Li Şengalê Mala Jin, baxçeyê zarokan û Asayîşa Jin tê avakirin 

Di civîna nirxandina xebatên 6 mehan a TAJÊ’ê biryar hat girtin ku Asayîşa Jinê, Mala Jinan û Baxçeyê Zarokan were avakirin.

Tevgera Aazadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku 27’ê Tebaxa 2021’an de civîna xwe ya 6 mehan lidar xist, li gel nirxandinên kar û xebatan, biryarên girîng girtin.

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî derbarê mijarê de agahî dan Rojnewsê û destnîşan kir ku ew di rewşek pir hesas re derbas dibin, lewma di civîna wan de mijarê siyasî, civakî, ewlekarî û planên dij Şengalê tên meşandin, bi berfirehî hatine nirxandin.

Sebîha Sebrî da zanîn ku mijara ewlekariyê û vegera koçberan ji bo Şengalê rojevek girîng a civîna wan bû, di vê çarçoveyê de li ser rêbazên vegerandina koçberan, ewlekariya wan û alîkarîdayînê hatiye rawestîn.

Sebîha Sebrî diyar kir ku di encama nirxandinan de girîngiya parastin û pêşketina jinan zêdetir derketiye pêş, lewma wana biryar girtiye ku di nava 2 mehan de Asayîşa Jinê bê avakirin. Sebîhayê bal kişand ku bi armanca eleqedarbûna bi pirsgirêkên jinan û çareseriya wan re dê Mala Jinan jî were avakirin. Sebîhda da zanîn ku zarok jî mijarek girîng a Şengalê ye, ji ber vê yekê di civînê de biryar hatiye girtin ku li tevahiya Şengalê Baxçeyên Zarokan (Rewda) werin vekirin.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button