve bi cilên gelêrî û germî hate pêşwazîkirin.
Şande bi gulên sor û plaketeke ji ala TAJÊ hatiye çêkirin, serdana navenda TAJÊ kir.
Şandeya Desteya Rêveber di şexsê TAJÊ de 8’ê Adarê li tevahî jinên Êzidî pîroz kir û plaketek ji ala TAJÊ hatiye çêkirin diyariyê TAJÊ hate kir. Plaket ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas ve hate dayîn û Ilyas hêviya serkeftinê ji têkoşîna azadiyê ya jinên Êzidî re xwest. Berdevka TAJÊ Riham Hico, dema plaketê ji Ilyas girt, spasî kir û got: “Ez spasiya we dikim. Berxwedana me berxwedaneke hevpare ji bo Şengaleke Xwesere. Heya Xweseriya Şengalê mîsoger nebe, emê jî weke Tevgera Jin, mil bi mil li her qadê têkoşînê bikin. Em 8’ê Adarê li we, li malbatên we û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser pîroz dikin. Hun ser serê me hatin, serçavan hatin.”
Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm yê di şandeyê de serdana TAJÊ kir, bi rêya ajansa me peyameke pîrozbahiyê da û got: “Ez 8’ê Adarê li hevalên TAJÊ pîroz dikim. Hêvî dikim, hemû jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de mane azad bibin û ew jî vê rojê pîroz bikin. Ez serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Ji Endama Rêveberiya TAJÊ Şemê Heliqî jî peyameke kurt da û wiha axivî: “Ez vê rojê li hemû dayîkên me pîroz dikim. Îro saziyên me yên Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana me dikin. Em kêfxweşin navendeke me çêbûye, hemû jinan li hev dihewîne. Eger dewleta Tirk a bê xwedê belaya xwe ji me veke, em dixwazin 8’ê Adarê xweş pîroz bikin. Berê agahiya me ji vê rojê nebû, nû nû çêdibe. Em dixwazin hemû jin û dayîkên me yên agahdarin ji 8’ê Adarê rabin ser xwe û tevlî pîrozbahiyê bibin. Di rastiyê de em her rojek weke roja xwe dibînin, tenê vê rojê ya xwe nabînin.Herçend gelek jin li vir şiyar bibin jî, hîn jî gelek dayîk û jin bindestin û di vê rojê de nikarin rabin ser xwe. Bang li hemû jinan dikim, em bihevre rabin û vê rojê bihevre xweş bikin.”