‘Ne hêzên fermî yên dewletan, Ocalan û PKK’ê em ji fermanê xilas kirin’ 

Mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdehiyê yên Şengalê piştgirî dan kampanyaya azadiya Rêber Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” û ev peyam dan: “Ne hêzên fermî yên dewleta Iraqê û PDK’ê lê fikrê azadiyê ya Rêber Apo û gerîlayên PKK’ê em ji fermanê xilas kirin.”

Li seranserê Kurdistanê û cîhanê kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” gihiştiye qonaxeke nû. Li Şengalê jî ruxmê hemû êrîşên giran, yek ji rojevên civaka Êzidî kampanyaya azadiyê ye. Mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdehiyê jî derbarê mijarê de nêrîn û nirxandinên xwe anîn ser ziman.

Yek ji mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdehiyê Mamoste Nayîf Xelef di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser nasnameya azad a Rêber Apo û derbarê tecrîda girankirî de wiha got: “Em wek gelê Şengalê, civaka Êzidî vê tecrîdê şaş dibînin, cihê şermezariyê ye. Yekî wek Abdullah Ocalan ku Rêberê hemû gelan e, tecrîdeke mezin li ser tê meşandin. Em bang li hemû hêzên berpirsyar dikin ku vê tecrîdê rakin. Tecrîda li ser wî planeke navdewletî ye.”

‘Lîsteya terorê rûreşiya hemû dewletan e’

Mamoste Nayîf Xelef her wiha bal kişand ser kampanyaya ku ji bo PKK ji nav “lîsteya terorê” were derxistin li seranserê cîhanê tê meşandin û got: “PKK rêxistinek e ku doza mafê gelê xwe dike û nabe bikeve nav ‘lîsteya terorê’ de. Dema gelek bindest be, gelek ji mafên xwe bêpar be, dema daxwaza mafê xwe kir rastî komployên dewletan tên û têne sûcdarkirin. Ev lîste rûreşiya hemû dewletan e.”

Mamoste Nayîf  Xelef berxwedana gerîlayên PKK’ê ya li Şengalê jî bibîrxist û wiha berdewam kir: “Di fermana 2014’an de hêza ku xwe da kuştin, hêza ku li ber xwe da, hêza ku êşa gel zanî ev hêz bû. Hêzên Iraqî fermî bûn lê di Hezîrana 2014’an de herêma Nînova teslîmî DAIŞ’ê kirin. Hêza pêşmerge fermî bû, lê di fermanê de dest ji Şengalê berdan. Lê dema metirsî li ser civakê hebû yê hat û ev civak ji fermanê xilas kir PKK bû.” Mamoste Nayîf herî dawî jî bang li hemû hêzên navneteweyî kir ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ derxînin.

‘Ocalan li azadiya hemû mirovahiyê digere’

Li Şengalê, Rêber Abdullah Ocalan herî zêde jî bi fikrê xwe yê azadiyê tê naskirin. Mamoste Xanim jî bal kişand ser vê fikrê û wiha got: “Beriya her tiştî birêz Ocalan mirovek xwedî felsefe ye di wê zindanê de. Ew însanek e ku li azadiyê digere, li azadiya hemû mirovahiyê digere. Însanek bi vî rengî eger di tecrîdê de be ev ji bo hemû dinyayê û bi taybet jî ji bo civaka me ya Êzidî tiştekî nexweş e.”

Mamoste Xanim Cirdo bal kişand ser girîngiya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî jî û wiha berdewam kir: “Bi fikr û felsefeya Abdullah Ocalan em civaka Êzidî ji fermanê xilas bûn. Dema em rastî qetlîamê hatin şagirtên wî ji çiyayê azad berê xwe dan Çiyayê Şengalê û civaka Êzidî rizgar kirin.”

‘Tecrîd li ser hemû azadîxwazan, bi taybet jî li ser Êzidiyan e’

Mamoste Xanim Cirdo tecrîda li ser Rêber Ocalan wekî tecrîda li ser hemû mirovaniyê şîrove kir û got: “Tecrîdek li ser hemû azadîxwazan û bi taybet jî tecrîdek li ser civaka Êzidî ye. Eger fikr û felsefa azad were tecrîd kirin wê demê hemû mirovahî dikeve xeteriyê.”

Mamoste Xanim Cirdo destnîşan kir ku bi taybet hêzên desthilatdar ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan a azadiyê hêzên desthilatdar ditirsîne û wiha pêde çû: “Civakên bindest hemû jî dibînin û divê li vê fikrê bibin xwedî. Çima heya niha birêz Ocalan tecridkirî ye? Li Rojhilata Navîn tekane fikrê azadîxwaz ev fikr e. Me neditiye ku tu dewleteke din civakeke bindest azad kiribe.”

Mamoste Xanim her wiha diyar kir ku ew wek civaka Êzidî piştgirî li kampanyaya derxistina PKK’ê ji “lîsteya rêxistina terorê” jî dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em bi dil û can bi kampanyaya azadkirina birêz Ocalan in. Ji ber ku dema ew azad bibe, emê jî azad bibin.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button