Rêvebriya Erser a Şengalê:  Meşruiyeta vê hilbijartinê nîn e

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser hilbijartinên pêşwext ên Iraqê diya kirin ku hîn ji destpêka dengdanê de pirsgirêk derketine, ji gel re astengî hatine derxistin û bi hezaran kesan nekariye dengên xwe bikar bînin, lewma di rastiyê de ev hilbijartin ji aliyê gel ve nehatiye pejirandin û meşruiyeta wê nîne.

Duh li serasnserê Iraqê hilbijartinên pêşwext hatin pêkanîn.  Rêjeya dengdanê bi giştî li Iraqê ji sedî 41 bû. Li Şengalê jî gel bi rêjeyek kêm beşdar bû. Li gorî encaman li Şengalê mafê 83 hezar kesî hebû dengê xwe bikar bînin, lê tenê dengê 13 hezar kesan hatine hejmartin.

Rêveberiya Xweseriya  Demokratîk a Şengalê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku  di rastiyê de ev hilbijartin ji aliyê gel ve nehatiye pejirandin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di serî de em endam, xebatkar, rêveberî, oldar, jin, ciwan, malbatên şehîdan û hêzên parastinê ji ber ked û xebata wan a di pêvajoya hilbijartinê de silav dikin.

Di sedsala 21’an de wê dîrok vegere ser rastiya xwe û Êzidî jî di nav de gelên herêmê divê vê pêvajoya çend salên pêşiya xwe baş binirxînin. Tu tiştek bê plan nayê kirin, di serî de ferman û koçberî ev bi zanebûn û plan pir zirav hatine rêxistin kirin.

Di van 3 heyvên derbasbûyî de li Şingalê wek PADÊ û Rêveberiya Xweser bi îradeyeke mezin, kedeke bêhempa kar û xebat ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê hat meşandin. Hemû kesan di nava vê xebatê de cihê xwe girt û bi coş û baweriyeke mezin kar û xebat meşandin.

Iraq bi giştî û bi taybet Êzidî ji hilbijartinên ku tu tiştek nayê guhertin re ne, amade û hazir in. Ji ber ku ji wan kesên ku her diçin parlamenê û tiştekî naguherin, bêzar bûne û naçin dengdanê. Her kesî fam kiriye guhertin bi qanûnê ku van kesan nivîsiye, ne hesab ji berpirsên komkujî û gendeliyê tê pirsîn ne jî xizmetek ji bo Iraqê û gel tê kirin. Tenê xapandinek heye ku bêjin milet dengê xwe daye me, em jî wan temsîl dikin. Ji bo wê gel neçû dengdanê û deng bikar na nî.

Li seranserê Iraqê rêjeya dengdanê, li derveyî dengdana taybet a li kampan û hêzên leşkerî, polîs artêş û pêşmerge, pir di asteke kêm de ye. Ev bêbaweriya gel dide raber kirin û ji aliyê gel ve di esas de nehatiye pejirandin û meşruyeta xwe nîne ku gel ev peyam daye “Tu kesî heq nekiriye li ser navê me bibe hikumet û desthiladar.” Ji ber ku deshilat li ser gel tê kirin ne ji bo parastina wan.

1-Gelo çi çêbûye ku rêjeyeke pir mezin ji kampên koçberan biçin ser sindoqan û di eynî parêzgehê de gelê wê parêzgehê, mînak Duhok, neçin dengdanê. Ev dide famkirin ku zext û zor heye.

2- Di dema dengdanê de pir kes li navên xwe digeriyan ku wê li kuderê deng bidin, lê navê xwe peyda nedikirin.

3- Di seatên destpêka dengdanê de amûrên dengdanê di seata hatibû diyar kirin de neketin kar,ev bêmoralî çêkir û gelek kes vegeriyan malên xwe.

4- Hejmareke pir zêde ji amûrên dengdanê, heya saetên nîvro kar nekirin.

5- Koçberên hundir, dema ji gundekî biçin gundekî din dengê xwe bidin, bi taybet li gundên qibletê (başurê) Şingalê di çûna ser sindoqan de zehmetî kişandin.

Ev hemû diyar dike ku hilbijartin ne li gorî rewşa civakê hatiye rêxistin kirin û fikirandin bi civakê nîne.

Em wek Rêveberiya Xweser dîsa di mafê civaka xwe de bi israr in û di têkoşîna xwe de tiştekî ku em gav şûn de bavêjin nîne. Wê hedef û armanc, iradeya civakê derxistina asta herî jor be û xwe rêvebirin be û misogerkirina mafê xwe yê rewa Rêveberiya Xweser be.

Emê civaka xwe ji aliyê siyasî ve heya dawî biparêzin, em civaka xwe bi destê neyar û dijminan ve bernadin.”

 ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button