Tirkumen, Êzidî û Ereb balê dikişînin ser planên Tirkiyeyê

Du parlamenterên Iraqê yên ji pêkhateya Tirkuman, Ereb û welatiyek ji pêkhateya Êzidî, bal kişandin ser plan û êrîşên Tirkiyeyê. Parlamenterê Tirkuman got ku ew dijî destwerdanên Tirkiyeyê yên liser Tirkumanên Kerkûk ne.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Ehmed El-Beyatî yê ji pêkhateya Tirkumanan, destnîşan kir ku ew li dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê yên liser Iraq û bi taybet jî ser Tirkumanên Kerkûkê ne.Parlamenter Fadil El-Fetlewî ê ji pêkhateya Ereb da zanîn ku Tirkiye dixwaze di bin navê “şerê dijî PKK’ê” de hewl dide xeyalên xwe yên Osmaniyan jiyanî bike û got: “Lê em dibînin PKK dijî dagirkeriya Tirkiyeyê hêzek aktîf e. Tirkiye her wiha bi hincetên derew dixwaze bikeve Şengalê.”

Fadil El-Fetlewî anî ziman ku li dijî van hewldanên Tirkiyeyê di nava Parlamentoya Iraqê de liv û tevgerek heye û zext li hikûmetê tê kirin ku dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwest nîşan bide.Fadil El-Fetlewî, bibîr xist ku Tirkiye bi armanca pêkanîna planên xwe yên li Iraqê destek dide DAIŞ’ê û bêdengiya hikûmeta Iraqê ya di vê mijarê de jî, rê vekiriye ku Tirkiye zêdetir destdirêjiyan bike. Fadil El-Fetlewî got: “Li pişt êrîşên DAIŞ’ê yên di demên dawî de li herêmên rizgarkirî tên kirin, Tirkiye û Amerîka heye. Viya jî, bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe dikin.”

Welatiyê bi navê Heval Necim ê ji Şengalê (27) jî diyar kir ku çavê Tirkiyeyê li ser parêzgerah Nînowa û bi taybet jî li ser Şengalê ye, lewma bi hincetên cur bi cur dixwaze bikeve Nînowa û Şengalê. Heval Necim da zanîn Tirkiye her roj Êzidiyan tehdît dike, lewma Êzidî dibin hedefa çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên Tirkiyeyê de ne.

ROJNEWS-BEXDAT

Show More
Back to top button