Li Fransa ciwan ji bo Şengalê daketin qadan

Li dijî daxuyanî û gefên PDK’ê û hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwan daketin qadan û çalakî lidarxistin

Ciwan bi vê armancê li qada Belle de Maî li hev civiyan û tevî wêneyên Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan, alên PKK’ê meşiyan û dirûşmên bi Kurdî û Fransî yên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Serok Apo” û “Lîberte poûr Ocalan” qîriyan.

Ciwanan her wiha meşale jî vêxistin û heta ber Navenda Civaka Demokratîk meşiyan, piştre daxuyaniyek dan.

Çalakiya ku di çarçoveya pêngava “Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê, bi hev re serhildan” hate lidarxistin, bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button