‘Êrişeke li ser Şengalê dê bibe biçûkxistina hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê’

Der barê mijarê de sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Sûriyê Salih Gedo ji ANHA re axivî û got pêkanîna êrişekê li dijî Şengalê ji aliyê dewleta Tirk ve, dê bibe biçûkxistina dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê

 

Di 23`yê vê mehê de piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar a li Bexda û Hewlêrê, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa rojnamevanan a “Dê operasyonek li dijî Şenglê pêk bê?” wiha gotibû: “Em her tim amade ne ku operasyonên hevpar pêk bînin. Gotineke min heye; “Dibe ku di şevekê de em ji nişka ve bên” Mesele tev ev e.”

Gedo got: “Diyar e ku Erdogan ji bo tunekirina gelê Kurd her tişt daye ber çavên xwe. Li ku derê Kurd hebin, dike hedefa xwe.”

Salih Gedowiha pêde çu; “Bila dewleta Tirk baş bizane ku ger êrişî bajarê Dêrikê bike, wê şêniyên herêmê nebin temaşevan û bê deng nemînin.”

Her wiha çavkaniyan ji ajansa ANHA re destnîşan kiribû ku dewleta Tirk xwe amade dike ku êrişî Şengal û Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bike.

Gedo da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji şandeyan ji Iraq û Hewlêrê ew e ku ji bo êrişa li ser Şengal û Dêrikê, destekê wergire û wiha domand: “Şandeya dewleta Tirk ne li Bexda û ne jî li Hewlêrê negihaşt armanca xwe. Ji ber ku dewleta Iraqê baş dizane ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e.”

`HEKE IRAQ ERÊ BIKE, EW Ê ŞAŞIYEKE MEZIN BIKE`

Gedo da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji gefên li ser Şengalê ew e ku berteka hêzên navneteweyî û hêzên herêmî nas bike û hewl bide hêzên li herêmê razî bike da ku destekê jê wergire û wiha lê zêde kir: “Em êrişa li ser Şengalê dûr nabînin, anku dikare êriş bike. Heke Erdogan erêkirinekê ji dewleta Iraqê negire ew ê nekare êrişî Şengalê bike û eger Iraq daxwaza dewleta Tirk erê bike, ew ê şaşiyeke mezin bike.”

Her wiha Gedo bal kişand ser derewên Erdogan û wiha got: “Dewleta Tirk bi behaneya hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gefan li Şengalê dixwe, lê di rastiyê de armanca wê tunekirina destkeftiyên Kurdan e.”

Salih Gedo destnîşan kir ku êrişa li ser Şengalê tê wateya biçûkxistina hikumeta Başûrê Kurdistanê ji ber ku Şengal beşeke Kurdistanê ye û wiha got: “Ji ber ku Erdogan li dijî gelê Kurd xirabiyê dike, divê em amade bin û bi rihê berxwedanê li hember êrişan rawestin.”

`ŞÊNIYÊN DÊRIKÊ DÊ NEBIN TEMAŞEVANÊN ÊRIŞAN`

Salih Gedo der barê armanca dewleta Tirk a li ser bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê de wiha got: “Dêrik li ser  sînor e, stratejîk e û taybetmendiyên wê yên aborî hene. Heke êriş li ser Dêrikê pêk werin dê bi xwe re karaseteke mezin derxe holê, ji ber ku ew êriş dê tenê li Dêrikê sînordar nemîne, dê li seranserê sînorê Rojava û Tirkiyê ji Dêrikê heya Efrînê dewam bikin.”

Gedo da zanîn ku divê dewleta Tirk a dagirker baş bizane ku heke êrişî bajarê Dêrikê bike, dê şêniyên herêmê nebin temaşevan û dê gel nehêle ku heta cenazeyên leşkerên xwe jî ji herêmê derxe û wiha lê zêde kir: “Divê gel jî piştgiriya YPJ, YPG û QSD`ê bike da ku bi vîn û baweriyeke xurt li hemberî dewleta Tirk a dagirker raweste.”

Sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk Salih Gedo her wiha diyar kir ku divê partiyên siyasî yên Kurdan di vê qonaxê de nakokiyên xwe bidin aliyekî, ji ber ku ev meseleyeke neteweyî ye û got: “Divê tevahî bibin yek û bi hev re li pêşiya gefên dewleta Tirk rawestin.”

ÇAVKANÎ- QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ-ANHA

Show More
Back to top button