YJŞ’ê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû jinan pîroz  kir

Daxuyaniya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) wiha ye:

“8 ‘ê Adara sala 2021 weke demê em tê da derbasdibin û weke sedsal salên qederê diyar dike û sembolize dikeye. Di van rojên şerê azadiyê ê nû em gihîştiniyê de yê ku li kêleka me meşiya ne û rê nîşanê me dane hevalên xwe ê şehîd bi hemû hezkirinên xwe ve bibîrtînîn bejna xwe li beramberî bîranînên wan bi hemû rêzdariyên xwe ve di tewînîn. Em spasiyên xwe pêşkêşî Rêber Apo û milîtanên wî ku zanista 8’ê Adarê di kesayeta me de afirande dikin û di heman demî de em gerilayên YJA-STAR ku li çiyê têkoşîn dikin, jinên li Rojavayê Kurdistanê ku asta hêz û têkoşeriya jinê li ser bingehê YPJ nîşanê tevahî cihanê daye, têkoşerên zîndanan û tevahiya jinên ku li her qadê cîhanê de têkoşîn didin meşandin slavên xwe pêşkêşî wan dikin. Di serî de ji jinên li Şigako yê kedkarê hûnandinê ê têkoşer, ji Clara û Rozayan, ji Rozaya sedsala 21. Sakîne Cansiz heyanî Berîvan, Zin Avesta, Nazê, Nûjiyan, Zîlan û Leyla Agiriya bigire heyanî Sema Koçer ku xeta fedaîbûnê ya Zîlan li hemberî desthilatdarî û pergala hişmendiya zilamsalariyê carekedinê di keseyata xwe de şênber kire û tevahiya jinên di vê oxirê de têkoşiyane, bedena xwe dane ber agir ku roja 8’ê Adarê heyanî roja me ya îro anîne û her wûha Egîd Cîwyan, Dilşêr Herkol, Azad, Mam Zekî û Şoreşan ku me mil bi mil têkoşîn daye meşandin em soza xwe ya şopdariya wan de xeyal û armancên wan gîhandina zaferê dûbare dikin.

Feraseta netew-yekperest û dewletî ya heyî bi hêjî zêde kirina nakokî û pevçûnan ve dixwaze her cûre şerê heyî kurtir bike û herwûha tevahiya cûreyên şer jî yekem jinê dike armanc. Pergala hişmendiya qirker, dagirker û hevkar, çînî, zayendî û netewperez ji bo pêşîgirtina îdeaya sedsala 21’emin ku dibe îdeaya azadiyê hewil dide rê veke û viya bigîhîne armancê. Gel, bi xistina nava hemû gengeşiya ve di serî de fikre azadiya jin tesfiye û înkarkirina wê dike ferz. Dixwazin bi navê nexeşiyên weke Pandemî û Covîd 19 ku ji aliyê moderniteya kapîtalîst ve hate afirandin ve jinan di mala de girtî bihêlin. Di van her du salên dawiyê de bi navê nexweşiya, jina ku dixwastin di mala de girtî bihêlin, destkeftiyên ku bi têkoşîna xwe bi dest xistine ji dest bigirin; ji ser bedena jinê maf dîtinê heyanî tevlîbûyîna hilberînê û sûcên îstîsmara zayendî ya ku zêde dibe em viya fêm dikin. Jinên ku ji Efrînê hatine revandin, dilgirtine-kolekirine, jinên li Hîndistanê yê ku rastî komtecewîzê tên, jinên di bin navê cînayeta namûsê de her roj tên qetilkirin, îstîhdama jinê ya li Latîn Emerîkayê ku 10 salan paşde çûye, jinên li Arjantînê ji bo mafê kûrtajê têdikoşin dikin em xwîşkê wan jinan hemûyanin û hevalê wanin. Em weke jinên Êzidî li gel jînên ku di her qadê cîhanê de têdikoşinin.

Hemleya ‘Dawî kirina qirkirina jinê, dema parastina civak û jina azade’ pêwîstiya herî bingehîn ya jina ku hebûna xwe parastin û xwe parastinê dike armanc. Her wiha armanca herî mezin rastiya pergala zilamsalarî ji bo were derbaskirin dike armanc. Aktif beşdarbûna jinê ya çalakiyên ji nûde afirandina azadî û wekheviya netewekê, ji serkeftina wî netewî ye. Di rastiya jina Kurd û Êzidî de ev yek şênber bû.

Em şervan û komuteya arteşa jinên Êzidî YJŞ bi mêzekirna jinê ve di zanista afirandina çareseriyê ya ji pirsgirekên zayendî heya pirsgirekên netewî, polîtîk, aborî, civakî û çandî de ne. Herwiha di zanista xeta têkoşîna jinê di nava civakê de pêşxistinê de ne. Em soza mezinkirina vê yekê didin. Xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye. Ya ku civaka Êzidî ji azad bike têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên ku li devdorê YJŞ’ê xwe bi rêxistin dikin û jinên di nava YJŞ de cîh digirine.

Di heman demî de têkoşîna bi pêşengiya gerîlayên YJA-STAR ya li Heftenînê asta têkoşîna jinê carekedinê şênber kir. Cardin di şexsê şehîdên Gare de bi têkoşîna li hemberî hişmendiya zilamsalarî, qirker û desthilatdariyê çawa di erde ve kir yek û hat hilweşandin me dît. Dema me weke jinên Êzidî li hemberî îxanet û hevkarê herêmî berxwe dida me şervanên YPJ mînak girt. Eger ku her çiqasî dîroka me ya têkoşînê weke fermana 3’yê Tebaxa 2014’an pêşketibe jî em di ferqa kûraniya zanista wê têkoşînê de ne. Em soza xwe ya tolhildana hemû fermana bi wesileya 8’ê Adarê ve dûbare dikin. Weke jinên Êzidî li hemberî bi dehan fermana me dest ji çand û baweriya xwe bernedaye û bila dijminê me jî baş bizanibe ev êrîş ji bo me tûne bûnê na, berovajiya wê israra hebûn, kûraniya zanista dîrokê û rêxistinbûyînekê bi wate tîne.

Me jinên Êzidî bi nebûnê na bi hejmarê kêm dest bi têkoşînê kir. Pergala zilamsalarî ya qirker û dewletçî bi navê DAIŞ’ê ku xwastin tevahî qadên me yê jiyanê tûnebikin, ji me bi hezaran kirin kole, di bazar û bazarên mirovan de xistin bazarê; cardin ji me bi hezaran qetilkirin û bi deh hezaran ji xaka xwe dûr kirin. Em birînên xwe ê kur hem jî pir kur ku dermankirina wan berdewam dike û me ferq kir ku pirsgireka zayendî a cîhanê jî weke hebûn tûnebûnê, kole an ji azadiyê de di navbera dû nokteyên ku balkêş de jiyana xwe berdewam dike de em jî dibin ferdek ê wê netewa jinê. Em jinên YJŞ;

Li hemberî tecewîz û qirkirina jinê ya ku dibe polîtîkayek yê pergala desthilatdarî ya şêwazê kapîlalîstê çî ji bi rantçiya şer divê em dengê xwe hêjî zêdetir bilind bikin û dengê tevahî jinan ê heyî em bikin yek.

Ji bo kûştina bi navê namusê ya paşverû de û her cûre kuştina jinê em ê bêjîn êdî wê bisekine.

Ji bo gel û jinên Şengalê heta afirandin û parastina jiyanek azad wê têkoşîna me bidome. Ev ji armancên me yê sereke ye. Cardin yek jê hemwelatiyê me ê ku ji walatê xwe hate dûrxistin û kirine kole mabe, her wûha heta ku hêviyên jiyanek azad û wek hev em bi jiyanî nekin wê şerê me berdewam bike.

Li ser vî esasî ji Şengalê ketina rê ve ji bo jinên Kurd-Ereb û avakirina bingehê jiyanek azad ya gelên Irakê em ê têbikoşin.

Di aliye têkoşîna azadiya jinê de êdî nokteya herî girîng û stratejîk perwerdekirina jinê, vegerandina cewherê wê, li hemberî pergalê de parastin, li hemberî pergalê bertek girtin û berfirehkirina zanista parastinê û ev tevnê parastinê yê ku hatine berfirehkirin divê em kordîne û têkiliya wan pêkbînîn. Hêza jinê ya parastina cewherî ku bi sedsalane nehatiye birêxistinkirin divê bi hêrsa wê ve em tevnê parastina cewherî avabikin. Ji bo azadiya me jina parastina cewherî xistina nava hemû hûcreyên civakê û berfirehkirin di girîngiya jiyanê de ye. Em YJŞ bi îdane û me seknekê bi hêz daniye holê û em ê vê sekna xwe berdewam ji bikîn. Jin û gelên Şengalê êdî ji YJŞ’ê bawerî û hêz digire. Wextê ku jin li hember pergala desthilatdarî ya zilamsalarî têkoşîn dikin divê ji xwe bawerbin û divê jinên Şengalê baş bizanibin ku li kîjan aliye cîhanê dibe bila bibe YJŞ wê tûcarî wan bi tenê nehêle.

Bi feraseta Rêber Apo ya jina şer dike xweşik dibe, jina xweşik dibe tê heskirin a ji bo me diyar kire û em fêr bûne ve em ji gerilayên YJA STAR’ê fêrî xweşikbûn û azadiya jinê bûn. Jinên ku di kozikan de di her watê de şerê azadkirina axa xwe didin meşandin û şervanên jiyana azad ê ku di têkoşîna Gare de û gerilayên YJA STAR’ê ê ku me ji bona xwe mînak girtine em 8 Adarê li wan pîroz dikin. Di van rojên 8 Adarê ya roja Jinên Kedkar ê Cîhanê pîroz dikin de em di şexsê Rêber Apo de ku ev çanda têkoşîn, azadî û zanista jinê me jê girte û tevahiya jinên cîhanê yê têkoşer pîroz dikin.”

Show More
Back to top button