‘Civaka me xwedî sekneke berxwedêre’

TAJÊ bersiv da gefên êrîşkar yên rayedarên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û destnîşan kir ku destên qirêj wê nikaribin Şengalê careke din bixin nava lepên qirkirinê

TAJÊ di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got; “Civaka me ji her demê bêhtir xwedî sekneke berxwedêr e.”

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ), di daxuyaniyê de ragihand ku fermana 2014’an ji aliyê dewleta Tirk ve bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin û bal hate kişandin ku dewleta Tirk a dagirker niha jî dixwaze heman fermanê bi hikumeta Iraqê û PDK’ê pêkbîne.

TAJÊ serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Yaşar Guler a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi bîr xist ku û got ku teqînên li Bexdayê yên piştî vê serdanê rû dane û DAIŞ’ê girtiye ser xwe ne tesadûfî bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev teqîn bi temamî di çarçoveya komplo û tifaqiyê de hatine kirin. Em vê teqîna li Bexdayê şermezar dikin û dibêjin, dewleta Tirk wê nikaribe bi komplo û tifaqiyan bi ser bikeve.”

TAJÊ diyar ku ev serdan bi xwe dewama komploya 9’ê Cotmehê ye û wiha dewam kir, “Dewama fermana 2014’an a li ser civaka me ya Êzidî ye. Berê jî serdanên rêveberên Iraqê ji Tirkiyeyê re yan jî serdanên rêveberên Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê çêbûn. Bi van hevdîtinan dewleta Tirk dixwaze kontrola hikumeta Iraqê di destê xwe de bigire. Ji xwe Kazimî di rewşeke windakirina desthilatdariya xwe de ye. Lewma hemû hewldanên wî ew e ku li ser hikum bimîne. Ji bo vê jî Şengal kiriye hedefa desthilatdariya xwe.”

TAJÊ bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên bi gefa êrişa li ser Şengalê û got, “Bi van axaftinên xwe careke din gef li civaka me tê xwarin. Ev gef ne tenê li ser civaka me ya Êzîdî ye, di heman demê de li ser axa Iraqê, li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî ye. Wekî tê zanîn bi sedan baregehên dewleta Tirkiyê li ser axa Iraqê û Başûrê Kurdistanê heye. Tirkiyê xaka Başûrê Kurdistanê bi awayekî vekirî û bêdeng dagirkirî ye, niha jî dixwazin dagirkeriya xwe berfireh bikin. Armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê, bidestxisitna sînorê Mîsakî Milî ye. Her wiha dagirkirina Mûsil û Kerkûk heta Şengalê kiriye hedefa xwe. Her carê bi gef û planên qirêj dixwazin destketiyên gelê Êzidî tine bikin û derbê lê bixe. Bi gefan metirsiyê li ser civaka me ya Êzidî çêdikin. Lê çi metirsî hebe, çi gef hebe jî em wek jin û tevahî jinên Êzidî, em civaka Êzidî natirsin û em ê ti carî gavê paşve neavêjin.”

TAJÊ destnîşan kir ku civaka me êdî xwedî hêza xwe ya parastinê û rêveberiya xwe ya xweser e û wiha pêde çû; “Ji bo fermîkirina Rêveberiya Xweser çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber ku Xweserî man û nemana me ye. Lewma di vê çarçoveyê de em li her derê li ser piyan e. Ji dema ku peyman li ser Şengalê hatiye îmzekirin heta niha gelê me yê Êzidî ji bo têkbirina vê peymanê li ser piyan e. Ev seknek bi rûmet û berxwedêr e.”

Di dawiya daxuyaniya TAJÊ de wiha hate gotin, “Wê dewleta Tirk nikaribe encama ku dixwaze bi dest bixe. Lewma em bang li tevahî Êzîdiyên Şengal, derveyî welat û tevahî cîhanê dikin ku xwedî li Şengalê derkevin û xwedî li rêveberiya xweser û parastina wê derkevin. Şengal ji fermanekê rizgar bû û xwe ji nû ve ava kir. Wê destên qirêj nikaribin Şengalê careke din têxin nav lepên qirkirinê. Civaka me ji her demê bêhtir xwedî seknekî berxwedêr û rûmet e.”

Show More
Back to top button