‘Komên li Şengalê aloziyan derdixin girêdayî PDK’ê ne’ 

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel diyarkir ku ew komên hewl didin li Şengalê aloziyan derxin ne serbixwe ne û girêdayî PDK’ê ne û ji bo Heyder Şeşo jî ev nirxandin kir: “Yên wekî wî Êzdiyatî bi bîra wan nayê. Sedema pirsgirêkên li Şengalê, Heyder Şeşo ye.”

Li Şengalê di 15’ê Hezîranê de Meclîsa Gel a Sinûnê û dikaneke kitêban bûn armanca êrîşa hewayî ya dewleta Tirk. Bi vê êrîşê re, hin komên girêdayî PDK’ê jî ji bo di nav civaka Êzidî de aloziyan çêkin ketin nav tevgerê. Bi êrîşan re hemwext, fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo jî çend daxuyanî dan ragihandinê ku êrîşên li ser Şengalê rewa dike û saziyên Rêveberiya Xweser hedef nîşan dide.

Civaka Êzidî û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî, ji bo rê li ber planên şerê taybet bigire, di nav xebatên civakî de ye.

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî derbarê êrîşa dawî û planên li ser Şengalê tê meşandin de nirxandinên girîng kirin. Neam Bedel bi taybet bal kişand ser siyaseta PDK’ê ya li Şengalê û faaliyetên Heyder Şeşo.

‘PDK û Kazimî hevkar in’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel diyar kir ku êrîşa Sinûnê êrîşeke plankirîbû û wiha nirxand: ‘’Dewleta Tirk êrîşan dike lê malbata Barzanî û hikumeta Kazimî hevkarê dewleta Tirk in. Mala Barzanî, hin berdayiyên wan li vir in ew jê re MÎT in. Dema teyare li Sinûnê da, ew li Duhokê bi MÎT’a tirk re rûniştîbûn.’’

‘Ew kom girêdayî PDK’ê ye’

Neam Bedel hewldanên komên girêdayî PDK’ê û Heyder Şeşo ku piştî êrîşê xwestin asayîşa êzîdxanê dorpêç bikin jî bibîrxist û wiha axivî: “Ew komên ku ji xwe re dibêjin serbixwe û çalakiyan dikin, derewan dikin. Yek ji wan jî ne serbixwe ye û hemû ji aliyê PDK’ê ve têne bikaranîn. Hemû bertîlkirî ne û ji xwe re dibêjin serbixwe. Kesekî serbixwe di nav wan de nîne.’’

‘Îstixbarat Heyder Şeşo ye’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam bedel her wiha armanc û hedefên vê siyasetê jî destnîşan kir û got: “Dixwazin civaka Êzidî li hemberî hev rakin. Yên wekî Heyder Şeşo, Êzdiyatî bi bîra wan nayê. Wan Êzdiyatiya xwe bi pereyan firotine. Heyder Şeşo daxuyanî da, digot ‘Li noqteya PKK’ê dane. Agahî ji me re hatine li wir civîn hene.’ Diyar e istixbarat ew e, ev pirsgirêkên ku li Şengalê çêdibin sedem Heyder Şeşo ye.”

rojnews

Show More
Back to top button