Tirkiye, Rûsya û Îran li ser maseya danûstandinê bi nakok in

Rûsya, Îran û Tirkiye roja 19’ê Tîrmehê wê li Tehran werin gel hev. Civîn di demek wiha de tê lidarxistin ku dewleta Tirk ya dagirker gefê êrîşek nû li ser Rojavayê Kurdistan dixwe. Her sê dewlet jî di nava nakokiyên cidî dene. Ji ber şerê li Ukranya, pêwîstiya Rûsya ji her demê zêdetir bi Tirkiyê heye. Lê ev nayê wateya ku wê Rûsya nanokiyên xwe bi Tirkiyê re bide aliyekê. Nêzîkatiyê Tirkiyê bi dewletên Ereban û Îsraîl re demeke Îran xistiye nava gûmanan. Lê diyar wê ev civîn herî zêde li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistan bandorî bike. Bi taybetî hemwextî salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin. Niha tê meraq kirin ku wê Erdogan di vê civînê de ji êrîşek nû li ser Rojavayê Kurdistan destûr werbigre ya na!

Di sala 2018’an de, Rûsya, Îran û Tirkiyê di çarçoveya Astanayê de danûstandinên sêalî pêk anîn bû ku encamên wan ji bo her sê welatan girîng bûn. Piştî ku hêzên rêjîma Sûriyê karibû deverên berfireh ji herêmên ku di bin kontrola çeteyên Tirk bi navê ‘Artêşa Azad a Sûriyê’ de bûn kontrol bike. Li aliyê din rêya Astanayê derfetek da Tirkiyê ku dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike.

Nakokiyên Tirkiye-Rûsya…û hevdîtina dualî ya Erdogan û Pûtîn

Li gor berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, ‘Putin dê dosyaya Sûriyê bi hevtayên xwe yên Îranî û Tirkiyê re gotûbêj bike û ligel Erdogan jî gotûbêjên dualî bike.’ Ev lûtkeya sê alî û hevdîtina dualî ya di navbera Erdogan û Pûtîn de wek peyrewa gotûbêjkirina dosya şerê Ukrayna-Rûsyayê û dîtina korîdorên ewle ji bo hinartina genim bi rêya derya Reş tê.

Civîna Pûtîn û Erdogan bi mebesta xurtkirina hevkariyên aborî, zêdekirina qebareya bazirganiyê û bikaranîna diravên niştimaniye. Her wiha berdewamiya dabînkirina çavkaniyên enerjiyê yên Rûsî û gotûbêjkirina aloziya Sûriyê û dosya çeteyên Cebhet El-Nûsra li Idlibê ye û dîsa dosyaya Kurdan bi taybet li bajarên Minbic û Til Rifetê ye.

Ji niha ve diyare ku wê Pûtîn û Erdogan li ser dosya germ ya Ukrayna rawestin. NATO’yê, Tirkiye gelek çek, bi taybetî balafirên bêmirov-biçek (Firokeyên Bayraktar) pêşkêşî Ukraynayê kir, ji bilî perwerdekirina hêzên Ukraynayê ji bo rûbirûbûna Rûsyayê. Firokeyên Beyrektar ên Tirkiyê li wir bi rolek çalak di aloziya Ukrayna-Rûsya de lîstin û pêşvehatina Rûsya ber bi Kiyêvê ve lawaz kir. Tirkiye endamek NATO’yê ye û siyasta xwe li gora NATO diyar dike. Diyar dibe ku NATO heta astekê destûr daye Tirkiyê ku bi Rûsya re peywendiyan bidomîne. Rûsya jî dixwaze ji vê rewşê sûd werbigre.

Nakokiyên Tirkiye û Îranê

Têkiliyên di navbera Tirkiye û Îranê de ji ber gelek sedeman aloz bûne, nemaze normalîzekirina têkiliyên Tirkiye-Îsraîl, zêdebûna danûstandinên bazirganî di navbera wan de û ji nû ve vekirina qada ezmanî, Tehran jî vê yekê weke metirsiyê li hemberî xwe dibîne. Her wiha hevsengiyên jeopolîtîk ên nû derdikevin holê, Tehran erênî nabîne û bi taybetî Tirkiye û Azerbaycan hêza xwe li wir xurt dikin û ev yek cihê nîgeraniya Tehranê ye.

Çarçoveyên herêmî ya serdana Erdogan ji bo Tehranê hene û ev di demekê de ye ku diyar e nêzîkbûnek di navbera çend welatên Erebî û Îsraîlê de pêk tê, ji ber ku Biden di hevdîtina xwe ya ligel serokwezîrê Îsraîlî Yair Lapid de got ku ew dixwazin hevpeymaneke herêmî li dijî gefên Îranê û milîsên wê yên li herêmê ava bikin, her wiha ewlehiya Îsraîlê mijareke sereke û girîng a Washîngtonê ye.

Di lûtkeyan sê alî de, Îran dê hewl bide ku garantiyên Tirkiye werbigire da ku rê li ber pêkanîna hevpeymaniyeke herêmî ya di navbera welatên Erebî û Îsraîlê de li dijî Tehranê bi serokatiya Amerîka.

Serdana Erdogan di demekê de ye ku Tirkiye ji ber tevgerên Îranê yên li ser sînorê Tirkiye û di hundirê Tirkiyê û hermê de nîgeran e. Bi taybetî hewlên Îranê bo kuştina Îsraîliyan li Tirkiye piştî ku Îsraîlê operasiyonên xwe yên îstixbaratî li dijî Îranê li navçeyê zêde kir.

Aloziya Sûriyê û Rewşa Kurdan

Her sê aliyên (Rûsya, Îran û Tirkiyê) beriya niha di çarçoveya (pêvajoya aştiyê ya Astanayê) de û li Tirkiye jî civînên cuda û hevbeş lidar xistibûn, ji ber ku di her civînê de rêjîma Sûriyê karîbû herêmên derveyî kontrola xwe vegerîne û di berdêla wê de, Rûsiya û Îranê çira kesk dan Tirkiyê ji bo destpêkirina sê operasyonan li Sûriyê li dijî gelê Kurd li (Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) ku bû sedema koçberbûna bi hezaran sivîlan ji bajarên wan.

Di vê lûtkeyê de Tirkiye hewl dide ku ronahiya kesk ji Rûsya û Îranê bigire ku operasyonên din ên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî li ser bajarên Minbic û Tel Rifet ên stratejîk encam bide. Ji ber ku cihê ciyografiya Til Rifetê ji bo Îranê û Rûsya girîng e ji ber ku nêzîkî stargeha civaka Şîe li Sûriyê ye. Di heman demê ev herêm nêzîkbûna wê bi bajarê pîşesazî yê Helebê re û rêya sereke ku Helebê bi bajarê Dîlok ve bi rêya Deriyê Sînorî Bab El-Selam yê li bajarê Ezazê girê dide.

Bajarê Minbic ji bo Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê jî girîng e. Amerîkayê ji ber ku rizgarkirina wê bi hevbeşî ligel Hêzên Sûriya Demokratîk pêk hat, lewma Amerîka bi hêsanî dest jê bernade. Lê ji bo Rûsya, Îran û Tirkiyê jî girîng e. Ji ber ku gelek taybetmendiyên wê yên jeopolîtîk hene, ew navendeke girêdanê di navbera rojhilat û rojavayê Sûriyê de ye, her wiha ji ber ku herdu bendavên Tişrîn û Qereqûzaq lê hene ku elektrîkê û ava vexwarinê jî ji herêmên berfihreh ên parêzgehên Heleb, Reqa û Hesekê re dabîn dikin. Her aliyek ku hewl bide Minbicê kontrol bike, dê bandorê li ser aloziya Sûriyê bike û wê weke kaxezeke danûstandinê bikar bîne.

Hêzên Sûriya Demokratîk amadebûna xwe ji bo pûçkirina her êrîşeke Tirkiye re piştrast kir û dewleta Tirkiyê tohmetbar kir ku pabendî rêkeftina 2019’an nabe. Her wiha hişyarî da dewleta Tirkiye ku ew ê rûbirûyê hêzên hikûmeta Sûriyê û hemû gelê Sûriyê bibe û ji bo rêgirtina li ber êrîşan pêşwaziya hewldanên girîng ên Rûsyayê kir.

Operasyona leşkerî ya Tirkiye li bakurê Sûriyê dê bandoreke nerênî li ser aloziya Sûriyê bike, nemaze bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê hîn di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de ne, nexasim hebûna mezintirîn bombeya demkî (kampa Holê) li navçeyên Hêzên Sûriya Demokratîk e. Tirkiye hewl dide ‘Xîlafeta DAIŞ’ê’ vegerîne herêmê da ku berjewendiyên xwe yên têkbirina aramiyê pêk bîne.

Di nava nakokiyên navbera Rûsya-Tirkiye-Îranê de, gelek li benda encamên lûtkeyê ne û di nava van kêşeyên dijwar û nakokiyên li ser maseya her sê welatan de, diyar e ku tu yek ji wan ji hev razî nabe. Ji ber ku Rûsya û Îran naxwazin zêdetir berfirehkirina Tirkiye li Sûriyê û navçeyê bi giştî. Ji ber ku Tirkiyê nûnertiya eniya NATO li herêmê dike û li ser berjewendiyên Rûsya û Îranê li Sûriyê bûye metirsî.

Her wiha di lûtkeyê de hewl tê dayîn ku atmosfera di navbera her sê welatan de sar bike û peywendiyên wan û berjewendiyên hevpar li herêmê biparêze û Îran jî hewl dide ku garantiyên Tirkiyê werbigire ku rê li ber pêkanîna hevpeymaniyeke herêmî di navbera welatên Erebî û Îsraîlê de ya bi serokatiya Amerîka li dijî Tehranê bigire.

NAVENDA NUÇEYAN ROJNEWS

Show More
Back to top button